Kirkirk

Beşek ji bestereşaneyê ye. Navbera xaneyên kirkiragê bi madeyek nîvreq tijî ye. Difinê mirov, guhê mirov, serî hestiyên dirêj, navbera hestiyên birbiragê û serê parsûyan şaneya kirkirag lixwe digire

Kirkirk[1][2][3][4], kirkirok[5], an ji kirkirage[6] (bi îngilîzî:cartilage)

Kirkirk, corek bestereşaneyê ye ko heta di laş de hestîbûn rû bide, hestiyepeykerê korpele (embriyo) pêk tîne û hebûna xwe di hestiyepeykerê mirovên temenê pêgehiştî de jî didomîne.[7] Peykerekoendama mirov ji hestî û kirkirkê pêk tê, bi taybetî kirkirk li gehan de, rûyê hestiyê dirêj dadipoşe û livîna hestiyan hêsantir dike.[8] Ji xeynî hestiyên pan, gelemperiya hestî bi rêbaza hestîbûnê ji kirkirkê çêdibin.

Kirkirk corek ji bestereşaneya palpişt e (bi îngilîzî: Supporting connective tissue). Bestereşane ji xaneyan û madeya binyad a derdora xaneyan pêk tê. Madeya binyad (bi îngilîzî: ground substance) pêkhateyek nexaneyî yê (noncellular) û wekî matrîks (bi latînî: matrix) jî tê navkirin. Madeya binyad ji aliyê xaneyên bestereşaneyê ve tê derdan. Pêkhateya madeya binyad (matrîks) cora bestereşaneyê diyar dike.[9] Wekî mînak madeya binyad a valahiya navbera xaneyên hestiyan req e, lê madeya binyad a kirkirkê nîvreq e. Loma hestî req in natewin û naçêmînin lê kirkirk qaîşokî ne.

Pêkhate biguhêre

 
Li gor cor û rêzbûna rîşalan, kirkirk sê cor in.

Xaneyên kirkirk madeya binyad a nîvreq der didin, madeya binyad xaneyên kirkirkê dorpêç dike xane di nav pêkhateyên mîna golên biçûk de asê dimînin. Ji van golên biçûk re tê gotin kelên an jî lakun (bi latînî: lacuna).[10] Xaneyên kirkirkê hin madeyên kîmyayî berhem dikin û der didin navbera madeya binyad, bi vî awayî rê nadin ko lûleyên xwînê di navbera xaneyên kirkirkê de geşe bibin.[11] Ango kirkirk, bestereşaneya nelûleyî ye (avascular), lûleyên xwînê û lûleyên lîmfê li xwe nagire. Xurek û oksîjen rasterast bi navbeynkariya lûleyên xwînê nagihîje xaneyên kirkirkê, divê xurek, oksîjen û madeyên pêwist, pêşî di nav madeya binyad de derbas bibin û bi belavbûneyê (bi îngilîzî: diffusion) xwe bigihînin xaneyan. Loma birînên kirkirkê zû baş nabin.[9] Herwîsa kirkirk demar jî li xwe nagire. Ango ji ber tunebûna demarexaneyên êşanewergir, mirov êşa kirkirkan hest nake.

Matrîks û xaneyên kirkirkê biguhêre

Madeya navber (matrîks) a kirkirkê nîvreq e û rîşal li xwe digire. Di nav şaneya kirkirk, di kelênan de xaneyên kirkirkê hene.[12] Xaneyên kirkirkê wekî kondrosît (bi îgilîzî: chondrocytes) tê navkirin. Xaneyên kirkirkê di nav kelênên ji hev cûdayî de cih digirin. Valahiya navbera kelênan bi madeya binyad tijî ye ji vê beşê re matrîks tê gotin. Matrîks (madeya derûdor û navbera xaneyan) û rîşalên kirkirkê ji aliyê xaneyên kirkirkê ve tên çêkirin. Matrîksa kirkirkê, rîşalên kolojen û rîşalên qaîşokî (elastîn) li xwe digire.

Li gor cor û rêzbûna rîşalan, kirkirk sê cor in[13]; kirkirka ron (hîalîn), kirkirka rişalî, kirkirka qaîşokî

Kirkirka ron (hîalîn) biguhêre

 
Kirkirka gehê ya li ser rûyê hestiyê dirêj, mînak e ji bo kirkirka ron.

Kirkirka ron (bi îngilîzî: hyaline cartilage) bi rengê spî-şîn, şûşeyî û nîvron (nîvçe zelal) e.[14] Piraniya kirkirkên laş ji kirkirka ron (hîalîn) pêk tê, lê kirkirka ron kirkirka herî lawaz e.[11] Peyva “hyalin” ji peyva “hyalinus” a latînî derbasî îngilîzî bû ye, ev peyv di zimanê latînî de ji bo tiştên şûşeyî û ron (zelal) hatiye bikaranîn.[15] Kirkirka ron gelek ji rîşalên kolojen li xwe digire.[9]

Xaneyên kirkirka ron bi awayekî komên biçûk di nav kelênên (hêlîn) xaneyan de cih digirin. Madeya binyad a kirkirka ron, nîvreq û lûs e. Kirkirka ron çemînbarî û palpiştiya laş dabîn dike.[16] Cemserê hestiyên dirêj li hêla geha bizêw de, bi kirkirka hîalîn (ron) dapoşrav in, bi vî awayî lêkxişandina hestiyan kêm dibe.[12] Herwisa serê difin, borrrihewa ya mirov û serê parsûyan jî kirkirka hîalîn li xwe digirin. Hestiyepeykerê laşê korpeleyê li destpêkê ne ji hestî lê ji kirkirka ron pêk tê, paşê kirkirk li hin beşan diguhere û hestîbûn di laş de rû dide. Li cemserê hestiyên dirêj de lewheya geşê heye, ev lewhe ji kirkirka ron pêk tê, ji zaroktiyê heta temenê pêgihîştinê xaneyên lewheya geşê dabeş dibin û xaneyên nû yên kirkirkê çêdikin. Bi pêvajoya hestîbûne, ji xaneyên kirkirkê, xaneyên hestî ava dibe, her ko diçe dirêjiya hestî zêde dibe. Bi vî awayî bejna mirov dirêj dibe.

Kirkirka qaîşokî biguhêre

Di kirkirka qaîşokî (bi îngilîzî: elastic cartilage) de xaneyên kirkirkê nezî hev in, valahiya navbera xaneyan (bi îngilîzî: intercellular space) kêm e. Kirkirka qaîşokî, ji ber ko xwediyê rîşalên qaîşokî yên bi rengê zerokî ye, wekî kirkirka zer jî tê navkirin. Xaneyên kirkirka qaîşokî ji yên kirkirka ron zêdetir in, loma valahiya navbera xaneyên kirkirka qaîşokî jî ji ya kirkirka ron kêmtir e. Perrê guh, coga ostakî ya guh û li qirrikê de zimanê kirkirokê, ji kirkirka qaîşokî pêk tê[17]

Kirkirka rîşalî biguhêre

Kirkirka ko xwediyê xaneyên herî kêm, kirkirka rîşalî ye (bi îngilîzî: fibrocartilage). Xaneyên kirkirka rîşalî ji hevdu dûr in, loma valahiya navbera xaneyan a kirkirka rîşalî li gor kirkirkên din herî zêde ye. Gurzên rîşalên kolojen ên matrîksê, zexmtî dide kirkirka rîşalî.[14] Loma kirkirka rîşalî li hember zext û pestoya hawirdorê li ber xwe dide.

Xepleyên navbera hestiyên birrbirreya piştê ji kirkirka rîşalî çêbûyî ne. Herwisa cihê ko û bester bi hestî an jî bi masûlkeyan ve giredayî ne, ji kirkirka rîşalî pêk tê. Ji xeynî vana, geha nebizêw a navbera hestiyên rûw jî kirkirka rîşalî li xwe digire.[11]

Bergê kirkirk biguhêre

Ji xeynî kirkirkên rîşalî û kirkirkên gehî, ango kirkirka ron a li cemserê hestiyên gehê sînoviyal, hemû kirkirk bi perdeyek dapoşrav in, navê vê perdeyê bergê kirkirk e (bi latînî: perichondrium). Bergê kirkirk ji du çînan pêk tê; çîna derve, beşa rîşalî ya bestereşaneya şidayî ye. Çîna navî beşa xaneyî ye. Çîna rîşlalî erkê parastin û palpiştinê bi cih tîne. Herwisa çîna rîşalî, perdeya kirkirkê bi kirkirk û pêkhateyên din ve girê dide. Çîna xaneyî ya bergê kirkirk, xaneyên bineretî (bi yewnanî: chondroblasts) li xwe digire. Xaneyên bineretî xaneyên çêkerê kirkirkê ne, pewîst in ji bo geşêbûn û berdewamiya kirkirkê.[11]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Botî K, (2006) Ferhenga Kamêran .kurdî-kurdî. weşanxaneya spîrêz. Hewlêr
  2. ^ Farqînî Z.Ferhenga Kurdî-Tirkî Enstîtuya Kurdî ya Stembolê 2007.
  3. ^ Kurdish-English dictionary = Ferhenga Kurmancî-Inglîzî Chyet - Yale University Press - 2003
  4. ^ KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê . Hejmar 7.
  5. ^ Sadallah S, (2000)Saladin's English-Kurdish Dictionary Ferhenga Inglîzî-Kurdî ya Selahedîn weşanên avesta Stembol. ISBN: 975-7112-85-2
  6. ^ Wahby T, Edmonds C.J. (1966) A Kurdish- English Dictionary. Oxford University Press
  7. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Cartilage [1]
  8. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  9. ^ a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  10. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  11. ^ a b c d McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  12. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  13. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  14. ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  15. ^ “Hyaline.”Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [2] Accessed 17 Apr. 2021.)
  16. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  17. ^ Biologydictionary.net Editors. “Elastic Cartilage.” Biology Dictionary, Biologydictionary.net, 26 Apr. 2019, [3].