Difin

Çawaniyeke rû

Difin[1] , poz[1], lût[2], bêvil[1], kepî[1] an jî kepû[1], endamê henaseyê û endamê hestê bêhnkirinê ye. Gava em li rûyê kesekî dinihêrin, em beşa derve yê difinê mirov dibînin. Ev beşa ji derve de dixuye, ji kirkirag û hestiyên bi çerm (pêst) dapoşî pêk te[3]. Şêweyê beşa difinê derve, bandor li ser bejnûbala mirov jî dike. Mezinahiya difin bomaweyî(genetîk) ye û ji aliyê hormonan ve tê kontolkirin. Hormona testosteronê bandor li ser gewrebûna hestiyên difinê dike, loma bi gelemperî difinê zilaman ji yê jinan mezintir e[4].

zilamek difinberan[1]

Pêkhateya difinê

biguhêre
 
Pêkhateya difin û difinekelênê

Difin deriyê serekî ye ji bo henasegirtinê. Hewa ji herdu kunên (firnik) pêşî yên difinê dikeve hundirê difinê. Herdu firnikên difinê bi navbirek kirkiragî ya bi navê septum, ji hev cuda dibin[5]. Septuma kirkiragî bi hestiyêkî difinê ya bi navê vomer ve yek dibe û difinekelênê dike du beş, beşa çepê û a rastê[3]. Rûyê hundirî yê kunên difin, bi lîncemade û mû dapoşrav e[6]. Hewa ji derve bi navbeynkariya kunên difinê derbasî difinekelênê dibe. Difinekelên ne pêkhteyek girtî ye. Ji aliyê pêşî ve bi kunen pêşî, ango bi kunên difinê, ji alîye paş ve bi kunenên hundir ve girêdayî ye[5]. Kunên hundir hewaya nav difnekelênê arasteyê qirriq dikin. Herwisa li nav hestiyên derdora difnekelênê de hin valahiyên tûrikî hene, navê van pêkhateyan sînus e. Sînusên nezikê difin (bi îngilîzî:paranasal sinuses) jî bi difnekelênê ve girêdayî ne[5]. Rûyê hundirî yên sînusan jî, wekî mîna rûyê difinekelênê, bi xaneyên kûlkdar û lîncemade dapoşîye[7]. Hin caran ji ber tûşbûna hokarên nexweşiyê, kulbûna sînusan rû dide, ev rewş wekî nexweşiya sînuzîtê tê binavkirin[8]. Li ser dîwarê difnekelênê de sê cot hestiyên tenik, ên ko dişibin qalika sedefê (mîdye) heye, navê van hestiyan wekî konka(bi îngilîzî: concha) tê bi navkirn[5]. Di zimanê latînê de ji bo ajalên avî yên bi qalik dorpêçî, yên wekî sedef û mîdye (bi îngilîzî:mussel) peyva concha tê bi karanîn[9]. Konka rûyê difnekelênê firehtir dike[6]. Herwiha hewayê ji derve tê, gava rastê konkayan tê, serûbin dibe û belavî nav difinekelênê dibe, bi vî awayê karê henasedanê hêsantir dibe. Rûyê difinekelênê û konkayan bi rûkeşexaneyên kûlkdar (bi îngilîzî:ciliated epithelial cells) û lîncemade dapoşî ye. Rûkeşexaneyên kûlkdar, xaneyên derdanî lixwe digirin. Navê van xaneyan, xaneyên goblet e[7]. Xaneyên goblet madeya lînc der dide. Di binê çîna rûkeşexaneyan (lînceperde) de jêrelînceperde heye, jêrelinceperde ji aliyê tora mûlûleyên xwînê ve gelek dewlemend e[10]. Zêdehiya mûlûleyên xwînê hin caran dibe sedema xwînberbûna difinê.

Ji herdu çavan, coga hêsirê çav dirêj dibe nav difin, gava hêsir ji çavê mirov tê, di heman demê de hinek ji hêsir diherike nav difin[11]. Li gel çavan, di navbera guh û kutahiya difnekelênê de jî cog heye. Navê vê cogê, coga ostakî ye.(bi îngilîzî: eustachian tube). Li esmanê difinekelênê de ji bo bêhngirtinê demarexaneyên hestê heye. Kîmîkewergirên demarê hestê, bêhna tiştên bêhndar digire û dişîne mejî, li wir mirov, bêhna madeyan hest dike[10].

Erkê difinê

biguhêre

Ji bo henasedanê

biguhêre

Hewayê henasegirtinê di nav difin û difinekelênê de tê parzûnkirin, paqijkirin, germkirin û şêdarkirin. Bi vî awayê egera tûşbûna borîhewa û pişikan a bi hokarên nexweşiyê, kêm dibe, guhaztin û alûgora gazên nav hewayê hêsantir dibe.

Parzûnkirin û paqijkirina hewayê

biguhêre

Dibe ko bi henasegirtinê de li nav hewayê de, parçeyên tozê, bakterî, sporên kevzê û karokan, tozkulîk(polen) hwd hebe[10]. Gava hewa ji kunên difinê derbasê hundir dibe, rastê mûyên difinê tê. Ji ber gurrahiya mûyan û hebûna lîncemadeyê, hewa li vir tê parzûnkirin û paqijkirin. Heke hinek parçeyên hûrik ji mûyên difinê bifilitin û derbasî difnekelênê bibin, îcar rastê xaneyên kûlkdar û lîncemade dibin. Parçeyên hûrik ên nav hewayê li ser lîncê dizeliqin. Xaneyên kûlkdar bi livîna kûlkan, lincemadeyê û parçeyên nav lîncemadeyê pal dide û arasteyê gewrî dike. Van madeyan an bi kuxikê ji gewrî tên avêtin, an jî bi daqurtînê derbasî soriçikê dibin. Bi xebata hevbeş a xaneyên kûlkdar, lîncemade û mûyên difinê, hewayê henasegirtinê ji hokarên nexweşiyê û tozan paqij dibe.

Germkirin û hênikkirina hewayê

biguhêre

Pileya germahiya laşê mirovê tendirust 37 0C ye û ji xeynî dema nexweşiyê, naguhere[12]. Lê hewayê henasedanê her tim ne bi heman germahiyê ye. Zivistanê dinya sar e, havînê germ e. Heke havînê hewa yê 40-50 0C, zivistanê hewa yê 1-2 0C bi henasegirtinê rasterast bikeve nav pişikan, dibe ko ziyan bigihîje tenduristiya mirov. Divê ji bo hevsengiya pileya germahiya laş, germahiya hewayê henasegirtinê bê rêkxistin, hewayê sar divê bê germkirin, ê germ jî divê bi hênikkirin û paşê were şandin ji boypişikan. Di bin linceperdeya difnekelenê de jêrelinceperde heye, jêrelînceperde gellek zêde mûlûleyên xwînê lixwe digire[3]. Gava hewa di nav difin de derbas dibe, ji ber cudahiya germahiya navbera laş û hewayê, di navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina tînê dest pê dike. Heke hewa sar be, ji xwînê tîn diherike nav hewayê û hewa germ dibe, na heke hewa germ be, vê gavê ji hewayê tîn diherike nav xwînê û hewa hênik dibe. Ji ber girtina tîna hewayê germahiya xwînê pîçek zêde dibe, lê xwîn belavê laş dibe û bi alîkariya pêst û xwêdanê, tîna laşê belavê hawirdorê dike û germahiya laş kêm dike.

Şêdarkirina hewayê

biguhêre

Hin caran dibe ko hewaya henasedangirtinê pîçek zuha be. Hewayê zuha gava li ser lînceperdeyê de ber bi qirrikê ve xiş dibe, ji lînceperdeyê molekûlên avê tevlê hewayê dibin û hewayê nav difin şêdar dikin. Hewayê şêdarbûye, bi hesanî ji parzûnê xaneyê sikildanokan diguhaze û derbasî nav xwînê dibe.

Bêhnkirin

biguhêre
 
Difin endamê hestê bêhnkirinê ye.

Bêhnkirin bi navbeynkariya hestewergiran rû dide. Cureya hestewergirên ji boj bêhngirtinê kîmîkewergir e[5]. Li esmanê difinekelênê de rûkeşeşaneya bêhnkirinê (bi îngilîzî:olfactory epithelium) heye. Rûkeşaşaneya bêhnkirinê demarexanyên hestê yên kûlkdar lixwe digire. Dendrîtên demarexaneyan di nav lîncemadeya difnekelênê dirêj dibin[6]. Gava molekulên bêhndar di nav hewayê de digihîje esmanê difnekelênê, di nav lîncemadeyê de dihele(ditiwêne)[6]. Molekulên bêhnê bi kûlkên hêstedemarexaneyan ve tên girtin, ev rewş ji bo hêstedamarexane dibe kartêker. Demarexaneyên hestê ev kartêkerê radigihîne mejî, li mejî hestê bêhnînê peyda dibe. Anko molekulên bêhndar bi hewayê henasegirtinê dikeve nav difin, di nav lînca difinê de dihele û ji aliyê hestewergiran wekî kartêker tên girtin û ber bi mejî ve tên şandin, bo peydabûna hestê bêhnkirinê. Loma dive difinekelên hertim şil be û bi lîncemadeyê dapoşî be ko bêhna malekûlan bên girtin.

Rêkxistina hevsengiya pestoya perdeya guh

biguhêre

Guhê naverast, bi navbeynkariya coga ostakiyê bi gewriya difinî (bi îngilîzî:nasopharnx) ve girêdayî ye[12]. Difinekelên jî di devere gewriya difinî de bi dawî dibe, ango hewayê henasegirtinê ji difinekelênê derbasî beşa gewriya difinî dibe. Di navbera beşa guhê derve û guhê naverast de perdeya dengê heye. Coga ostakî ji gewriya difinî dirêjê beşa guhê naverast dibe. Deng û hewa bi coga bihistinê digîhîje perdeya guh. Dengên berz li ser perdeya guh pesto peyda dike. Dibe ko ev pestoya yekalî ziyan bide perdeya guh, loma divê pestoya ji aliyê derve tê, li aliyê guhê naverast ve bê hevsengkirin. Hewayê ko ji dev û difin digihîje gewriyê, bi navbeynkariya coga ostakîyê, tê guhaztin heta guhê naverast. Bi vî awayê pestoya hewayê yeksan dibe li ser herdu aliyên perdeya guh[10].

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b c d e f KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê .Hejmar 18.
  2. ^ Gul bijêrî Wişe.Ferhengî Inglîzî – Kurdî. Emîn Karîm 2012.
  3. ^ a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ University of Iowa. "The big male nose: Why men's noses are bigger than women's." ScienceDaily. ScienceDaily, 18 November 2013. [www.sciencedaily.com/releases/2013/11/131118160045.htm]
  5. ^ a b c d e Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  6. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  7. ^ a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  8. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, sinusitis [2]
  9. ^ Lexico.com, concha [3] Girêdana arşîvê 2021-06-18 li ser Wayback Machine
  10. ^ a b c d Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  11. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  12. ^ a b Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.