Mejîk

beşek ji demaxê

Mejîk, mejîkok[1],mêjîkok[2], mêşkole an jî mejiyê piçûk (bi îngilîzî: cerebellum)

Di nav kiloxê de cihê mejîkê.(Beşa bi rengê sor hatî nîşankirin)
Şeweye qurmiçinên madeyê spî dişibe darê.

Anatomiya mejîkêBiguherîne

Mejîk li jêrê patikepilê[3] li paş qedê demax[4] de cih digire. Her wekî mejî, mejîk jî ji du pişkan pêk tê. Herdu nîvên mejîkê bi şerîdek zirav a navî ji hev tên cudakirin, navê vî şerîdê vermîs e[5]. Mejîk ji aliyê derve de werpêçik e. Aliyê derveyî mejikê ji çînek tenik a medeyê gewr pêk tê. Li bin madeyê gewr de çînek stûr (qalind) a madeyê spî heye[5]. Heke mejîk bi dirêjkî were jêkirin, şêweyê nexşên birgeha dirêjkî ya madeyê spî ya nîvê mejikê dişibe darê, loma her yekê van beşan wekî dara jiyanê ( bi latînî: arbor vitae) jî tê navkirin[6].

Erkên mejîkêBiguherîne

 
Mejîk li jêrê patikepilê,li paş qedê demaxê de cih digire.

Mejîk ji masûlkeyan, jêyan, gehan, çavan û ji guhan demareragihandinên hestê werdigire, bi vî awayê ji rewşa laş agahdar dibe ü karê masûlkeyan rêk dixe[7]. Ji bilî wê mejîk ji tûkila mejî jî demareragihandinên livîne werdigire. Piştî tekûzkirina van ragihandinan, mejîk demareragihandinên livînê bi navbeynkariya qedê demax dişîne masûlkeyan[8]. Bi kontrolkirina masûlkeyan mejîk hevsengiya laş dabîn dike[9]. Di jiyana rojane ya asayî de masûlkeyên peykerê (peykeremasûlke) yên mirov dema neçalak e, ango dema girj nîn e, bi temamî xav nabe, piçek girj dimîne, ev rewşa masûlkeyan wekî tonusa masûlke(bi îngilîzî: muscle tone) tê navkirin. Eger mirov jixwe biçe an jî bimire tonusa masûlkeyan jî winda dibe. Tonus ji aliyê mejîk ve tê rêkxistin[10]. Fêrbûn û bîrnekirina hunera livîna masûlkeyan ên wekî avjenî, li piyanoyê xistin an jî erebe ajotin bi alîkariya mejikê rû dide[3]. Gava mirov fêrê tevgerek dibe wekî mînak mirov hînê ajotina duçerxeyê(bîsîklet) bibe, mejîk tevgera masûlkeyan a ji boy ajotina duçerxeyê embar dike. Piştî ferbûnê, mirov deh sal qet li duçerxeyê siwar nebe jî, piştî deh salan dema li duçerxeyê siwar dibe, mejîk ajotina duçerxeyê bi bîr tîne, bi vî awayê piştî demek dûr û dirêj jî mirov dikare bi hêsanî duçerxeyê bajo. Ji boy xavbûn an jî girjbûna masûlkeyên peykerê, ferman ji aliyê mejî ve tê dayin, lê ahenga çalakiya masûlkeyan ango kordînasyona masûlkeyan karê mejîk e. Mejîk ragihandinên ko ji mejî hatîne û yên ji koendama çêwê tên dide berhev[11], piştê berhevdanînê heke pêwîstî hebe mejik ji bo avakirina ahengê di navbera masûlke, jê û gehan de fermana rêkxistinê dişîne. Şeweyê sekiniya laş ango rawesta laş ( bi îngilîzî:posture) di bin kontrola mejîkê de ye[4].

ÇavkanîBiguherîne

  1. KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê .Hejmar 3.
  2. Bektaş H, Anatomîya Bedana Mirov.(2004),weşanên Deng.Stembol. ISBN 975-7011-32-0
  3. a b Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
  4. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  5. a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  6. McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  8. Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  11. Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,