Xaneyên glîa

xaneyên alîkar in ji boy demarexaneyan. Demarexaneyan xwedî dikin, bergê maylînî dirûst dikin.

Xaneyên glîa, demareglîa an jî glîa (bi îngilîzî: glial cells, neuroglial, glia )[1] xaneyên palpişt in ji bo demarexaneyan.

Xaneyên glîa alikariya demarexaneyan dikin.

Di zimanê yewnanî de, ji bo zelîqokê peyva “glia” tê bikaranîn[2]. Xaneyên glîa jî mîna zelîoqok di navbera demarexaneyan de cih digirin. Xaneyên glîa ji demarexaneyan hûriktir in, tewere û dendrîtên wan tune ye. Loma xaneyên glîa ji bo gihandina sinyalên elektrîkî kar nakin[3]. Hin ji xaneyên glîa, xwe li ser tewereyên demarexaneyan ve dipêçînin. Pêçên xaneyên glîa ên li ser tewereyê wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî çînek negihîner e. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyan ji hev dadibirrine(ji hev cihê dike), bi vî awayê demareragîhandin hêsantir û leztir dibe. Xaneyên glîa li ser demarexaneyan, li hawirdor û navbera demarexaneyan de, an jî li ser mûlûleyên xwînê de hebûna xwe didominin. Di mejiyê mirov de hêjmara xaneyên glîa ji ya demarexaneyan 10 car zêdetir e[4]. Heke xaneyên glîa erkê xwe cih neynin, nexweşiyên metirsîdar rû dide. Wekî mînak; sedema piraniya şêrpenceyên mejî ji ber bazdana(mutasyon) xaneyên glîa ye[4]. Demarexane nikarin dabeş bibin, lê xaneyên glîa heta dawiya jiyana mirov dikarin dabeş bibin û hêjmara xwe zêde bikin[5]. Tewere û dendrîtên xaneyên glîa tune, lê dîsa jî hem di navbera xaneyên glîa de hem jî di navbera xaneyên glîa û demarexaneyan de alûgorkirina ragihandinan rû dide[6].

Erkên serekê yên xaneyên glîa

biguhêre

*Piştgiriya demarexaneyan dikin.

*Demarexaneyan xwedî dikin[7].

*Cihê demarexaneyan zexm dikin.

*Li ser rûyê tewereyên demarexaneyan bergê maylînî dirûst dikin.

*Li hember hokarên nexweşiyê bergirî dabîn dikin.

*Ji bo livîn û cihbûna tewereya xaneyên nû rêberî dikin[7].

*Paşmayiyên zîyanbexş ji hawirdorê dûr dixin.

Corên xaneyên glîa

biguhêre

Şeş corê xaneyên glîa hene. Ji vana çar heb di demarekoendama navendî de, du heb jî di demarekoendama çêwe de cih digirin[1].

Xaneyên glîa yên demarekoendama navendî

biguhêre
 
Şeş corên xaneyên glîa

Xaneyên astrosît (stêrkexane)

biguhêre

Di zimanê yewnanî de ji bo sterkan peyva astron tê bikaranîn[8]. Ji ber ko şêweyê van xaneyan dişibe stêrkan, navê astrosît ango stêrkexane lê kirine. Ji laşê stêrkexaneyan gellek niçik dirêj dibin ber bi derve, lê vana ne dendrît û ne jî tewere ne. Stêrkexane bi van niçikan, bi demarexaneyan, mûlûleyên xwînê û bi bestereşaneyê ve alûgorkirina ragîhandinan dike. Stêrkexane palpiştî û alîkariya demarexaneyên li demarekoendama navendî dike. Xestiya madeyên nav şileya navbera demarexaneyan rêk dixe. Demarexaneyan bi xurekên nav xwînê xwedî dike. Demareguhêzeran ji hawirê dûr dixe. Rê li ber hin madeyên jehrî yên nav xwînê digire, nahêle derbasê mejiyê bibin. Rêberiya demarexaneyên nû dike, ji bo cih bûna wan di nav mejî de. Stêrkexane xestiya potasyuma derveyê xaneyê rêk dixe, bi vî awayê di gehînkeyan de guhaztina erkê kar ji demarexanek bo demarexaneya din ve tê rêkxistin.

Xaneyên olîgodendrosîd

biguhêre

Peyva “oligo” ji bo çend, hinek, hindek tê bikaranîn. (oligo- = “hindek”; dendro- = “liq”; -cyte = “xane”)[1]. Xaneyên ko bi çend (hinek) dendrîdî ne wekî olîgodendrosît tê navkirin. Ji laşê xaneyê hindek niçik dirêjê derve dibin. Her yek ji van niçikan xwe digihînin tewereyekî û rûyê derveyê tewewreyê dipêçînin. Bi vî awayê bergê maylînî çêdibe. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyên demarekoendama navendî ji hev cihê dikin, da ko erkê kar li tewereyê bi şeweyi elektrîkî, leztir û hêsantir bêne guhaztin[9]. Dibe ko xaneyêk olîgodendrosît ne yek lê zêdetir bergê maylînî dirûst bike li ser tewereyek an jî pirtir tewereyan.

Xaneyên mîkroglîa

biguhêre

Xaneya herî hûrik û bi hêjmara herî kêm a xaneyên glîa ye[5]. Loma navê mîkroglîa lê kirine. Wekî xaneya hellûşênera gewre (bi îngilîzî: macrophage cell)kar dike. Ango hokarên nexweşiyê dadiqurtîne û tune dike[9]. Herwisa xaneyên ziyangirtî jî ji aliyê xaneyên mîkroglîa ve tenê têkşikestin û ji hawirdorê tên dûrxistin[10].

Xaneyên ependîmî

biguhêre

Xaneyên ependîmî, xwînê parzûn dikin, ji xwînê hin made û şilemênî digrin ji bo çêkirina şileya mejî . Xaneyên ependîmî xaneyên kûlkdar in[9].

Xaneyên glîa yên demarekoendama çêwe

biguhêre

Xaneyên peykê (peykexane)

biguhêre

Xaneyên peykê wekî mîna peyka derdora dinyayê, laşê demarexaneyan dorpêç dikin, loma vê navê lê kirine[1]. Xaneya peykê, xaneyek pahn e, bê niçik e. Peykexane palpişta demarexaneyên demarekoendama çêweyê dikin, wan xwedî dikin,

Xaneyên Schwann

biguhêre

Xaneyên Schwan tewereyên demarexaneyan bi bergê maylînî dipêçînin[11] . Berevajî xaneyên olîgodendrosîdê, her yek ji xaneyên Schwann tenê beşek tewereyê dipêçinin. Ango tewereya demarexaneyek ji yekî zêdetir xaneyên Schwann li ser xwe digire.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  3. ^ Fields, R. D., Araque, A., Johansen-Berg, H., Lim, S. S., Lynch, G., Nave, K. A., Nedergaard, M., Perez, R., Sejnowski, T., & Wake, H. (2014). Glial biology in learning and cognition. The Neuroscientist : a review journal bringing neurobiology, neurology and psychiatry, 20(5), 426–431. https://doi.org/10.1177/1073858413504465
  4. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  6. ^ Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
  7. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. ^ astro-. (n.d.) Collins English Dictionary – Complete and Unabridged, 12th Edition 2014. (1991, 1994, 1998, 2000, 2003, 2006, 2007, 2009, 2011, 2014). Retrieved February 27 2020 from https://www.thefreedictionary.com/astro-
  9. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  10. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  11. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.