Demarekoendama çêwe

beşek serekî ye ji koendama demarê

Demarekoendama çêwe (DKÇ) (bi îngilîzî: peripheral nervous system (PNS)) beşa koendama demarê ya ji demax û dirkepetikê belavê laş dibe.

Beşa koendama demarê ya ji bilî demarekoendama navendî (DKN), wekî demarekoendama çêwe (DKÇ) tê navkirin[1].

Erk û pêkhate

biguhêre
 

DKÇ, kartêkirin ji hawirdorê ber bi DKN ve dişîne, bersîva DKN jî diguhêzîne xaneyên armanc ên masûlke an jî rijênan. Ango DKÇ di navbera DKN û laş de navbeynkarî dike. Çalakiya DKÇ bi navbeynkariya du cure demarexane pêk tê, demarexaneyên hestê û demarexaneyên livînê. Li tewerekotahiya demarexanyên hestê de hestewergir hene, demarexane bi alîkariya van wergiran kartêkiran ji hawirdorê werdigire û dişîne DKN, loma demarexaneyên hestê wekî demarexaneyên hatî (bi îngilîzî: afferent neuron) jî tên navkirin. Ragihandinên DKN, bi navbeynkariya demarexaneyên livînê ji boy masûlke û rêjênan tên şandin. Laşê demarexaneyên livînê di DKN de, tewereyên wan di DKÇ de cih digire. Ji ber ko demarexaneyên livînê ji DKN dirêjê derûdorê dibe, wekî demarexaneyên derketî (bi îngilîzî: efferent neuron) jî tên navkirin[2].DKÇ ji girêk (koma demarexaneyan) û demarên ( gurza tewereyan) li derveyî demax û dirkepetikê pêk tê. Girêk du cure ne, girêkên hestê û girêkên xweyî. Girêkên hestê li ser demarên pişteregê yên dirkepetikê de cih digirin. Girêkên xweyî yên beşa sîmpasawî li herdu aliyên dirkepetikê de wekî zincîra girêkên sîmpasawî, girêkên beşa parasîmpasawî jî li nêzîkê endaman an jî li nav endaman de cih digire[3]. Ji gurza tewereyên (rîşalên) demarexaneyan re demar tê gotin. Demarekoendama çêwe bi demax û dirkepetikê ve bi şeweyê cotên demarî girêdayî ye. DKÇ ji 43 cotên demar pêk tê. 12 cot demar li hêla demaxê de girêdayî ne, ji van 12 cot demaran re demaxedemar tê gotin[4]. 31 cot demar ji bi dirkepetikê ve girêdayîne. Ji van demaran re dirkedemar tê gotin. Dirkedemar ji demarên hestê (demarên hatî) û demarên livînê (demarên derketî) pêk tên. Her yek ji dirkedemar bi du regan, singereg û zikereg bi dirkepetikê ve girêdayî ne. Demarên hatî li pişteregê, demaren derketî jî li zikeregê de cih digirin[5]. Hemû 43 cotên demar an ji DKN ragihandin diguhêzînên laş, an jî ji hestewergiran ragihandin dişînin ji boy DKN. Demax û dirkepetik di nav şileya mejî-dirkepetik de bi perdeyên mejî tên parastin û xwedîkirin, lê DKÇ bi van pêkhateyan dorpêçî nîn e.

 
Demarekoendam çêwe ji demarên hestê û demarên livînê pêk tê

Beşên demarekoendama çêweyê

Li gor çalakiya demaran, DKÇ dabeşê du beşa dibe.

1.Damarên laşî (bi îngilîz: somatic nerves): Ji demarekoendama nevendî, demareragihandin diguhazînin ji boy livîna masûlkeyên peykerê, an jî ji hestewergiran ragihandin dişînin boy DKN. Herwisa evan demaran wekî “beşa laşî” an jî “demarekoendama laşî “jî tên navkirin.

2.Demarên xweyî (bi îngilîzî: autonomic nerves): Demareragihandinên ji DKN, dişînin boy lûsemasûlke, dilemasûlke û rijênan. Beşa demarên xweyî wekî “demarekoendama xweyî” (bi îngilîzî: autonomic nervous system) tê navkirin[6].

Beşa Laşî

biguhêre

Ev beş hin caran wekî demarekoendama laşî tê navkirin[7]. Çalakiyên beşa laşî ji aliyê hestewrgir, xaneyên hestê û xaneyên livînê ve tê rêkxistin. DKN bi alîkariya beşa laşî, li dij kartêkir an jî guherînên derûdora laş bertek nîşan dide[2]. Bi gelemperî beşa laşî ji boy çalakiya masûlkeyên xwewîst û demarên hestê, navbeynkarî dike. Demarexaneyên hestê ji hestewergiran agahî digire û dişîne DKN. Li demarekoendam navendî agahiyên ji hestewergiran tê şîrovekirin û bersîva guncav bi şeweyê demareragîhandin, bi navbeynkariya demarexaneyên livînê ji boy endama armanc tê şandin. Bersîva demarekoendama navendî ji boy girjbûn an jî xavbûna masûlkeyên peykerê ye.

Mînak;

Gava dergûşa wê digirî, berteka dayikê piştê van gavên li jêrê çêdibe.

-Bi girîna dergûşê, pelên dengê dergûşê digihîje guhê dayikê.

-Deng ji boy wergirên bihîstinê kartêkir e. Wergir vê kartêkirê bi şeweyê demareragihandin, bi navbeynkariya demarexaneyên hestê, ber bi demarekoendama navendî ve dişine.

-Li tûkilê mejî de beşên bihistînê heye, gava dengê dergûşê gihîşt wê dere, mejî ji ber serpêhatiyên demên borî, dengê dergûşê dinase.

-Bi vî awayê dayik tê digihîje ko ev deng ne dengê radyoyê, an jî ne dengê kesek dinê ye lê dengê dergûşa wê ye.

-Demax bi demarexaneyên livînê, masûlkeyên dayikê çalak dike, dayik ji cihê xwe radibe diçe dergûşa xwe digire hembêza xwe û wê aş dike.

Her wekî li mînaka jorê, bi gelemperî çalakiyên beşa laşî bi awayekî xwewîstî, bi hemdê mirov rû dide. Lê hin refleks jî ji aliyê beşa laşî ya demerekeondama çêwe ve tên kontrolkirin[7]. Wekî mînak heke derzî an jî dirî di tiliya mirov de biçe, mirov bê hemdê xwe destê xwe dikişîne ev dest kişandan refleks e, ji aliyê dirkepetikê ve tê kontrolkirin. Di refleksa destkişandinê de hestewergir, demarêxaneyên hestê û demarexaneyên livînê beşa laşî ya demarekoendama çêwe ye.

Beşa xweyî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Demarekoendama xweyî

Bi gelemperî beşa xweyî, wekî demarekoendama xweyî tê navkirin. Çalakiyên xwenewîstî yên laş ji aliyê demarekoendama xweyî (DKX) ve tê rêkxistin. Demarexaneyên livînê yên beşa xweyî, demareragihandinên ji demarekoendama navendî, ber bi lûsemasûleke, dilemasûlke û rijênan ve diguhazîne. Lûsemasûlke û dilemasûlke, masûlkeyên xwenewîst in. Ango çalakiya van masûlkeyan bê hemdê mirov rû dide. Çalakiyên pişikan, dil, rijên û masûlkeyên lûse ji aliyê DKX ve tê kontolkirin û rêkxistin[4]. Demarekoendama xweyî ji sê beşan pêk tê, sîmpasawî, parasîmpasawî û enterî. Ji vana beşa sîmpasawî û parasîmpasawî temamkerên hev in, bandora çalakiya wan a li ser laş hevdij e[8]. Ango heke beşa sîmpasawî çalakiya endamek zêde bike, demek şûnde îcar beşa parasîmpasavî rêjeya çalakiya laş dadixîne asta asayî. Beşa sîmpasawî laşê mirov amade dike ji boy rewşa awertê. Dema mirov bi rewşek xedar ve rûbirû dimîne, dikeve heyecanê, pêdiviya laş boy enerjiyê zêdetir dibe. Beşa sîmpasavî ragihandin dişîne ji boy hin endaman. Wekî mînak bi çalakiya beşa sîmpasawî, ji rijênê adrenalê hormona adrenalîn tê derdan, rêjeya lêdana dil zêdetir dibe, leza hanesedanê zêdetir dibe, kezeb glîkojenê hildiweşîne boy glukozê û der dide nav xwînê, çalakiya koendama herisê û mîzê kêm dibe, bîbikê çavan fire dibe. Bi vî awayê laş xwe amade dike ji boy bazdanê an jî şerkirinê. Bandora beşa sîmpasawî ji boy demek kurt e, laş hewl dide ko vegere rewşa asayî. Beşa parasîmpasawî demareragihandin dişîne hemû endamên ko ji ber handerkirina beşa sîmpasawî çalak bûne. Demareragihandinên beşa parasîmpasawî berevajiyê ragihandinên sîmpasawî ye. Ji ber bandora beşa parasîmpasawî hemû endam û koendamên laş vedigere rewşa asayî.

Beşa sêyem a demarekoendama xweyî, beşa enterî ye, ev beş ji tora demarexaneyên ko li derûdora coga herisê de cihbûyî pêk tê. Derdana enzîmên herisê û çalakiya lûsemasûlkeyên coga herisê ji aliyê beşa enterî ve tê kontrolkirin[8].

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  2. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  7. ^ a b Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  8. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.