Galaktoz (ji peyvên galacto + ose, "şekira şîrê" çêbûye) karbohîdradek monosakkarîdî ye. Wekî "şekira şîrê" tê binavkirin. Şîrîniya wê ji ya fruktoz û glukozê kêmtir e. Di siruştê de galaktoza serbest tune ye. Galaktoz di pêkhateya laktozê de heye. Ji xeynî şîrê ajalan, hin riwek an jî berhemên riwek jî galaktoz dihundirînin. Wekî mînak, hêjîr, bindeq û fasûlî. Ji bilî vê, di çêbûna molekulên bi navê glikoprotinê jî pêdivî bi glaktozê heye. Li ser parzûna xaneyên mêjî de gellek molekulên galaktozê heye, loma navek din a galaktoz şekira mêjî ye.

Galaktoz monosakkarîdek şeşkarbonî ye

Guhandar (memikdar) di xaneyên memikên xwe de ji glukozê galaktoz çêdikin. Ji glukoz û galaktozê jî şîr çêdikin. Laktoz karbohîdradek dîsakkarîdî yê şîrê ye. Laktoz ji galaktoz û glukozê pêk tê. Enzîma laktaz ji bo dehandina laktozê tê bikaranîn. Formula kîmyayî ya galaktozê C6H12O6 e.

Laktoz + laktaz → glukoz + galaktoz + laktaz

Cureyên galaktozê biguhêre