Herisa karbohîdradan

Mirov ji sê cure xurek enerjiya ATP bi dest dixe, vana ; karbohîdrad, çewrî û proteîn nin. Ji boy mirov, çavkaniya yekem a enerjiyê karbohîdrad e. Ango gava pêdiviya mirov bi enerjiya ATP hebe, pêşî xurekên karbohîdradî wekî çavkanî tê bi kar anîn. Paşê çewrî, herî dawî jî proteîn ji boy peydakirina enrjiyê tê bi karanîn.

Cureya karbohîdradan biguhêre

Xwarinên rojene yên wekî; lazût, kartol, pîvaz, tivir, gêzer, savar, birinc, şîr, penêr, şekira çay, hingiv, bîra(bi îngilîzî beer), hemû tiştên ji arvan çêbûyî (nan, maqarne, biskiwît, hwd), hemû cureyên fêkî(zebeş, tirî, sêv, mişmiş, porteqal hwd), bastêq û dimis mînakin ji boy xurekên karbonhîdradî. Karbohîdrat ne navê yek, lê navê komek made ye ku wek sakkarîd jî tên bi navkirin. Peyva sakkarîd ji peyva latînî ya saccharum çêbûyê. Wateya saccharum şekir e. Loma şekir navê gelemperî ye ji boy karbohîdradan. Her çiqas mirov di jiyana rojane de xurekên şirin ên wekî şekirê çayê, hingiv an jî şîraniyan, wekî madeyên bi şekir re têkildar bihesibîne jî, a rastî ev e ku şekir her tim şîrîn nîn e. Wekî mînak kartol, pîvaz û nan gellek karbohîdrad (şekir) lixwe digirin lê tahma wan ne şîrîn e. Mirovên bi nexweşiya şekir (diyabet)ketinê, ne tenê şekira çayê, lê divê hemû cure xurekên karbohîdradî kêm bixe. Li gor qebareya molekulê, xurek sê cure karbohîdrad lixwe digirin, monosakkarîd, dîskkarîd û polîsakkarîd[1]. Wateya ‘mono-’ ‘’yek’’ ; a sakkarîd ‘’şekir’’ e. Ango wateya monosakkarîd; karbohîdradên yek şekirî ye. Ji ber ku tenê ji molekulek pêk tê, monosakkarîd wekî şekira sakar tê bi navkirin. Monosakkrîda nav xurekan, bê ku bên heriskirin, rasterast di rûviya zirav de tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Glukoz, fruktoz û galaktoz karbohîdradên monosakkarîdî yê şeşkarbonî ne. Glukoz wekî şekira tirî an jî şekira xwînê jî tê bi navkirin. Herwiha fruktoz jî wekî şekira fêkî bi nav dibe. Monosakkarîd yekeya karbohîdradên aloz e. Du molekul monosakkarîd bi awayek kîmyayî yek dibin û karbohîdradên dîsakkarîd çêdikin. Sukroz (şekira çayê), laktoz (şekira şîrê), maltoz( şekira bîrayê) cureyên dîsakkarîd in. Karbohîdradên dîsakkarîdî pêşî tê heriskirin boy monosakkrîdan, paşê tev lê xwînê dibin. Polîsakkarîd karbohîdradên herî gir û aloz in. Bi hezaran molekul glukoz bi awayek kîmyayî bi hev re tên girêdan, bi vî awayê polîsakkarîdên wek nîşa û glîkojen peyda dibin. Riwek xurekê zêde, wekî nîşa di xaneyên xwe de embar dikin. Loma xwarinên ji riwek tên bi destxistin, ên wekî kartol, nan, pîvaz gellek nîşa lixwe digire. Karbonhîdradên polîsakkarîdî di dev û rûviya zirav de tê heriskirin boy glukozê. Li gel nîşa û glîkojenê, kîtîn û seluloz jî karbohîdradên polîsakkarîdî ne, lê kîtîn û seluloz ne herisbar in[2]. Herisa karbohîdradên polîsakkarîdî di devê mirovde dest pê dike, li rûviya zirav de heriskirin bi davî dibe. Heriskirina dîsakkarîdan di rûviya zirav de rû dide.

Herisa karbohîdradan di dev de biguhêre

Ji lîkerijênê li gel lîkê, enzîma amîlaz jî tê berhemkirin û derdan[1]. Amîlaz enzîma heriskirina nîşa û glîkojenê ye. Gava mirov loqa xurekê di dev de dicû, di heman demê de amîlaza lîkê jî tevlê xurekê dibe. Dibe ku loqa xurekê li gel karbohîdrad, çewrî û proteîn jî lixwe bigire, lê amîlaza lîkê tenê li ser karbohîdrad bandor dike. pH a devê mirov ji ber derdana lîkê, di navbera 6,5 û 11,5 e[3]. Amîlaz herî baş di vî pHêde çalak e. Amîlaza lîkê nîşayê hildiweşîne boy dekstrîn û maltozê. Dekstrîn jî karbohîdrada polîsakkarîdî ye, lê ji molekula nîşayê hûriktir e[4],loma di nav karbohîdradên olîgosakkarîd de tê polenkirin. Bi daqurtina loqê ligel maltoz û dekstrînê, nîşaya ne herisbûyî jî derbasî soriçikê dibe. Di soriçikê de enzîmê herisê tune û pileya pH a soriçikê mîna ya dev e, loma enzîma amîlazê çalakiya xwe ya li ser nîşayê li vir jî didome.

 
Herisa karbonhîdradan di dev û rûviya zirav a mirov de rû dide.

Herisa karbohîdradan di rûviya zirav de biguhêre

Amîlaza lîkê di dev û sorinçikê de çalak e, lê di gedeyê de ne çalak e. Pileya pH a gedeyê 1,5- 2,5 e ango asîdî ye. Amîlaz di dorhêla asîdî de hildiweşe û kar nake. Li gedeyê ji boy heriskirina karbohîdradan enzîm nayê derdan, loma herîskirina nîşayê jî rû nade. Beşa donzdetilîk a rûviya zirav de ji ber derdana zerav û şilemeniya pankreasê, pH a hawirdorê derdikeve navbera 7-8 ê[5]. Li gel îyonên bîkarbonatê, pankreas ji boy koendama herisê enzîm berhem dike. Pankreas ji boy heriskirina nîşayê, amîlaz berhem dike û der dide nav rûviya donzdetilîkê. Amîlaza pankreasê, nîşaya ne hersbûyî ya ku ji çalakiya amîlaza lîkê filitiye, heris dike boy maltozê. Di rûviya zirav de li gel nîşa û dekstrînê, karbohîdraden dîsakkarîdî jî tên heriskirin. Ji xeynî pankreasê, rûkeşexaneyên rûviya zirav jî hîn enzîman berhem dikin boy dîsakkarîdan û der didin nav rûviyê. Dekstrînaz, maltaz, sukraz û laktaz enzîmên rûviya zirav e[6]. Dekstrînaz dekstrînê hildiweşîne boy maltozê. Dibe ku ji bilî nîşayê, karbohîdradên dîsakkarîdî jî di nav xurekê de hatibe xwarin. Vê gavê çalakiya enzîmên dîsakkarîdan dest pê dike. Maltaz, maltozê heris dike boy du molekul glukozê. Sukraz, sukroz(şekira çayê) hildiweşîne boy glukoz û fruktozê. Laktaz, laktozê(şekira şîrê) hildiweşîne boy glukoz û galaktozê[5]. Bi vî awayê xurekên karbohîdradî heris dibin boy monosakkarîdan. Monosakakrîd molekulên sakar in, ji aliyê memîleyên li ser rûyê rûviya zirav de tên mijandin û tevlê xwînê dibin[7].

Nexweşiya kêmtoleransiya laktozê biguhêre

Mirovên ku di rûviya wan da bi têra xwe laktaz çênabe, wekî nexweşên kêmtoleransiya laktozê bi nav dibin (bi îngilîzî:lactose intolerance). Ev kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê heriskirin û dibe sedema vijik û gazên rûvî[7].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  2. ^ OpenStax Biology. 2013. [1]
  3. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  4. ^ dextrin." The Columbia Encyclopedia, 6th ed.. . Retrieved July 17, 2019 from Encyclopedia.com: [2]
  5. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [3]
  6. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. ^ a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.