Meqarne, pasta, makaron, mekarne (îtalî pasta di wateya hevîr de ye) rişteyên hevîrî (hevîr-rişte, rişte, êrişte, evrişte) yên nûjen ku pirranî ji Îtalyayê belav bûne re tê gotin.

Li laboratûarek pîvandina kalîteya pastayê
Hilberîna meqarneyê (Pasta fresca)

Îtalî jê re pasta dibêjin. Alman ji hemiyan re Nudel, ji ya nûjen a îtaliyan navdar kirine re jî pasta dibêjin.

Kurd, bi bandora tirkî meqarne, mekarne, makaron dibêjin. Lê ev dibe sedemê tevlîheviyan. Lewra meqarne tenê ji rişteyên îtalî re tê gotin ku îtalî bi xwe jî jê re dibêjin pasta.

Ji ardika genimê (bindan) û avê tê çêkirin. Meqarneyên nûjen di gelek forman de ne û herwiha gelek tişt dikevinê.

Dîroka meqarneyê biguhêre

Dîroka wê gelek kevn e. Cara berê li Çînê (206 b.z. heya 220 p.z.) dihatibûye xwarin. Li her parzemînê ji hevîrê di forma pastayê de xwarin dihatibûne çêkirin. Kurdan jî bi navê hevîrrişte (êrişte, evrişte, rişte) çêkirine ku ev peyv derbasê tirkî jî bûye.

Ji bo tevlîhevî ji holê rabe, mirov dikare bêjeya meqarneyê bike hevîrrişte û ji meqarneyên nûjen ên îtalî jî bike pasta.

Sala 1992 li paytextê Îtalyayê Romayê mûzexaneyeke pastayê hate vekirin ku mînakeke wê ya din nîne, Museo Nazionale delle Paste Alimentari.

Cureyên pastayê biguhêre

  • Pastayên çorsane
  • Pastayên bivîtamîn
  • Pastayên bizebze
  • Pastayên bihêk
  • Pastayên hundirê wan dagirtî ne
  • Pastayên bikapek
  • Pastayên xingalî (bigoştm bipenîr ûêd)
  • Pastayên bişîr

Pastaya bireng biguhêre

Hêk, fringî û siyale rengê xwe didin pastayê, di hinekan de kêm, hinekan de zêde tên bikaranîn. Dîsa kakao, biharat û gelekên din jî bo çêj û rengê tên bikaranîn.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre