Hestiyê pitew (bi inglîzî: compact bone) yek ji du corê şaneya hestî.

Hestî ji du şaneyên sereke pêk tê, şaneya hestiyê pitew û şaneya hestiyê îsfencî.

Hestî ji du şaneyên sereke pêk te, şaneya hestiyê pitew û şaneya hestiyê îsfencî.[1] Rûyê derveyî hestiyan bi çînek req dapoşrav e, ev çîna hestî wekî hestiyê pitew tê navkirin. Hestiyê pitew şaneyek çirr, req û lûs e. Doxa hestiyên dirêj ji şaneya hestiyê pitew pêk tê.[2] Kêlena nav doxa hestî, moxê hestî li xwe digire.[3] Hestiyê pitew li bin bergê hestî de cih digire, hestiyê diparêze û zexmtiyê dide hestiyê.[4] %80yê giraniya hestiyê laş ji hestiyê pitew pêk tê.[5]

Pêkhateya hestiyê pitew li bin mîkroskobê de biguhêre

Şaneya hestiyê pitew ji çînên bazinî yên tenik pêk tê. Çînên bazini wekî perik tên navkirin. Perik (bi latînî: lamellae) li derdora cogên navendî de bi awayekî yeknavendî rêz dibin. Coga navendî û koma perikên dora wê, bi hev re wekî lûle an jî sîstema havers (bi inglîzî: Haversian system, ji Clopton Havers (en), an bi latînî: osteon) tê navkirin.[2] Lûle di hestî de bi awayekî paralelê hev û paralelê doxa hestî dirêj dibin.

Beşên sîstema Haversê biguhêre

Di hestiyê pitew de sîstema Havers (lûle) ji coga Havers, perikên yeknavendî, xaneyên hestî û cogikan pêk tê.[6]

Coga Havers biguhêre

 
Lûle di hestiyê pitew de bi awayekî paralelê hev û paralelelê doxa hestî dirêj dibin.

Di navenda sîstema Havers de cogek lûleyî dirêj dibe, ev cog wekî coga Havers an jî coga navendî (bi inglîzî: Haversian canal an bi inglîzî: central canal) tê navkirin. Di nav coga Havers de, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene.[5] Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xurek û oksîjen ji bo xaneyên hestî tê dabînkirin.[7]

Perikên yeknavendî biguhêre

Perikên yeknavendî (bi inglîzî: concentric lamellae), xelekên bestereşaneya hestiyê ne. Perik li derdora coga Havers de bi şêweyek yeknavendî cih digirin. Hejmara perikên yeknavendî li hemû lûleyan de ne yek e. Perik rîşalên kolojen li xwe digirin. Rîşalên kolojen ên perikên cînar, di heman alî de dirêj nabin. Wekî mînak, heke rîşalên kolojen ên perikek ber bi çepê jor ve dirêjî be, rîşalên perika cînar ber bi rastê jor ve dirêj dibe. Rêzbûn û dirêjbûna rîşalan a bi şeweyê dijalî, zexmtiya hestiyê zêdetir dike.[6] Xaneyên hestî (bi latînî: osteocytes) di nav kelênan (bi latînî: lacunae) de, di navbera perikên cînar de cih digirin. Perik li gel rîşalên kolojen, xweyên kalsiyum û fosfor jî li xwe digire, reqbûna hestî ji ber kombûna xwêyan a li navbera rîşalan e.[8]

Cogik biguhêre

Li şaneya hestiyê pitew de her kelênek bi navbeynkariya cogên gelek biçûk bi kelênên din ve girêdan ava dike, ji van cogên hûrik re tê gotin cogik (bi latînî: canaliculi). Xaneyên hestî yên di nav kelênan, niçikên sîtoplazmaya xwe di cogikan de dirêjê xaneyên din dikin, bi vî awayê di navbera xaneyan de ragihandin çêdibe.[7] Herwisa di navbera coga Havers û xaneyên hestî de alûgorkirina xurek, gaz, mîneral û madeyên paşmayî jî bi rêya cogikan rû dide. Ango cogik him xaneyên hestî bi hev re girê didin, him jî xaneyên hestî bi coga Havers ve girê didin.[9]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  3. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  5. ^ a b Waugh, Anne; Grant, Allison (2014). Ross & Wilson Anatomy and Physiology in Health and Illness. Chambers, Graeme; Ross, Janet S. (Çapa 12). Edinburgh: Churchill Livingston Elsevier. ISBN 978-0-7020-5325-2. OCLC 863202761.
  6. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  9. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.