Sipkî yan jî sipkan, yek ji konfederasyona eşîrên kurdan e û yek ji eşîrên mezin ên Kurdistanê ye. Sipkî bi baweriya xwên berê êzîdî bûn û di sedsala 18em de ji ber komkujiyê ji herêma Şingalê belavê cihên xwe yên niha bûne. Bi taybetî li Dutax, Panos, Dîxor, Erdîş, Agirî, Milazgir, Elcewaz, Xinûs, û li Qers, Erzirom, Wan, Îdir, Erdêxan, Bedlîs û Mûş Şirnex Sêrt Êlih Amed Mêrdîn dijîn. Li Başûrê Kurdistanê bajarên Zaxo û Dihokê dijîn, bi navê Silêvanî tên naskirin. Di nava Kurdên Anatolyê de jî gelek sipkî hene. Ên ku li van deran dijîn bûne misilman. Hinek jî li Ermenistan û Gurcistanê dijîn û êzdî ne. Helbet li Kurdistan, Qefqasya, Tirkiye û Ewropayê jî belav bûne.

Eşîra Sipkî
Agahiyên gelemperî
Hoz Xelesinî
Birîmî
Masekî
Torûnî
Şemsîkan
Manikî
Sturkî
Rojkî
Isedizî
Mîxayîlî
Ûtî
Kilêrî
Kasorî
Mamzêdî
Hesiniyan
Derecekî
Belî
Çilî
Kaşaxa
Kareyî
Pîvazî
Recevî
Sahanîya
Şanezera
Bilkî
Esil Kurd
Ziman Kurmancî(serhedî)
soranî
Herêmên dîrokî Serhed
Behdînan
Belavbûn Agirî
Qers
Îdir
Wan
Mûş
Xinûs
Bedlîs
Zaxo
Dihok
Êrîvan
Tbîlîsî
Demografî
Gelhe ~ 500.000
Bawerî
Dîn Îslam
Êzidîtî(Şerfedin)
Serokeşîra Sipkî Yûsiv Beg (Koşk, Dutax), 1893
Xalis Begê Sipkî di serhildana Agiriyê de. (Ji rastê: Xalis Begê Sipkî, Îhsan Nûrî Paşa, Ferzende Beg)
Sipkiyên siwarî ku ji bo tevlî Hengên Hemîdiyeyê bin li Qerekoseyê kom bûne.(ss.19)

Ji aliyê Yavûz Siltan Selîm ve di sala 1514an de eşîr ji herêma xwe hate derxistin û ji bo ewleyiya sînorên Împeratoriya Osmanî nêzikê sînorên Rûsya û Îranê re hat bicihkirin.

Di sala 1639an de bi Peymana Qesr-î Şîrînê ku di navbera tirk û farisan de hat çêkirin re sipkî bitevayî ji rêveberiya Osmaniyê re hatin hêlan.

Di navbera salên 1829 û 1854 û 1877an de şerên ku di navbera tirk û rûsan de derketin sipkî ji aliyê rûsan bûn û şer kirin. Eşîra sipkî bi eşîra heyderî ve rehet nedane Dewleta Osmanî.

Sipkî yên li bajarên din ên Kurdistanê

biguhêre
  • Curnê Reş (Heylûn, Dêjnik) (bi xwe re dibêjin Sînîkan)

Sipkî yên Anatolyaya Navîn

biguhêre

Haymana, Çankaya, Polatlı

Kulu, Cihanbeyli

Gundên Sipkî yên li Ermenistanê

biguhêre

Talîn, Êçmîazîn, Serdereb, Axbaran (Navçe)

Асланлу(Eslanlû), Асиблах(Asîblax), Зор(Zor), Аличалу(Alîçalû), Карахтин(Qerextîn), Аставлу, или Гунде Шеха(Astavlû), Кырблах(Qirbilax), Басинак(Basînek), Сойблах(Saybilax), Коджбаши(Qocbaşî), Ташушан(Taşûşan), Тярмашев(Germaşiv), Дамысхан(Demisxan), Хрбе сор(Xirbê Sor), Куч(Qûç), Хане(Xane), Гогырмас(Gogirmes), Карако(Qerequ), Гунде Ашо-Хусейн(Gundê Eşo Hisên), Бандамурад(Bendemûrad), Ташкорпи(Taşkorpî), Карахесар(Qerehesar), Чарсала(Çarsale), Омбла(Ombla), Дутах(Dutax). (Gund)

Talîn(Թալին)

biguhêre

Sîçanlû, Heko, Beroj, Gelto, Qibix, Zurbe, Keleşbeg, Sorîk, Tilik,

Çamûşvana mezin (Elegez), Pampa Kurdan, Korbilax

Cihên Sipkî yên li Gurcistanê

biguhêre

Tbîlîsî, Gûrya, Rustavî, Kutaisi, Telavî, Gardabani û Kobuletî. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem ji Ermenistanê koç kirine.

Axa û Begên eşîra Sipkî

biguhêre

Melayên navdar

biguhêre

Kesên Girîng

biguhêre
biguhêre

Yek ji Pêşmerge(Fermandar)yên sereke yên serhildana Agiriyê kurê Abdulmecîd Begê, Xalis Begê Sipkî ji vê êlê ye.[2]

Siyasetmedar

biguhêre

Evdilvahîd Ehmedê ji Dihokê li Parlamena Kurdistanê(Başûrê Kurdistanê) parlamenterîya Partiya Demokrat a Kurdistanê dike.[3]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b c "Kovara Nûdemê". Dîroka Kurdên Sovyeta Kevin (Wezîrê Eşo). 31: r. 12. 1999. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 çiriya paşîn 2001. Roja gihiştinê 29 gulan 2022.{{cite journal}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ Rohat Alakom (1998). Hoybûn örgütü ve Ağrı ayaklanması (bi tirkî). Avesta. r. 180. ISBN 9757112453.
  3. ^ "پارتی دیموکراتی کوردستان - نوێبوونەوە ، دادپەروەری ، پێکەوەژیان". www.kdp.info. Roja gihiştinê 29 gulan 2022.

Girêdanên derve

biguhêre