Avkevir an jî Avekevir [çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Taşlıçay) yek ji navçeyên Agirîyê ye. Di sala 1954'î de bûye navçe û bi Agiriyê ve hatiye girêdan. Rûber 798 km², bilindahî ji rûyê avê 1.660 m ye. Ji aliyê sirûştê ve erdê navçeyê gelek ciwan e.Çemê Muradê û şaxên wê, Çemê Botî, Mîrzexan , Kûbik , Geldûş û Dîdem , Çiyayê Sînegê , Çiyayê Eledaxê , Gola Sodo , Gola Tirşo û Gola Qulingê hwd xwedî sirûşteke pirr ciwan e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.

Navçeya Avkevirê
Taşlıçay
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Agirî (parêzgeh)
Serbajar Avkevir

Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 37 gund

Gelhe (2020) 22.421[1] kes
Rûerd 798 km2
Berbelavî 23,5 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2020) 6.500 kes
Koordînat 39°38′0″Bk 43°22′40″Rh / 39.63333°Bk 43.37778°Rh / 39.63333; 43.37778
Bilindayî 1.660 m
Koda postayê 04800
Koda telefonê (+90) 472
Avkevir li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Avkevir
Avkevir
Avkevir (Tirkiye)

Gelê herêmê heya avabûna Komara Tirkiyê bi tevahî ji Kurdan pêk dihat. Di salên 40, 50 û 90'î de dewleta Tirk ji Asyayê gelek malbat aniye û bicihkiriye. Vêgav 87 % Kurd, 13 % jî Terekeme, Azerî hwd dijîn. Beriya Terteleya Filehan li herêmê gundên Filehan jî hebûn, lê niha nînin. Gorî hejmartinên sala 2020'î hejmara navendê 6.500 û bi giştî jî 21.839 e. 37 gund û 21 mezre girêdayî navçeyê ne.

Çavkanî biguhêre