Leyla Îşxan eslê xwe ji malbatek Êzidî tê û eslê vê malbatê jî digihê Bazîd'a navçeya Agiriyê. Malbata wê piştî buyerên 1912'an tevî refên reyayên Osmaniyan koçberî Rusyayê dikin û li herêma Elegezê a Ermenistanê bi cîh dibin. Herêma Elegezê dikeve li pişt çiyayê Agiriyê, ji %95 gelheya vê herêmê kurd e û navenda beşa dengê Elegezê a Radyoya Êrîvanê ye. Leyla Îşxan li vê herêmê cavê xwe li dinyayê vedikê. Malbata wê niha li Gurcistan û Moskow'ê jîyana xwe didomînin.

Dengbêjiya ku di çanda kurdî de cihek gelek girîng digirê li vê herêmê û li herêma serhedê gelek xurt û bihêz e. Kurdên Êzidî yên li vê herêmê dijîyin çand û kevneşopên xwe baş parastine û xizmetên gelek hêja li çanda kurdî zêde kirin e. Leyla Îşxan li vê herêmê bi kilam û awazên dengbêjên wekê Şakiro, Karapetê Xaço, Meryem Xan, Şeroyê Biro mezin bûye...

Leyla Îşxan a xwediyê dengê zîz û zelal muzîka kurd a otantîk bi şêweya muzîka klasîk a rojavayê rave kiriye. Demekî li gel xwîşke xwe nazê a pîyanojen tevlî hin bernameyên Roj TV'yê dibû. Bi rengê dengê xwe û teşeya xwe hunermendek tama dengbêjekî deye. Dengê wê dengê dengbêjên berê yên jin tînê bîra guhdarên xwe. Dengek şîfonî, hilû û hestîyar.

Tu albûmên orijînal ên Leyla Îşxanê tunînin lê kesên dixwezin dikarin li malperên mp3'an nêzîkî 5-6 sitranên ji bernameyên roj tv'yê hatîn tomar kirin peyda bikin. Nemaze strana bi navê were dotmam - Ayşe Şanê jî ev sitran xwendibû - û wey malîno li hemû kesên ji muzîkê fêhm dikin pend dibe. Dawiya dawî em dikarin bibêjin ku Leyla Îşxan çendî li pîyasê peyda nebe jî yek ji xwêştirîn sitranbêjên deng xwêş a kilam û sitranên kurdî ye...

Çavkanî biguhêre

Ev agahiyên derbarê Leyla Îşxanê de ji malperên înternetê hatine berhev kirin. Dibe ku hundurê xwe de şaşî û xeletiyan bihewîne...