Nemrûd (volkan)
Çiyayê Nemrûdê yan jî Stratovolkana Nemrûdê yek ji çiyayên bilind ên ku li Bakurê Kurdistanê ye û li navçeya Tetwana Bidlîsê ye. Çiyayê Nemrûdê dikeve rojavayê Gola Wanê. Çiyayekî volqanîkî ya razandiye û çalakiya wî ya dawî di sala 1441an de pêk hatiye. Bilindbûna çiyayê 2948 mêtre ye. Biştî sekana çalakiya volkanîkî, jiber daketina madeyên volkanê kortaleke li serê çiyayê pêk hatiye û piştre bi barina baran û berfê veguhestiye golê û Gola Nemrûdê ya îro derketiye holê.
Nemrûd | |
---|---|
![]() Zûnga volkana Nemrûdê li zivistanê | |
Bilindayî | 2 948 m |
Cih | Tetwan-Bidlîs, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye |
Koordînat | 38°37′0″Bk 42°14′0″Rh / 38.61667°Bk 42.23333°Rh |
Nexşeya cihan Bidlîs
| |
Cure | Stratovolkan |
Çalakbûna dawî | 1692 |
Ji ber teqandina agirpijan (volkanan) çend golên kraterî li serê çiyayê peyda bûne. Ya balkêş ev e ku gola ava sar (Gola Nemrûdê) (şîn) û Gola Germ (kesk) her çiqas nêzikê hev bin jî av ên golan yek sar yek a din jî germ e.
ErdnîgarîBiguherîne
Stratovolkana Nemrûdê li Bakurê Kurdistanê li qeraxa rojavayê Gola Wanê ye û di; 38° 37' 10 firahiya bakur; 42° 14' 28 dirêjahiya rojhilat de çiyayekî volkanê ya razandiye ku 12e kîlomêtre li rojavayê navçeya Tetwan a Bidlîsê ye. Çiyayê Nemrûdê di navbera Gola Wanê, Deşta Mûşê, Gola Nazikê û Geliyê Bidlîsê de ye.[1]
GiştîveBiguherîne
Rûbera kaldera ku li çiyayê pêk hatiye 40 km² ye. Kratera Nemrûdê li Bakurê Kurdistanê di rêza yekemîn, li Ewropayê di rêza çaremîn û li Cîhanê de di rêza şazdemîn de ye. Di kelderayê de 5 gol, gelek dergehên lavê, lûleyên lavê, kaniyên germ û 6 şikeft hene.[2]
Gola Nemrûdê ya mezin bi awayê heyvê ye û rûbera wê 15 km² ye.[3] Bilindahiya golê ji asta deryayê 2247 mêtre û ji asta Gola Wanê jî 600 mêtre bilindahiya wî heye. Gola Kraterê ya Nemrûdê bi dirêjahiya 6 kîlometreyan di cîhanê de duyemîn gola kraterê ya herî mezin e. Stratovolkana Nemrûdê herî dawî di sala 1441ê de çalak bûye.[3] Tê pêşbînîkirin ku beriya teqîna herî dawî ya çiyayê bilindahiya Çiyayê Nemrûdê nêzîkî 4100 mêtre bûye. Pîştî teqînê ji ber hilweşînên navxweyî, lûtkeya herî bilind a çiyê daketiye 2935 mêtreyê.[3]
Bi teqîna Çiyayê Nemrûdê û herikîna maddeyên volkanîk lav û tufên Nemrûdê rê Geliyê Miradê ya kevin girtiye û bi çêbûna Deşta bilind ya Rewanê Gola Wanê çêbûye. Tûfa qalind a ku di qonaxa teqîn ên dawî de derketiye holê, rê Geliyê Bidlîsê girtiye û bi van çalakiyên dawî rê li ber herikîna ava Gola Wanê qut bûye.[3]
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ "Nemrut Dağı ve Nemrut Krater Gölleri - Tatvan Etkinlik Haberleri - Tatvan Kent Bilgileri". tatvan.net. Roja wergirtinê: 15 kanûna paşîn 2022.
- ↑ "Nemrut Dağı ve Nemrut Krater Gölleri - Tatvan Etkinlik Haberleri - Tatvan Kent Bilgileri". tatvan.net. Roja wergirtinê: 15 kanûna paşîn 2022.
- ↑ a b c d "Nemrut Dağı ve Nemrut Krater Gölleri - Tatvan Etkinlik Haberleri - Tatvan Kent Bilgileri". tatvan.net. Roja wergirtinê: 15 kanûna paşîn 2022.
Girêdanên derveBiguherîne
- Nemrûd Girêdana arşîvê 6 îlon 2008 li ser Wayback Machine
- Nemrûd Bitlis
Ev gotar şitlekê girêdayî têkildarî çiya an rêzeçiyayan ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |