Gola Nemrûdê

golekî krater

Gola Nemrûdê yan jî Gola krater a Nemrûdê, duyem gola krater a herî mezinê li Cîhanê ye û gola krater a herî mezinê li Kurdistanê ye. Gola krater a Nemrûdê, navê xwe ji çiyayê Stratovolkan a Nemrûdê wergirtiye ku di encama teqîneke volkanîk de li ser heman çiyayê çêbûye. Gola Nemrûdê li rojavayê Gola Wanê di navbera navçeyên bi ser parêzgeha Bidlîsê, navçeyên Tetwan, Xelat û Norşîn de ye.[1] Kratera ku di encama teqînên volkanîk a li nemrûdê pêk hatiye, firehiya jorîn a kraterê 48 km² ye û rûbarê kraterê jî 36 km² ye. Kratera Nemrûdê jiber xwezaya xwe ya taybet her sal di mehên havînê de dibe cihê rawestgeheke geştyarî.

Gola Nemrûdê
Gola krater a Nemrûdê
Herêm Bakurê Kurdistanê
Bilindî 2 247 m
Rûber 12.36 km2
Dirêjî 4.9 km
Firehî           2.1 km
Kûrahî 176 m
Koordînat 38°37′10″Bk 42°13′20″Rh / 38.6194°Bk 42.2222°Rh / 38.6194; 42.2222
Gola Nemrûdê li ser nexşeya Bidlîs nîşan dide
Gola Nemrûdê
Gola Nemrûdê
Gola Nemrûdê (Bidlîs)
Gola Nemrûdê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Gola Nemrûdê
Gola Nemrûdê
Gola Nemrûdê (Bakurê Kurdistanê)
Gola Nemrûdê li ser nexşeya Rojhilata Navîn nîşan dide
Gola Nemrûdê
Gola Nemrûdê
Gola Nemrûdê (Rojhilata Navîn)
Cure Krater

Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya golê bi navînî bi qasî 100 mêtre ye û xala golê ya herî kûr 176 mêtre ye. Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiyên volkanîk in. Gola Nemrûdê bi ava berfê û bi ava barîna baranê hatiye xwedîkirin û ava wî ji ava sar û şîrîn pêk tê. Di analîzên mînakên avê de hat diyarkirin ku av zelal e, bê reng e, bê bîhn e û tema avê jî wekî ava vexwarinê normal e. Ava gola Nemrûdê ji aliyê radyoaktîvîteyê ve di nava sînorên asayî de ye. Nirxandina asîdeyê pH 7.4 e û av hinek bi alkalîn e. Li Gola Nemrudê ku ji aliyê nîtoplanktonê ve gelekî dewlemend e, di sala 1986an de hejmareke Masî berdane golê û gol di demekî kurt de gihêşte asta gola masîgiriyê. Ji ber ku nebatên ji herêmên cuda jiyana xwe bi hev re didomînin, asta golê hema hema hertim dimîne û hevsengiya baran û avhewayê hatiye tespîtkirin, nîşan dide ku ev der xwedî mîkroklîma ye.

Çêbûna golê biguhêre

 
Dîmenek ji korta Gola Nemrudê

Tê pêşbînîkirin ku çêbûna kratera Nemrûdê bi şikestineke firehbûnê ya ku ji ber pêlên tektonîkî yên li Bakurê Kurdistanê di serdema jeolojîk a Pliocenê de derketiye dest pê kiriye. Dema ku dîroka erdnasî ya Bakurê Kurdistanê tê lêkolînkirin tê pêşbînîkirin ku korta Gola Wanê û korta Deşta Mûşê di serdemên berê di beriya teqîna Çîyayê Nemrûdê ya destpêkê de wekî perçeyekî erdnîgarî bûne. Veqetandina van her du kortan bi herikîna volkan ên Çiyayê Nemrûdê Bidlîsê pêk hatiye û jiber herikîna volkanê di navbera her du kortan deşta bilind a Deşta Rewanê çêdibe. Deşta Rewanê di heman demê dibe sedema afirandina Gola Wanê ya îro.

Tê hesabkirin ku Çiyayê Nemrûd a Bidlîsê di pêvajoya çalakiya xwe de bi giştî 210 km³ madeya volkanîk pekandiye. Tevahiya maddeyên ku ji volkana Nemrûdê ku di teqîna destpêkê de derketiye, bi qasî 110 km³ ye. Rêjeya lava ku herikiye bi qasî 30 km³ ye. Bi demê re, lavên li qiraxa çimanê kom dibin, bilindahiya kona çiyayê digehije 4000 mêtre yê. Piştî bê çalakiyê bi qelisbûn û hilweşandina beşa jorîn korta gola îro çêdibe.[2]

Korta Gola Nemrûdê xwedî qadeke bi qasî 40 km² ye. Di warê çalakiya volkanîk ên Kurdistanê de yek ji teşeyên herî taybet û orjînal ên erdê ye. Di lûtkeyê de pênc gol hene, du ji wan mayînde ne û sê ji golan jî demsalî ne. Di nav golên de ya herî mezin Gola Nemrûdê ye ku bi awayê nîvheyvê ye û ji aliyê derve ve derketina ava golê tine ye.[3]

Jeolojî biguhêre

Beşa navîn a kratera Çiyayê Nemrûdê bi lav û tufên obsîdyenê hatiye girtin. Piroklastîkên volkana Nemrûdê ku di dema çêbûna kortê de çêbûne qadên pir mezin vedigirin. Lavên volkanê ji herikên paşverû û îgnîmbrîtê pêk hatine û rûberek bi qasî 4.189 km² vegirtin e. Madeyên volkanîk li aliyên bakur û başûr belav dibin. Wekî Kevirê Xelatê ku tê zanîn ji îngîmbrîtan, bi rengê ji qehweyî tarî bigire heta reş ku ji pêkhateya trakîtîk e, li aliyê başûr heta nava Geliyê Bitlîsê di ser bazaltan re herikiye. Teqînên ku bi çêbûna korta golê re têkildar in dibe ku di navbera 90 hezar û 30 hezar sal berê de çêbûne. Çalakiya piştî çêbûna kortê li kortê û li herêma şikestinê ya li bakur tên dîtin tê pêşbînîkirin ku di sê qonaxan de pêk hatine. Di navbera 30-12 hezar salan de lavên camedîtîk diherikin û tepe ya kortê pêk tînin. Li kortê 10 kortên biçûk ên volkanîkî hene.

Xweza biguhêre

Flora biguhêre

 
Dîmenek ji gol ava germ û xwezaya golê

Nêzî 450 cureyên nebatan li gola Nemrûdê û derdora wî hatin tomarkirin. Ji wan derdora 200 (ji sedî 44) ji cûreyên nebat ên herêmê ne. Cihêrengiya florayê guherbariya şert û mercên avhewayê yên berê destnîşan dike. Nêzîkî 38 (8.4%) ji cureyên riwekên heyî endemîk in. Kulîlka guldexwîn ku li vir şîn dibe, yek ji kulîlkek navdar ên cîhanê ye. Nebata klîmîkê ya gola Nemrudê, bizûka por (Betula) û hêşînahiyê lerzok (Populus tremula) pêk tîne.[2]

Fauna biguhêre

Qada ku bûye xwedî parastina taybet jibo teyrên wekê Werdekên kovî, Teyrên grîfon û Teyrêbaz a zêrîn re bûye qada hêlînê. Gola Nemrûdê cihê rawestgeha Teyrên koçer e, ji ber nêçîra bêdestûr û bê kontrol hejmara cureyên çûkan li golê kêm bûye. Ajalên ku niha li herêmê tên dîtin ev in: cureyên Çivîkan, Kew Werdekên kovî, Mêşhingiv û Peleçemk, Xezal û Hirç e. Jiber nêçîrê bê kontrol Pezkovî li herêmê nemane.[2]

Abîdeya xwezayî û Ramsar biguhêre

Gola krater a Nemrûdê di sala 2003an de wekî abîdeyek xwezayî hatiye diyarkirin.[4] Qada gola niha parastî ye û qada parastî ya li dora gola kraterê bi qasî 4.8 km² ye.

Gol di statûya seyrangeheke geştyarî, herêmeke parastî ya pileya yekem û avî de tê parastin. Di sala 2007an de li quntara başûr a golê navendek werzîşên zivistanê û skiyê hate damezrandin. Di warê ekolojiyê de metirsiya sereke çêrandina zêde yê keriyê şivanan e.[5][6]

Wêne biguhêre

Binêre biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "TRB2 BÖLGESİ MEVCUT DURUM ANALİZİ DOĞAL KAYNAKLAR - PDF Ücretsiz indirin". docplayer.biz.tr. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2022.
  2. ^ a b c "Nemrut Krater Gölü – BİTLİS". www.turkiyesulakalanlari.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2022.
  3. ^ "Nemrut Krater Gölü – BİTLİS". www.turkiyesulakalanlari.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2022.
  4. ^ "Ramsar Convention - The Ramsar List". web.archive.org. 2 sibat 2017. Ji orîjînalê di 2 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2022.
  5. ^ "Nemrut Krater Gölü – BİTLİS". www.turkiyesulakalanlari.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2022.
  6. ^ "Ramsar Convention - The Ramsar List". web.archive.org. 2 sibat 2017. Ji orîjînalê di 2 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2022.

Girêdanên derve biguhêre