Sîpanê Xelatê
Çiyayekî li ser Kurdistanê
Sîpanê Xelatê yan jî Çiyayê Sîpanê (4.058 m) piştî Çiyayê Agiriyê û Çiyayê Cîloyê sêyem ji çiyayên mezin ên Kurdistanê ye. Sîpan li perava bakurê Gola Wanê ye. Li serê çîyayê Sîpanê Xelatê Serpêhatiya Siyabend û Xecê derbas dibe u her du evîndar li wî derê dimirin. Sîpanê Xelatê li wêjeya kurdî de cîhekî girîng digre.
Sîpanê Xelatê | |
---|---|
![]() | |
Bilindayî | 4.058 m |
Cih | Elcewaz-Xelat-Milazgir, Bakurê Kurdistanê |
Koordînat | 38°55′00″Bk 42°49′00″Rh / 38.91667°Bk 42.81667°Rh |
Nexşeya cihan Bidlîs
| |
Cure | Stratovolkan |
Çalakbûna dawî | Holosen |
Cîh Biguhêre
Çiyayê Sîpanê li bakurê Gola Wanê ye û di navbera navçeyên Panos û Elcewazê de bilind dibe. Jibo rapelîna Çiyayê Sîpanê destûr ji aliyê rayedarên navçeya Elcewaz ve tê dayîn.
Taybetmendî Biguhêre
Li Çiyayê Sîpanê herî dawî di sala 8050yê p.z. de çalakiya volkanîkî pêk hatiye.[1] Piştî Çiyayê Agirî yê duyemîn çiyayê herî bilind a li Bakurê Kurdistanê ye û stratovolkana herî demdirêja razayî ya li Bakurê Kurdistanê ye.
Çavkanî Biguhêre
- ↑ "Global Volcanism Program | Süphan Dagi". Smithsonian Institution | Global Volcanism Program (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 10 kanûna pêşîn 2022.