Çiyayên Kurdistanê

Çiyayên Kurdistanê, ev çiya ne ku li Kurdistanê tên dîtin. Çendîn ji wan bi nav û deng in, di serî de Agirî(Ararat), Cûdî û Gabar in. Lê ji xeynî van çiyayan jî gelekên din jî hene, weke Çiyayê Sîpanê ku jê re çiyayê Axlatê jî tê gotin; Çiyayê Spî û hwd jî hene. Wekî din jî, Çiyayê Reş jî heye.

Kurdistan, welatekî çiyayîn e, li ser her çiyayekî pirr vegotin û çîrok û çîvanok jî tên gotin û vegotin. Weke Çiyayê Araratê ku li ser "Efsaneya çiyayê Araratê" ku ji aliyê nivîskar Yaşar Kemal ve jî hatiye nivîsandin.

Çiyayê Cûdî, bi vegotina Nebî Nûh re jî ketiye pirtûkên pîroz de. Her weha rengî û awayê divê ku mirov behsa çiyayê Araratê jî bike.

Lîsteya çiyayên Kurdistanê biguhêre

Çiya Bilindahî (m) Parêzgeh an navçe Herêm
Ararat 5.137 Agirî Bakurê Kurdistanê
Reşko 4.135 Colemêrg Bakurê Kurdistanê
Cîlo 4.116 Colemêrg Bakurê Kurdistanê
Sîpanê Xelatê 4.058 Bedlîs Bakurê Kurdistanê
Çîxî Derê 3.611 Başûrê Kurdistanê/Rojhilatê Kurdistanê
Qendîl 3.587 Başûrê Kurdistanê/Rojhilatê Kurdistanê
Çiyayê Tendûrek 3.533 Agirî Bakurê Kurdistanê
Agiriyê Biçûk 3.896 Agirî Bakurê Kurdistanê
Mercan 3.549 Erzincan Bakurê Kurdistanê
Akbaba 3.463 Erzincan Bakurê Kurdistanê
Kosedax 3.340 Zêdikan Bakurê Kurdistanê
Paltokan 3.271 Erzirom Bakurê Kurdistanê
Bingol 3.193 Xinûs-Gimgim Bakurê Kurdistanê
Nurhak 3.081 Mereş Bakurê Kurdistanê

Binere biguhêre

Çavkanî biguhêre