Wêjeya kurdî[1][2] an jî edebiyata kurdî[3][4] ew wêje ye ku bi zaravayên hewramî, zazakî, kurmancî û soranî hatiye berhemandin. Di kurdî de du beşên bingehîn a wêjeya kurdî ên bi navê devkî û nivîskî hene. Wêjeya devkî berî nivîsê derketiye, hîn jî berdewam e û di navenda wê de helbest heye.[5] Çîrok, stran, destan û hwd. hemû bi devkî ji nifşekî derbasî nifşê din dibûn. Wêjeya nivîskî jî li ser vê wêjeya devkî bilind bûye.[6] Wêjeya kurdî a nivîskî di zaravayan de li demên cuda dest pê kiriye; li gorî zanyariyên destketî berî zaravayê hewramî,[7] piştî kurmancî û dawiyê soranî û herî dawî jî dimilî bûne xwediyê wêjeya nivîskî.[8] Niha di her çar zaravayan de wêje tê berhemandin.

Wêjeya kurdî ya gelêrî

biguhêre

Edebiyata gelêrî, wêjeya devkî, zargotina kurdî yan jî folklor ku wek taybetmendiyên xwe yên anonîm û kolektîf di nav civakê de tê afirandin û dîsa di nav şert û mercên civakê de bi nifşên nû re tê veguhastin, di çanda civakekê yan jî herêmekê de roleke gelekî bingehîn dilîze.[9] Wêjeya gelêrî yan jî devkî yek ji beşên folklorê ye ku folklor bi xwe beşeke zanistê ye. Mele Mehmûdê Bazîdî (1797-1867) yekem kes e ku li ser folklora kurdî xebat kiriye, hemû xebatên wî bi zimanê kurdî bûn û berhema wî ya yekemîn zivirandina Mem û Zîna Ehmedê Xanî ya helbestî kiriye bi rengê pexşanî û weke çîroka nûjen lê tê nêrîn. Wî ev karên xwe bi hevkarî û alikariya Alexandere Jaba (1803-1894) kiriye.[10] Xebatên folklora kurdî, dikare were gotin ku her çiqasî di asta berhevkirinê de bin jî xebatên analîz, şirove û berawirdiyê jî hêdî hêdî derdikevin pêş. Berhevkarên girîng yên folklora devkî ya kurdî, nivîskarên wekî Zeynelabidin Zinar, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Celîla Celîl, Heciyê Cindî, Eskerê Boyîk, Hilmi Akyol, Rohat Alakom û hinek kesên din in.[11]

Ji bo edebiyata devkî Celîlê Celîl wiha dibêje[12]:

Wêjeya gelerî, ji du beşan pêk tê: vegotina gelêrî û helbesta gelêrî.

Vegotina gelêrî

biguhêre

Vegotinên gelêrî ji mît, efsane, destan, çîrokên gelêrî, gotinên pêşiyan, biwêj, şano, zûgotinok (çîvanok), tiştanokan (mamik) û hwd. pêk tên.[14]

Çîrok (bi zazakî çîroke~hikaye), cureyek ji folklora kurdî ya devkî ye. Çîrok ji aliyekî de hînkar in, ji aliyekî de mirovan difikirîne, ji aliyekî jî şîretkar in. Di çîrokan de bi piranî kes/leheng (carcaran lehengên çîrokan ajel in) derasayî ne, xwedî hêzên derîaqil in. Herçiqas mijara çîrokên kurdî xeyalî be jî cardin bingeha xwe ji jiyana civaka kurd girtiye. Çîrok, di şevên zivistanan de li ser lêvên çîrokbêjan bi sedan sala ne ji nifşekî digihêje nifşekî din û bi vî awayî hetanî îro hatine.[15]

Motîfên curbicur û efsûnî derdikevin pêşberî me. Qesrên li ser ewran, bajarên heft tebeqan di binê erdê de, hûtên wekî çiyayan bilind, keçikên pêriyan, postên efsûnî, hewzên nemiriyê, beranên qemer yên dûvên wan wekî zinaran mezin, qehremanên birim, kevirên biefsûn, ajelên rê û rêberiyê nîşanî mirovan didin û her wekî din tiştên ecêb di çîrokan de cihê xwe yên taybet digirin. Di çîrokên gelêrî de, zimanekî, heta sade, fesîh, xwerû û zimanê rojane a axaftin û jihevfamkirinê hatiye bikaranîn[16].

Mele Mûsayê Hekarî di sedsala XVII. de zêdetirî 50 çîrokên kurdî yên gelêrî berhev kirine û ew bi navê Duru’l Mecalîs wekî pexşankî nivîsîne. Ji aliyê berhevkarî û tomarkirinê xebata herî berfireh di salên 1850î de ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî (1797-1867) hatiye kirin. Pirtûka wî ya bi navê Camiayê Rîsale û Hikayetê Ekradiyye li ser edebiyata kurdî ya gelêrî ye. Tê de 3 meqale û 40 çîrokên gelêrî hene.[17]

Şengê û Pengê[18], Dêwê Heftserî[19], Mîrze Mihemed[20], Hedlîlik û Bedlîlik[21] û hwd. Yek ji çîrokên kurdî ne.

Gotinên pêşiyan (bi soranî pendî pêşînan, bi zazakî vateyê verênan), texlîdeke ji wêjeya gelêrî ye ku, serborî, tecribe û rabirdûya civakan bi awayekî zargotinî û bi bandor rave dike. Gotinên pêşiyan; raman û hestên rayagiştî, nexşerêya helwesta jiyana neteweyî, rengvedana zanist û çanda gel, paşxaneya daneheva civakî û hilberînên binehişa kolektîfî ye[22]. Lêkolînên Law Reşîd û Hîlmîyê Siwêregî yên di rojnameya Jînê (1918-1919) de weşiyane, ya ku bi navê Kürdlerde Durûb-ı Emsâl xebatên pêşîn ên li ser gotinên pêşiyan in[23].

Çend mînakên gotinên pêşiyan ên kurdan ev in:

Bedewe çav kil kir, dile xortan tev kul kir.
Çavê dê û bava li ewladan, çavê ewlada li çiyayê Qaf[24]

Biwêj (bi zazakî tabîre~îdyome), pêkhatineke ji gelek peyvan e û yekîtiyek e, lê wateya wan ên giştî nikarin yekser ji wateya endamên wan yek bi yek were girtin. Ango formekî taybet yê gotinên bi hev re tên bikaranîn. Wekî mînak, dema xisareke mezin bigîje kesekî, biwêja "agir bi navê ketin" tê gotin.

Mamik (tiştanok, bi soranî metel, bi zazakî canerûge~çibenoke), ew pirs in ku bi şêwazeke veşartî tên vegotin û her wiha ji bo ku heyîînên veşartî yên di wan de bên dîtin, mamik wek ew pirsên ku zêhna mirov dişuxulînin tên qebûlkirin[25]. Mamik, gotinên li hevkirî ne û wek qalibekê tê pirsîn. Yên ko ji wan qaliban re dibêjin mamik wek Mamikê min ê mamanî ... çi ye? dipirsin. Yên ko ji wan qaliban re dibêjin tiştonek dibêjin Tişteka min heye ... çi ye?[26] Mînakek yek ji mamikan: Qesreke sipî a bêderî, melayek tê de bêserî? (hêk)[27]

Wateya peyva efsaneyê ji efsûnê tê û ew jî di wateya sêr û mîtolojiyê, lê di dewsa gotegot û fablan de jî tê bikaranîn. Ji aliyekî ve jî mijara destanî ve jî têkiliya wê hene, lê cudahiya destanê ji efsaneyan ev e ku destan cureyek wêjeyê ya menzûm e, lê efsane dibe ku weke pexşan be an bi şêweya çîrokê hatibe gotin[28]. Di nav kurdan de efsaneya herî navûdeng şahmaran e.

Kemal Fewzî di Kurd Masallariya xwe a Jînê de di 1919an de weşandiye wiha dibêje:

Li Kurdistanê beriya hatina şanoya ewropî yek ji mînakên kevneşopiya kurdî ya performansê Mîr Mîran an Mihrîcana Mîrê Şaş e. Lî başûr û rojhilatê Kurdistanê di destpêka biharê, Newrozê de dihate îcrakirin. Ji bo vê mihrîcanê qonaxên qraliyetê dihatin avakirin û kolanên Silêmaniyê dihatin xemilandin û xelk li ser kolanan disekinîn ku qralê xwe yî nû bibînin. Waliyê fermî ya bajêr, ji xeynî azadkirina xulaman û kuştina mirovan desthilatdariya wî tesdîq dikir û bi vê tesdîqê gelek cûre lîstik dihatin lidarxistin. Lê di 1922an de ev mihrîcan ji aliyê Brîtanyayê ya mêtinger hat qedexekirin[29].

Jixeynî Mîr Mîran, Kosegelî (Gaxand), Bûka Baranê, Bûkella (Kûkla), Sersal, lîstik û temsîlên Newrozê jî di nav gel de dihat/tê dîtin. Her wiha şanoya kurdî bi “dengbêjî û çîrokbêjiyê” ve jî dîsa xwedî formên netewî ye[30].

Helbesta gelêrî

biguhêre
 
Hinek pirtûkên bi kurdî

Li gor fikirên ekseriyetê li serê erdê destpêka edebiyatê bi helbestê bûye; ango berhema edebiyatê ya yekem helbest e[5]. Ji kevin de, li kurdî helbest heye û li ser zarên dengbêjan, ji nifşekî bo yê din hatiye veguhestin, di rêka beyt, sebeqe, qesîde, heyranok, payîzok û hwd, gihaye îro[31]. Him bi formên epîk û lîrîk mijarên dinyewî û him jî bi formên ayînî û mezhebî ên mîna elewî, êzidî û ehlê heqan bi kar anîne, helbest hatine xwendin[32]. Gelek ji wan anonîm in û hinek helbest hene ku helbestvanê wan tê zanînn lê ji aliyê dengbêjan wekî stran hatine gotin û di folklora kurdî de bi varyasyonên cuda be jî cih girtîne[33]. Wekî mînak hin helbestên Feqiyê Teyran bi vê awayî di hişê gelê kurd de cih girtine.

Di helbestên gelêrî de destan, stran, kilam, zêmar (kilamên şînê) û hwd. hene[34].

Destan (bi zazakî destane), berhemên ku kirinên awarte yên lehengan bi coş, şêweyekî dêlindêz tîne zimên û bi piranî ji gelek beşan pêk tên û gelek caran helbestî ne. Wekî cureyekî herî kevin ê wêjeyî tê zanîn. Gelek caran mijarên xwe ji bûyerên rastî digirin û di nav sedsalan de di zimanê gel de wekî destan tê afirandin. Di destanên (beyt, serpêhatî) kurdî de gelek realîteyên jîyînê hene[35]. Çend mînak ji destanên kurdî ev in: Memê Alan, Derwêşê Evdî[36] , Siyabendê û Xecê, Cembeliyê kurê Mîrê Hekariyan û hwd. Ev destanên kurdî, îroj li gellek deveran û bi gellek varyantan ve tên gotin û hin ji wan hatine çapkirin[37]. Ehmedê Xanî berhema xwe ya bi navê Mem û Zîn ji destana Memê Alan adebte kiriye. Ji xeynî destanên resen ên kurdî, çend destanên erebî mîna Leyla û Mecnûn û Usiv Zelîxe û ji farisî jî Ristemê Zal a di Şahnameyê de ye ketine kurdî.[38][39]

Di edebîyata kurdî ya devkî de di beşa nezmê de cûreya ji hemîyan dewlementir stran (kilam) e (bi soranî goranî, bi zazakî lawike~deyire~kilame). Peyva “stran” ji gotina “stirîn”ê têt. Stirîn ji bo gotinên bi rîtm û selîqe têne gotin. Lawje, lawik, şeşbendî, narînk, serê zava, miqam, kilam, peste, heyranok, payîzok, berîte, dîlok, dûrik, zêmar, laylayê, serîlêk, delêl, medîhe, qewlêrk û hemû cureyên din têdikevin nav stranê. Di strana kurdî de kêş (wezn) û serwa (qafiye) heye. Kêş, sîstema birîtimkirin û hemahengkirina rêz û malikan e. Heta niha strana Kurdî bi awayekî rêkûpêk nehatîye vekolîn[40].

Ji karên sibê heta êvarê, ji biharê heta zivistanê, jîyana gundan ya rojane, çûn û hatina zozanan, çûna karwanan û têkilîyên bazirganî, xwendin û medrese, mîratî û rêveberî, şer û lêkdanên di jîyana kurdawerî ya klasîk hemî cihê xwe di stranê de girtîne[40].

Zûgotinok (çîvanok), ji deng û gotinên şaşker ên biserwa pêk tên û ji aliyê ahenga hundirîn ve helbest, ji aliyê teşeya derveyî ve jî di dîmena pêxşanê de ye. Zûgotinok, ji aliyê naverokê ve bi gelemperî ji ramanên hevnegirtî pêk tê û her wiha bêhtir weke cureyeke edebiyata zarokan jî tê pejirandin[41]. Di bîngeha zûgotinan da carinan meselokên biwate carinan jî ên bêwatê têne vegotin. Hinek kin hinek dirêj in[42].

Dengbêjî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Dengbêjî
 
Dengbêjek (Mêrdîn)

Dengbêj (bi zazakî lawikvajîye~dengbêjîye), gundiyekî hosta ye ku xwediyê dengekî pir xweş e û carinan hostayê lêdana amûrekê ye. Dengbêjên kurdan, li ser hemû bûyerên takekesî, civakî û siyasî kilam û destan afirandine[43]. Ji ber vê yekê, dengbêj arşîva devkî ya kurdan in. Bi alîkariya kilaman haya kurdên ji herêmên cihê, ji hev çêbûye. Ji vî aliyî ve kilama kurdî, peywira medyayê jî bi cih aniye. Di rewşeke weha de bi giştî folklora kurdî û çanda devkî, bi taybetî jî muzîka kurdî, di sazkirina nasnameya çanda kurdî de xwediyê roleke sereke ye. Destpêka vê hunerê gelekî kevin e[6]. Çanda dengbêjiyê; ji bo dîrokê, wêjeyê, erdnîgariyê, civaknasiyê, kevneşopiyê, derûnnasiyê û muzîkê xîmeke pirqewi ye. Bi saya dengbêjan, çanda kurdan gihiştiye hetenê nifşên îro[12]. Yekem dengbêj Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî yê kurd û Kurdistanê û dengbêjê dîwana Surmelî Mehmet Paşa bû[12]. Kilamên li ser Filîtê Quto[44], Lawikê Metînî, Memê Alan, Evdalê Zeynikê, Derwêşê Evdî, Bavê Feqrîyo, Bavê Bexçet, Xalê Cemîl, Geliyê Zîlan, Şerê Ûriz, Xezalê, Têlî nav kurdan gelek bi nav û deng in.

Wêjeya kurdî ya nivîskî

biguhêre

Çanda nivîskî ya kurdan, li gor çandên cîranan, ji ber ku jiyana nivîskî dereng ketiye nava rojeva kurdan, bandora xwe zêde li ser çanda devkî ya kurdan nekiriye[6]. Berhemên kurdî yên bi çar zaravayan hatine nivîsandin piştî îslamiyetê hatine berhemandin[45]. Herçiqas xanedanên kurd ên mîna Rewadî (845 - 1222), Hesnewî (942 – 1015), Şeddadî (952 – 1072), Merwanî (983 – 1085), Fedlewî (1156 – 1424) û Eyyûbî (1172 – 1287) hatibe avakirin û di dîroka îslamê de navdar bûne jî berhemên kurdî ji serdemên wan nemaye yan jî hîç nebûye[46][47]. Melayê Cizîrî (1567/68-1640), yekem helbestvanê kurd e ku bi terzê edebiyata klasîk a rojhilatî, dîwaneke bi kurdî aniye holê.[48] Destpêka edebiyata modern a kurdî bi Hecî Qadirê Koyî (1815 – 1897) dest pê dikê[49].

Lê ji ber ku zimanên wan ne yek ji zaravayên kurdî ne, berhemên wan ji wêjeya kurdî nayê hesibandin[50]. Her wiha ji ber ku berhemên wêjeyî ya Elî Teremaxî an jî Mele Yûnisê Erqetînî negihiştiye îro nabin mijarê vê gotarê[51]. Di heman demê de nivîsên yekem ên kurmanciyê ya ji diayeke kin a xiristiyaniyê pêk tê, ne mijarê vê gotarê ye[52].

Wêjeya hewramî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Wêjeya hewramî

Tekstên wêjeyi yên herî kevn ku gehiştiye îro bi zaravayê hewramî hatine nivîsîn[8]. Bi gelemperî pehlewanî û bi taybetî jî hewramî di demekê da xwediyê statuyek gelek bilind û gewre bûn. Di eslê xwe da goranî û diyalekta wê hewramî heta demên modern jî zimanê wêjeyi û civaka bilind bû. Xanedaniya kurd a Erdalan (1168-1867) heta ku hatiye rûxandin jî bi zaravayê hewramî diaxiviya. Ji ber wê hindê tekstên herî kevn ên gihiştiye îro bi zaravayê pehlewanî hatine nivîsîn.[53] Kevntirîn afirandina bi hewramî “Perîşan-name” (ji aliyê Mela Perîşanê Dînewerî ve, m. 1421)[46] ji nîveka duyem ya sedsala XIV tê û bergirtina wê jî ji sala 1313h./1846ê ye [54].

Kilamên yarsanî

biguhêre

Yarsan piranî zaravayê hewramî (hewramî[55]), farisî[56] û lurî[57] bi kar tînin û xwedî edebiyateke dînî ne. Bingeha vê edebiyatê ji gotinên pîroz ên Xwedê, ferîşte û pîran pêk tê û ev gotin wekî kelam têne binavkirin. Kelamên yarsanan, bi awayekî melodîk hatine gotin û car caran kelam bi tenbûrê re jî hatine gotin.[56]. Helbesta dînê Yarsanê wekî hemî edebîyatên dînî di nav zeman de dirust bûye û piştre hatine berhevkirin, gelek car xwedîyê van helbestan nayên nasîn. Kitêba Serencamê yek ji kitêbên giring ên dînê Yarsanê ye[58], Mînorskî di sala 1902an de destnivîsa rast a vê kitêbê peyda kiriye, ev destnivîs di sala 1259k/1843an de hatîye nivîsandin. Ev kitêb ji dîroka dînê Yarsanê pêk hatîye[57]. Li gor kevneşopa yarsanan, kelamên pîroz bi Behlûl (ss. 8emîn) dest pê kiriye, bi Baba Serheng (ss. IXemîn?), Şah Xoşîn (ss. XIemîn?) û Baba Nawis (ss. XIemîn?) dewam kiriye û di serdema Siltan Sehak de bi emrê Siltan ev kelam ji aliyê Pîr Mûsî ve hatine tomarkirin[59]. Pîr Mûsî, wekî katibê Siltan tê nasîn û kelamên wê serdemê û serdemên berê xwe, hemû ji aliyê wî ve hatine qeydkirin ango tomarkirin. Li gorî Mohammad Mokri[60], sedema qeydnekirina van kelaman ew e ku pîroziya xwe winda nekin[56].

Beşa klasîk

biguhêre
 
Du rûpel ji Şahnameya kurdî

Bingehên edebiyata klasîk[61] a rojhilatê li erdnîgariya Hîcazê bi zimanê erebî hatiye avêtin, lêbelê pêşketin û tekamula wê li welatê Îranê bi zimanê farisî rû daye. Edebiyata farisî bi awayekî siruştî bandor li miletên cîranê xwe kiriye û edebiyatên van miletan di bin serdestiya edebiyata farisî de derketine meydanê[62]. Di vê çarçoveyê de mîna zimanên din, kurdî jî dest bi nivîsandina berhemên bi şêweya farisî kiriye û helbestvan û nivîskarên xwe mezin kiriye û berhemên xwe geh wek yên farisî geh resen nivîsandine.

Yekem helbestvanê xwediyê dîwan a kurdiya goranî/hewramî Mela Perîşanê Dînewerî tê hesibandin û pirtûka wî bi navê Dîwana Mela Perîşanê Kurdî di sala 1916ê de li Kirmanşanê hatiye çapkirin[63]. Helbestvan Serheng Elmas Xan (1706-1777) di sedsala 18emîn de piraniya helbestên devkî yên Şahnameya kurdî berhev kir[64] ku hinek cudahî di navbera wê û ya farisî de hene[65]. Destnivîsara Kitāb-i Gurba [wa] Mūsh jî li heman nivîskarê tê barkirin[66]. Mestûre Erdelanî (1805-1848), him dîroknasekê bû û him jî xwediyê dîwan bû helbestên xwe him bi kurdî û him jî bi farisî nivîsandiye[67].

Mesnewiyên zaravaya hewramî[68]
Nav Helbestvan / Tarîx
Mem û Zîn ? (1800?)
Xusrew û Şîrîn Xanay Qûbadî[69] (1732)
Ferhad û Şîrîn Almas Xan Kendûleyî
Seyf-ul Milûk û Bedî-ul Cemalê Mîrza Şefîq Kelîyayî Kirmanşahî (18.yy)
Şêx Sen’an ? (h.13.yy/m.19.yy)
Xurşîd û Xraman Almas Xan Kendûleyî (1702-1776)
Weraqa û Gulşâh Paşa Celîliyan Rüstemî Zengene (h.13.yy/m.19.yy)
Yûsiv û Zelîxa Xanayê Qubadî (18.yy)
Heyder û Senewber Mîrza Kewkeb hewramî (h.13.yy/m.19.yy)
Leyla û Mecnûn Mela Mihemedê Qulî Kendûleyî (1732)
Leyla û Mecnûn Xaney Qubadî (1741)
Leyla û Mecnûn Mîrza Şefî’ê Kulyayî (1834)
Leyla û Mecnûn Mela Weledxan (d.1885)
Leyla û Mecnûn Ebdulqadir Debayan (1985)

Piştî rûxandina mîrektiya Erdelanê berhemandina wêjeya hewramî bi paş de ket. Yek ji sebebê wê ev e ku di mîrektiya cîran de, di Baban de soranî ji bo wêjeyê hat bi kar anîn û ev jî li dijî hewramî bû. Her wiha li ser sekinîna wê bandora qedexekirina zimanê kurdî ya li Îranê jî heye[7].

Wêjeya kurmancî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Wêjeya kurmancî
 
Wêjevanê kurd, yê herî navdar Ehmedê Xanî

Li gorî gelek lêkolînerên kurd[70] û biyanî[71] Elî Herîrî yekem wêjevanê kurmancî ye, heta niha berhemên Elî Herîrî negihîştibû dema me[51] lê îro çend helbest û menzûmeya bi navê Borê Qer tê zanîn[46] û her wiha ew bi helbestê xwe ya “Têt”, di nav gel de navdar e[72] û Ehmedê Xanî di Mem û Zîn a xwe de wî wekî şaîrekî kurd nîşan kiriye[73]. Lê tarîxa ku ew jiyaye ji aliyê gelek vekolîner ve hatiye gotûbêjkirin; di demên dawî de tê qebulkirin ku ew di sedsala 16emîn de jiyaye[70][71].

Di Şerê Çaldiranê de ku di sala 1514an de di navbera tirk û îraniyan de pêk hat, kurd, di Kurdistana navendî de hemû bûn yek û di nav çarçeva Dewleta Osmanî de texlîtek ji mafê netewî wergirtin[46][71]. Eva han jî tesîr kir li ser hin zana û alimên kurdan ên wek Elî Herîrî[74], Melaye Cizîrî[75], Feqiyê Teyran[76] û heta gihîşte Ehmede Xanî û Bateyî, ku heta bi kurmancî helbest û çîrok binivîsin[70].

Beşa Klasîk

biguhêre
Di dema mîrektiyan de
biguhêre

Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran di sedsala 17an de jiyane û gelek hellbesta wan a bi navê Feqê û Mela[77] heye ku pevre di 1621ê[70] de gotine. Melayê Cizîrî herçend yekem helbestvanê edebiyata kurdî nebe jî damezirînerê edebiyata klasîk a kurdî ya bi zaravayê kurmancî ye. Lewra Melayê Cizîrî yekem helbestvanê kurd e ku kêşa erûzê û yekîtiya qafiyeya helbesta klasîk a erebî aniye nava edebiyata kurdî û kêşên mîna remel, hezec, recez, besît, serî’, muzarî’ û xefîf bi kar aniye[78]. Feqiyê Teyran di warê şîretên ayînî (dînî), pesnê pexêmber, evîn û xezel de, di ware axaftin (munacat) li gel av û aş de, li ser tabîet, biharê û ji bo hicwê jî helbest gotine[70]. Gelek destanên wî navdar bûne mîna Şêx Sen'an. Li gorî Maruf Xeznedar di edebiyata kurdî de Zembîlfiroşa Feqiyê Teyran yekem berhema edebî ya bajarî ye[78]. Kurmanciya mesnewiya Usiv û Zelîxe ya di wêjeyên klasîk ên miletên misilmanan de navdar e yekem car ji aliyê Selîm Silêman ve hatiye nivîsandin[3]. Mela Huseynê Bateyî, bi navê Mewlûda Kurmancî yekem car mewlûdnameyek menzûm nivîsandiye û kevneşopîyekî ava kiriye[79] û îro jî di nav xelkê de gelek belav e[70]. Her wiha destana navdar Zembîlfiroş ji aliyê wî ve wekî çîroka menzûm hatiye nivîsandin[61]. Xelwetî (Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî), mutesewifekî bû û bi gelemperî di helbestên xwe de li ser mijarên dînê bû[80].

Di dora sedsala 16-17an de gelek helbestvanên kurmancî derketiye wekî mînak Mele Mensûr Girgaşî, Mîna, Sadiq, Macin, Bekir Begê Erzî û hwd. Lê ji van helbestvanan tenê yek du helbestên dirêj gihiştiye îro[70]. Lê helbestvanê vê sedsalê û li wêjeya kurdî ya klasîk yê herî nav û deng bêguman Ehmedê Xanî (1651-1707[51]) ye[46]. Ehmedê Xanî ji destana Memê AIan îlhama xwe girtîye û bi wê îlhamê di 1692a de Mem û Zînê li gorî jiyana dema xwe honandiye [73]. Ev mesnewiya yekem a kurdî[81] ji 2256 beytan pêk hatiye, gelek caran hatiye istinsahkirin, her wiha gelek caran hatiye çapkirin jî.

Wêjeya kurdî ya kurmancî ber bi sedsala 18emîn û 19emîn ve mezintirîn bûye û ne tenê li Kurdistanê di heman demê de li Xorasanê jî hatiye berhemandin[46]. Xaris Bedlîsî di 1758-59ê de Leyla û Mecnûna kurmancî a yekem[46]; Miradxanê Bazîdî jî di 1776an de wekî malikan destana Zembîlfiroşê nivîsandiye ku berî wî Feqiyê Teyran û Mela Bateyî jî vê destanê gotibû[82]. Nehcu'l-enama Mele Xelîlê Sêrtî manzûmeyeke li ser aqaîdê bû[1]. Dîwana Pertew Begê Hekarî di 1806~1808an de hatiye nivîsandin û hêla rêzgirtinê dişibe ya Melayê Cizîrî[51]. Li Xorasanê gelek helbestvanên kurd derketine ku kurmancî nivîsîne[46], di nav wan de yê herî navdar Caferqûliyê Zengêlî[83] ye ku xwediyê Dîwanekî ye[84].

Piştî rûxandina mîrektiyan
biguhêre

Rêvebirî û desthilata mîrektîyên kurdan li kêleka Dewleta Osmanî û Dewleta Îranê heta sedsala 19emîn dewam kir. Lê di nava vê sedsalê de ji bo hikûmeteke navendî ava bikin, hemû mîrektîyên Kurdan hêdî hêdî hatin rûxandin[85]. Encamên van guhertinan heta serê sedsala 20emîn hat hîskirin û wêjeya kurdî a klasîk ji serayên mîran derket û hêdî hêdî ket li nav tekye û dergehên wekî neqşîbendî û xalidiyan[46]. Malbata Şêx Hesenê Nûranî ku yek ji şêxên neqşîbendî bû, gelek navdar e: kurê wî Şêx Evdirehmanê Axtepî (1850-1910) li ser navê Rûhî Dîwana xwe nivîsandiye lê Rewdneîma wî ya li ser rîwayetên kevnare ye, navûdengtir e. Kurê din ê Şêx Hesenê Nûranî, Şêx Mihemed Can jî xwediyê medhiyeyekî 40 beytî ye. Kurê Evdirehmanê Axtepî, Şêx Mihemed Kerbela (1885-1939) xwediyê Dîwanekî (1914) û ferhengokekî kurdî - farisî a menzûm a bi navê Mirşâdü’l-etfâl (1912) e. Şêx Mihemed Eskerî (1898-1952), birayê Şêx Mihemed Kerbela ye, xwediyê Dîwanekî û berhemekî bi navê Iqdê Durfam e ku li vî kitêbê çîrokên kurdî wekî helbestî nivîsandiye[51]. Mela Mihemedê Licêyî (1860-1912) Dîwana xwe bi navê Hadi nivisandiye; Di Dîwana Şêx Mihemed Hadîyê Qewmanî (1884-1956) de piranî qesîde hene; ji ber ku zimanê Dîwana Seyid Elîyê Findikî (1890-1967) sivik e, li nav xelkê belav bûye; Mela Nezîrê Bedewî (1933-1982) yek kurmancî yek erebî xwediyê du Dîwan in[72].

Piştî qedexekirina bikaranîn û weşangeriya kurdî û girtina/qedexekirina tekye û dergehan li Tirkiyeyê wêjevanên kurdî dinivîsînin hunerên xwe bi veşartî berdewam kirin lê nêrîna giştî ev e ku ji ber polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonkirina kurdan di nav sînorên Tirkiyeyê de berhemandina kurdî heta salên 1990an pir paş ve çûye. Wêjeya klasîk, îro jî li cem wêjeya nûjen piranî di tekye û medreseyên kurdan de berdewam e.

Beşa Nûjen

biguhêre

Derketina holê û avabûna wêjeya kurdî a nûjen bi çapemeniya kurdî re girêdayî ye[46]. Ji ber ku kurdiyên çeşnên wêjeyî yên rojavayî yekem car bi riya rojname û kovaran belav bû. Her wiha di nav çapemenî û rêxistên kurdî de cih û bandorên malbata Bedirxaniyan gelek mezin e[85]. Yekem rojnameya kurdî a bi navê Kurdistan li Qahîreyê di sala 1898an de ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat weşandin. Lê geşbûna edebiyata kurdî piranî bi saya komeleyên polîtîk û rojname û kovarên wan bû ên ku piştî Meşrûtiyeta Duyem (1908) derbasî qonake nû bû, heta destpêka salên 1940î jî bandora xwe dewam kirin[86]. Di van salan de Hawara Celadet Elî Bedirxan jî derket ku avakirin bikaranîna alfabeya kurdî a latînî navdar e, ekolekî ava kir. Aliyê din di Qefqasyayê de, li Sovyetistanê kurmancên êzîdî bi riyekî din ekolekî kurmancî anîn holê ku qasî xebatên wêjeyî, bi zanistî ve jî navdar in[87]. Her wiha piştî qedexekirina kurdî ji aliyê dewletên li ser Kurdistanê wêjeyekî sirgûnê (xeribiyê) jî derket holê[88].

Helbesta kurdî her çiqas naveroka xwe guherandibe û li ser neteweperestî, hestên sîyasî, zanistî, pêşveçûn û hwd. hatibe nivîsandin jî, guherîna dirûvên wê nebû rojeva wêjeyê sedsala 20emîn û veguherîna wê hêdî bû. Di vê serdemê de helbestên Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî (1890-1958)ên ku hêmanên dînî-klasîk û neteweyiyê di nav xwe de dihewînin di vê çarçoveyê de mînaka herî mezin e[89]. Piştî salên 1950-60î di helbestên Cegerxwîn (1903-1904) û Qedrîcan (1911-1972) de neteweperweriyeke marksîst derdikeve pêş[86]. Her wiha piranîya helbestên Osman Sebrî (1905-1993) yên welatperwerîyê ne[3] û yek ji nûnerê girîng a veqetîna ji helbesta klasîk e[90].

Çîrok û Roman
biguhêre

Yekem çîroka nûjen a kurdiya kurmancî Çîroka ("Şiş"[91]) Fûad Temo tê hesibandin ku di 1913an de di Rojî Kurd de hatiye weşandin. Piştî wê Celadet Alî Bedirxan di Hawarê (1932-1943) de Ber Tevna Mehfûrê xwe weşandibe jî di rastiyê de di sala 1927an de wê nivîsandiye[90] û di çîroka xwe de trajediya gelê xwe sêwirandiye[92]. Celadet Alî Bedirxan jî tê de qasî 70 çîrok û gelek helbestên Kamiran Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Nûredîn Zaza, Mistefa Ehmed û hwd hatine weşandin[85]. Di van çîrokan de bûyerên nû qewimîne (Serhildana Şêx Seîd, Serhildan Agirî û hwd.) û encamên wan jî di çîrokan de gelek hatine şixulandin[93] ku ev bandora realîzmê ye. Piştî Hawarê di kovarên Ronahî (1942-1944) û Roja Nû (1943-1946) de bingeha kevneşopîyeke hat avakirin. Celadet Alî Bedirxan ji bo Nûredîn Zaza gotiye "Çexovê kurdan"[90].

Destpêkirina romana kurdî ji hêla kurdên Qefqasyayê ve bûye. Yekem romana kurmancî (di heman demê de ya kurdî) a ku hatiye çapkirin di sala 1931an de, ji aliyê Erebê Şemo ve bi navê Şivanê Kurmanca hatiye nivîsandin. Erebê Şemo ev romana xwe piştî sererastkirinê bi navê Berbang di 1959an de carekî din weşandiye. Roman, weke otobiyografiyekê hatiye nivîsandin[94]. Ya duyem Xatê Xanima (1958) n e. Her wiha Mîroyê Esed, Seîdê Îbo û Heciyê Cindî jî di Sovyetê de romanên xwe weşandine. Lehengên romanên kurdên wir kesên îdeal bûn û başî û nebaşî li gora pîvanên bîr û baweriyên nivîskêr dihatin diyarkirin. Herçiqas di navbera salên 1940 û 1970an de romanên kurmancî nehatibe nivîsandin[95] jî romana kurdî him ji ber rakirina qedexeyê ya li ser kurdî li Tirkiyê him jî li Ewropayê di navbera salên 1990 û 2010an de him ji aliyê naverokî ve û him jî ji aliyê hejmar ve bûye qadekî berhemdar û mezin. Di nav nivîskarên kurd de, yê ku herî pir romanên kurdî nivîsî û weşand Mehmed Uzun e. Di gel wî, nivîskar Medenî Ferho, Helîm Yusiv, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Lokman Polat, Mihemed Dehsiwar, Dewran Evdirehîm [https://web.archive.org/web/20211023182123/https://aa-e.org/fr/artiste/evdirehim-dewran/ Girêdana arşîvê 2021-10-23 li ser Wayback Machine] Girêdana arşîvê 2021-10-23 li ser Wayback Machine, Suleyman Demir, Mezher Bozan, Xurşîd Mîrzengî, Zeynelabîdîn Zinar, Eyub Mîlan, Aram Gernas, Mustafa Aydogan, Îbrahîm Seydo Aydogan, Abdusamet Yigit, Bubê Eser, Laleş Qaso, Mîr Qasimlo, L. Ayebe, Remezan Alan, Adîl Zozanî, Omer Dilsoz, Serkan Birûsk, Torî û hwd. jî romanên kurdî nivîsîn û weşandin[96].

Yekemîn şanoya nûjen a kurmancî di salê 1919an de ji aliyê Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî ve bi navê Memê Alan di 15emîn û 16emîn hejmarên Jînê de hatiye weşandin[97]. Lê şanoya kurdî li Sowyetistanê bi awayekî giştî bingeha xwe xurt kir. Di sala 1928an de li Tiblîsê şanoya Hakob Xazaryan a bi navê Qelen hat lîstin. Di navbera 1934-1935an de Heciyê Cindî Qutiya Dû-Dermana; Ehmedê Mirazî Zimanê Çîya; Wezîrê Nadirî Reva Jinê çap kirin. Li bin desthilatdariya Stalin gelek rewşenbîrên kurd hat girtin û sirgûnkirin lê “Tiyatroya Kurdî ya Elegezê” karên xwe berdewam kir. Di vê tiyatroyê de piyesa berpirsiyarê tiyatroyê Celatê Koto ya bi navê Lûr de Lûr, ya Heciyê Cindî ya bi navê “Miraz” û ya Cerdoyê Genco ya bi navê Xûşka Doxtirîyê û Bira hatin lîstîn. Piştî girtina vê tiyatroyê, cihê şanoyan Radyoya Êrîvanê[87].

Ji ber qedexebûna kurdî li Tirkiyê xebatên lîstînê heta 1991ê tune ye. Lê wekî îstîsna, Birîna Reş (1965) a Musa Anter û Dawiya Dehaq (1978) a Kemal Burkay bi wergerên tirkî re hatin weşandin[99]. Bi avabûna Navenda Çanda Mezopotamyayê ya navenda wê Stembol e, lîstina şanoyan jî dest pê kir[100] û her wiha gelek komên şanoyê jî ava bûn.

Çeşnên din ên wêjeyî
biguhêre

Çeşnên wêjeyî yên mîna ceriban, rexne, bîranîn û hwd. di gelek kovarên wêjeyî de mîna Hawar, Ronahî, Roja Nû û Riya Teze hatin weşandin û nemaze bîranîn û ceribanên nivîskaran dawiyê wek, pirtûk hatin berhevkirin. Kurdolog Thomas Bois di pirtûka xweye The Kurds de, ku di sala 1966an Libnanê de bi zimanê îngilîzî çap bûye, dibêje ku, li Sovyetê Emerîkê Serdar û Ordîxanê Celîl nivîskarên ewil in, ku dest bi rexnekirina wêjeya kurdî kirine[101]. Di bîst salên dawî de di qada ceribanê de gelek berhem hat dayîn: Kulîlkên Hinaran a Mehmed Uzun, ´´Şahmaran´´ a Abdusamet Yigit, Kultur, Huner û Edebiyat a Firat Cewerî, Rewşa Romana Kurdî ya Medenî Ferho yek ji wan in. Her wiha gelek bîranînên nivîskar û helbestvanan jî hatin weşandin wekî mînak Bîranînên Min a Osman Sebrî û Mikurî ya Emerîkê Serdarî.

Wêjeya soranî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Wêjeya soranî

Beşa Klasîk

biguhêre

Dema di nîveka sedsala 19an[69] de di serdema mîrektiya Baban de wêjeya soranî derket holê (dîsa li Kurdistana sahaya Osmaniyan)[102]. Di vê demê de helbestvanên herî navdar ev in: Mehwî Neqşebendî (1830-1904), Mele Herîq (1851-1907), Wefayî (1838-192) û Nalî (Mela Xidrî Ehmedî Şawêysî Mixayilî, 1797-1856). Nalî yekemîn hozanê soran e ku qesîde û xezelên xwe bi kurdî nivîsiye û hîmdarê ekola helbestî ya soranî ye. Hin ji misreyên wî êdî bûne methelok, ketine ser zimanê xelkê. Şêx Riza Telebanî (1832-1909) di qada helbestên hicwî de nav û deng e. Ebdulla Misbah Beg (1862-1917), ku bêtir bi navê Edeb Misbeh el-Diwan tê nasîn. Helbestên wî ji alî bedewî û estetîkê ve pirr dewlemend in û wan ji bo evîna jina xwe nivîsiye[103]. Kurdî (1809-1849) di helbestên xwe de piranî derheqa dildarîyê nivîsandiye. Bêhûd (1878-1955) û Ziver (1875-1948) welatperwerîya xwe di helbestên xwe de dîyar kirine. Sebrî (1881-1944) derheqa ayîn û dînê misilmanîyê û her wiha evînê helbestan nivîsandiye[3].

Beşa Nûjen

biguhêre

Hecî Qadir Koyî (1816-1894) ye ku xasîtiya afirandinên wî hakimiyeteke mezin a teknîkên helbestî, naverokeke civakî û bikaranîna zimanekî sade ye û ew wekî damêzrênera wêjeya/helbesta nûjen a hemû zaravayên kurdî tê naskirin[49]. Helbestên Hecî Qadir Koyî cara yekem gelê kurd romantîze kiriye û wateyên "weten, milet, dewlet" guherandiye[104]. Pîremêrd (1867-1950), yek ji pêşengên helbesta modern e û helbestên klasîk ji rastiyê dûr dîtiye û rexne kiriye[105].

Çîrok û Roman
biguhêre

Çîroka yekem a soranî di sala 1920an de bi saya pêşbirkekî rojnameya Pêşkewtin (1920-1922) hatiye weşandin a ku di vê pêşbirkê de xelata çîroka yekemîn girt Cûr û Ga Şitêkî Çak e ya Şêx Nûrî Şêx Salih e. Lê kesên ku Le Xewma ya Cemîl Saîb wekî çîroka yekem dibînin jî hene[91] ku ev çîrok di sala 1925 û 1926an de di rojnameyên Jiyanewe û Jiyanê de wek 23 beş hatiye weşandin[106]. Saîb bi realîzma rexnegir kelepûra dîrokê wergirtiye[107].

Yekem romana soranî, Meseley Wîjdan, ji aliyê Ehmed Muxtar Caf ve di salên 1927-28an de hayiye nivîsandin û di 1970ê de ji aliyê Îhsan Fuad ve li Bexdayê tê çapkirin[91]. Ev berhem, dikare weke çîrokeke dirêj bê hesibandin[94]. Çîrok û destanên kurdî ên weke Şahmaran[108], çîrokên keçekelok[109] û hwd wê çîrokna civakî ên kurdistanî ên gelirî û pirr kevn bin.

Komeley Zanistî Kurdan a ku di 1926an de li Silêmanî hat avakirin, ji bo avakirin û pêşketina şanoya kurdiya soranî roleke girîng lîst. Yekem lîstika soranî a bi navê Îlm û Cehlê di 1920an de ji aliyê Fuad Reşîd Bekir ve hat nivîsandin û ew bi xwe derxist li ser dîkê. Lîstik li ser du birayan e ku yekî jîr û ê din tiral e. Zulmî Qeyser Nêron lîstikekî din a Bekir e ku adebte kiriye. Lîstika yekem a çapkirî Mem û Zîn a Pîremêrd e û di 1934an de hatiye weşandin û di eyda Remezanê de çar rojan li ser dîkê maye[110]. Di 1957an de bi pêşengiya Nermîn Nakam, jin weke lîstikvan di şanogeriya kurdî de cih girtibû. Koma yekem a fermî a şanoya kurdî bi navê Tîpî Nwandin û Mosîqay Silêmanî di sala 1969an de dest bi xebatê kiriye[111]. Di 1985an de cara ewil şanonameyên nîvîskareke jin Leylan Şefîqe Elî Hiseyn bi navên Şaciwanî Derbend Feqerew û Keyxan du şanoname li Silêmanî tê çapkirin. Li gorî berhema Yasîn Qadir Berzincî a bi navê Şanoy Kurdî (2007) hin ji şanonamenûsên herî berhemdar ev in: Heme Kerîm Remezan Hewramî, Emînê Mîrza Kerîm, Pîremêrd, E. B. Hewrî, Fetah Kerîm Kawe, Mistefa Nerîman, Zekî Ehmed Henarî, Ebdulrezaq Bîmar, Şêrko Bêkes, Mehdî Omêd, Ehmed Salar, Mihemed Ebdulrehman Zengine[30]

Wêjeya zazakî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Wêjeya zazakî
 
Mewlida Nebî

Zimanê zazakî, ji zaravayên kurdî yên din pirtir nêzî hewramî be jî destpêk û geşedana wêjeyên wan ji hev cuda ne û di nav kurdî de wêjeya herî dawî dest pê kiriye ya zazakî ye[112]. Mewlida Nebî ya Ehmedê Xasî (1867-1951) destpêka edebîyata nivîskî ya kirdkî (zazakî) ye. Di 25 adarê 1899 de li Dîyarbekirê di Çapxaneyê Lîtografya de bi 400 nusxeyan hatiye çapkirin.[113] Berhema din jî Bîyîşê Pêxamberî ya Usman Efendîyê Babij (1852-1929) e ku Celadet Alî Bedirxan wê di 1933an de li Şamê çap kiriye[114]. Piştî li Tirkiyeyê qedexekirina zimanên ji bilî tirkî, demeke dirêj bi zimanê zazakî berhem nehatin nivîsandin.

Avakirin

biguhêre
 
Kovara Tîrêj (hj. 4)

Berhemên nûjen ên zazakî piştî salên 1970ê ji aliyê Malmîsanij ve hatin nivîsandin û di kovara Tîrêj de hatin weşandin. Ev kovar, di heman demê de yekem kovar e ku di nav sînorên Tirkiyeyê de xwerû bi zimanê kurdî (kurmancî û kirmancî) dest bi weşanê kiriye û ji bo avakirina wêjeya zazakî peywirekî girîng hilgirtiye [112]. Wekî mînak helbestên nûjen a yekemîn Etnik û Kıtabê Ramıtey û çîroka nûjen a yekemîn Engıştê Kejê (bi navlêka M. Birîndarî[115]) di vê kovarê de hatine weşandin. Di heman demê de Malmîsanij wekî damêzrenerê wêjeya nûjen a zazakî tê qebilandin, ji ber ku yekemîn pirtûka helbestan a nûjen Herakleîtos (1988) û yekemîn ferhenga Zazakî - Tirkî (1987) ên wî ne û xebatên xwe yên folklorî jî di Folklorê Ma ra Çend Numûney (1991) de hev daye[112].

Geşedan

biguhêre

Îro di wêjeya zazakî de gelek nivîskar û helbestvanên serkeftî hene. Hunermendên zazakî-nivîs di gelek şaxên wêjeyê de berhaman didin. Di warê çîrokê de Roşan Lezgîn, J. Îhsan Espar, Murad Canşad, Hüseyin Karakaş, Ömer Faruk Ersöz navûdeng in[116]. Her wiha Deniz Gunduz, Munzur Çem û Jêhatî Zengelan him di warê çîrokê de û him jî romanê de xwediyê berheman in. Îlhamî Sertkaya jî romanan nivîsandiye. Di warê helbestê de ji bilî hunermendên hat rê dan, Çetîn Satıcı, W. K. Merdimîn, Zulkuf Kişanak, Newzat Valêrî û Fexrî Ergun berhemdar in[112].

Weşanxaneyên kurdî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Feqi Huseyn Sagniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2014 - 704 rûpel.
  2. ^ Sedîq Sefîzade Borekeyî, Mêjûy Wêjeyî Kurdî, 1302 rûpel.
  3. ^ a b c d Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weş. Lîs, 440 rûpel.
  4. ^ Mehmet Uzun, Destpêka Edebiyata Kurdî, Ithaki Yay., 88 rûpel.
  5. ^ a b Strachan, John R; Terry, Richard, G (2000). Poetry: an introduction. Edinburgh University Press. s. 119. ISBN 978-0-8147-9797-6
  6. ^ a b c Çifçi, Tekin (1 kanûna paşîn 2015). "DI ÇARÇOVEYA ÇANDA DEVKÎ DE DI NAV CIVAKA KURDAN DE DENGBÊJ Û SAZIYA DENGBÊJIYÊ" (PDF). International Journal of Kurdish Studies. 1/1. Ji orîjînalê (PDF) di 17 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin.
  7. ^ a b Amir Hassanpour, Kurdistan'da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985', Avesta Basin Yayin
  8. ^ a b Ji bo nêrîna rexneyî bnr. [http://www.rudaw.net/kurmanci/interview/110720161 rudaw.net]: Ji Harvardê: Zimanên Kurdan 5 in ( 11-7-2016).[https://nelc.fas.harvard.edu/people/amr-ahmed Dr. Amr Taher Ahmed]: "Îcar kesê ku neteweperest be, dê wê axiftinê wekî rastiyeke vebir werbigire, bipejirîne û gelek pê dilxweş jî bibe ku edebiyata me kurdan ew qas kevnar e. Lê di nivîsîna Borekeyî de ji aliyê akademîk û zanistî ve gelek gotinên şaş û berguman hene ku ti bihayekî ji bo nivîsîna wî nahêlin." Heman hevpeyivîn: Mem Wêranî, Zimanên Kurdan, Kanîzar, hejmar 7, 8 – 9/2016. https://zimannas.files.wordpress.com/2016/07/hejmar7.pdf
  9. ^ Necat Keskin, Di Çarçoveya Teoriya Performansê De Nîrxandina Vegotınên Gelêrî, International Journal of Kurdish Studies Vol.2 /1 ( January 2016 )
  10. ^ Necat Keskin, Pirsgirêkên Giştî Yên Xebatên Folklora Kurdî û Çend Pêşniyaz, The Journal of Mesopotamian Studies, Vol. 2/1 Winter 2017
  11. ^ Avdo Karataş, Folklor û Afirandina Nivîskî, The Journal of Mesopotamian Studies, Vol. 2/1, Winter 2017
  12. ^ a b c Hasan Karacan , Rasim Başar, Di Kilamên Evdalê Zeynikê de “hezkirina jîyanê û daxwaza mirinê”, International Journal of Kurdish Studies, 1/2 ( July 2015 ) http://dergipark.gov.tr/download/article-file/90136 Girêdana arşîvê 2018-03-04 li ser Wayback Machine
  13. ^ Abdusamet Yigit; Qiyakser, Dîrok, adara 2013, Han, Berlîn, ISBN 978-3-942735-35-3
  14. ^ Necat Keskin, Di Çarçoveya Teoriya Performansê De Nîrxandina Vegotınên Gelêrî, International Journal of Kurdish Studies Vol.2 /1 ( January 2016 )]
  15. ^ Mehmet Bozkoyun, Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok, Bingol Universitesi Yaşayan Diller Enstitusu Dergisi, Kasim 2015]
  16. ^ Dilawer Zeraq, Qonax Bi Qonax Dirûvgirtina Kûrmanî a Vegotinê Toplum ve Kuram, Say˝: 4, Güz 2010. http://zanenstitu.org/wp-content/uploads/2013/12/makale10_dilawerzeraq.pdf[girêdan daimî miriye]
  17. ^ Ramazan Pertev, Edebiyata Kurdî ya Gelêrî, Weş. Avesta, Stenbol 2015
  18. ^ candname.com, Şengê û Pengê. http://candname.com/senge-u-penge/
  19. ^ riataza.com, Di destan û çîrokên kurdî de jimara heft.http://krd.riataza.com/2017/07/26/di-destan-u-ciroken-kurdi-de-jimara-heft/
  20. ^ Bünyamin DEMİR, Motîfên Sereke Di Çîrokên Mîrze Mihemed De, The Journal of Mesopotamian Studies (JMS), 2017. Cilt 2, Sayı 1. http://jms.artuklu.edu.tr/issue/27754/294459
  21. ^ Hayrettin Kızıl, Berawirdkirina çîroka Hedlîlik Bedlîlik a bi Kurdî bi Gur û Heft Karikan a Birayên Grimm re, International Journal of Kurdish Studies, 2015, Cilt 1, Sayı 2. http://dergipark.gov.tr/ijoks/issue/8545/106018[girêdan daimî miriye]
  22. ^ Mustafa Ozturk, Vekolînek Derbarê Gotinên Peşiyan Ên Kurmancî De, Mukaddime, 6(2), 2015
  23. ^ Mehmed Emin Bozarslan, Haydariyên Giştî Di Heqê Kovara Jîn da, Jîn, 1985
  24. ^ BIWÊJ (Kürdçe deyimler). http://www.saradistribution.com/pendipesinan.htm
  25. ^ Kenan Subaşi, Vegotina Hêmayî î Metaforîk di Mamikên Kurdî de, The Journal of Mesopotamian Studies, Vol. 1/1, Summer 2016
  26. ^ kurdigeh.com, Mamikê min ê mamanî. http://www.kurdigeh.com/authors.aspx?an=3&aid=18
  27. ^ Subaşı, Kenan; “Vegotina Hêmayî û Metaforîk di Mamikên Kurdî de”, The Journal of Mesopotamian Studies, C: 1/1, Havîn 2016, r. 71-90. http://www.academia.edu/28702612/VEGOTINA_HÊMAYÎ_Û_METAFORÎK_DI_MAMIKÊN_KURDÎ_DE
  28. ^ Edip Polat, Di Çend Pexşanên Kurmancî De Evînên Efsanewî, Tez.
  29. ^ Mahroo Raşidîrostamî, Destpêka Şanoyê li Başûrê Kurdistanê, Zarema, Hejmar 2 (2014), rûpel 130.
  30. ^ a b Çetoyê Zedo, Metnên Şanoya Kurdî. (30.07.2017)
  31. ^ Tengezarê Marinî, Zanista rexneyî di navbera tiyorî û parktîkê de, Kitêb.
  32. ^ Mehmet Bayrak, Kurt Muzigi, Danslari ve Şarkilari, Ozge Yay.
  33. ^ Fehim Işik, Feqiyê Teyran (1590-1660), Tîroj, Adar-Avrêl 2011
  34. ^ Dawud Rêbiwar, Zêmarên Kurdên Elewî Di Albumekê de Hatin Civandin, Tîroj, Adar-Avrêl 2011
  35. ^ Rohat Alakom, Folklor û Jinên Kurd.
  36. ^ Destana Dewrêşê Ewdî, Roman, 2012 Adar, Han, Berlin, ISBN 978-3-94273597-23-0 Destana dewrêsê ewdî pirtûka Abdusamet yigit]
  37. ^ Ibrahim Seydo Aydogan, Wêjeya Kurdî û Bîr. http://www.kurdigeh.com/rwdx/sitepdf/weje_bir_ibrahim_seydo_aydogan.pdf
  38. ^ Rohat Alakom, Folklor û Jinên Kurd. Kîtêb.
  39. ^ Seccat Aydinlu, Firdevsi’nin Şehnamesi’nde Kurtler, Avesta Yay.
  40. ^ a b Yaşar Kaplan, Strana Kurdî (Kurmancî): Devera Hekarîyan Wekî Nimûne, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
  41. ^ Mustafa Ozturk, Zûgotinok Di Edebiyata Kurdî Ya Gelêrî De, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Sal:2 Cîld:2 Hejmar:3 Gulan/2016
  42. ^ Mahmut Guneş, Zarok û Zûgotinok. http://www.gazeteipekyol.com/arsiv/kose-yazisi/1977 Girêdana arşîvê 2021-09-27 li ser Wayback Machine
  43. ^ Çîrokên Keçelok 2 û 3/Abdusamet yigit
  44. ^ Salihê Kevirbirî, Filîtê Quto, Weş. Nefel, 2002.
  45. ^ a b Joyce Blau, Ziman & edebiyata kurdî, .institutkurde.org ( 4 gulanê 2017) https://www.institutkurde.org/ku/info/ziman-amp-edebiyata-kurd-icirc-1232551043
  46. ^ a b c d e f g h i j Abdurrahman Adak, "Kürtler Dil ve Edb. Maddesi" , Îslam Ansk. https://www.academia.edu/30994719/Kürtler_Dil_ve_Edb._Maddesi_İSLAM_ANSİK._ISAM_.pdf
  47. ^ Hevpeyivîna Mem Wêranî bi Necat Zivingî, rudaw.net: Fakat Baba Tahir'den 16’ncı Yüzyıl’a kadar Kürtçe eser bilinmiyor. Her ne kadar Kürt devletleri olarak Rewadî (845 - 1222), Hesnewî (942 – 1015), Şeddadî (952 – 1072), Merwanî (983 – 1085), Fedlewî (1156 – 1424) ve Eyyûbî (1172 – 1287) olmuşsa da, Kürtçe, yazı ve edebiyat dili olamamıştır. Kürt yazar ve bilginler Arapça ile yazmıştır.http://www.rudaw.net/turkish/interview/02072016
  48. ^ Abdurrahman Adak, Dîroka Edebiyata Kurdî, Weş. Nûbihar, Stenbol, 2013.
  49. ^ a b Dilazad Art, Nêrîneke Giştî Li Ser Edebiyata Nûjen Ya Kurdî, Heftenameya BAS. (ji candname.com, 01/05/2017). http://candname.com/nerineke-gisti-li-ser-edebiyata-nujen-ya-kurdi/
  50. ^ Firat Cewerî, Kultur, Huner û Edebiyat, Weş. Nûdem (1996), rûpel 76, "Şaîrê Kurd Kî ye?" http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/Y4HWZS879K.pdf
  51. ^ a b c d e Zeynelabidîn Zinar (Kaya), Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî, Çapa Pêşî 1991 (Weşanxane li ser kitêb tune ye) ISBN 91 830 0622 7. [1]
  52. ^ Engin Opengin, Kadim Kürtçenin izinde: Tevatür ve temellük kıskacında Kürt kültür tarihçiliği, Kurt Tarihi Dergisi (şubat-mart 2014). https://www.academia.edu/7065835/Kadim_Kürtçenin_izinde_Tevatür_ve_temellük_kıskacında_Kürt_kültür_tarihçiliği
  53. ^ Çeto Ozel, STANDARDÎZEKIRIN Û NÊZÎKKIRINA ZARAVAYÊN ZIMANÊ KURDÎ. http://www.institutakurdi.org/wp-content/uploads/2011/09/KONFERANSA-ZIMAN-ChetoÖzel-ok.pdf Girêdana arşîvê 2021-09-26 li ser Wayback Machine
  54. ^ N.G. Safonova (Wer. Tosinê Reşîd), Dîroka lêgerîna dîalekta kurdîye Goranî, Kurdo hej. 11. http://www.habasch.de/kurdisch/pirtuk/data/kurdo-11.pdf
  55. ^ Mînak. Dr. Golmorad Moradî: "Ez kurdêko yarsan a, ma goranî qisey kenîme.", Dr. Golmorad Moradî: Ganî Ma Yewbînî Nas Bikerîme (kurdibas), basnews.com (29/09/2017).http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/381861
  56. ^ a b c Sevda Orak Reşitoglu, DI EDEBIYATA YARSANAN DE KELAMÊN JINAN: MÎNAKA REMZBARÊ, The Journal of Mesopotamian Studies, Vol. 2/2 Summer 2017. http://jms.artuklu.edu.tr/download/article-file/343399[girêdan daimî miriye]
  57. ^ a b Maruf Xeznedar (Wer. Zîya Avci -Elîşêr), Dîroka Edebiyata Kurdî. http://krd.riataza.com/2017/05/11/prof-maruf-xeznedar-diroka-edebiyata-kurdi/
  58. ^ Gelawêj Ewrîn/Hîwa Muradî, Oleke Mezopotamyayî YARSANÎ. http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=32267 Girêdana arşîvê 2014-10-19 li ser Wayback Machine
  59. ^ Vali, S. (2011). Les Yârsâns, Aspects Mythologiques- Aspects Doctrinaux, Editions universitaires européens, Saarbrücken.
  60. ^ Mokri, M. (1977). La Grande Assemblée Des Fidèles de Vérité au tribunal sur le Mont Zagros en Iran (Dawra-y Dîwâna Gawra), Livre Sacré et Inédit en Gourani Ancien, Texte Critique, Traduction, Introduction et Commentaires acec des Notes Linguistiques et Glossaire, Etudes d'Hérésiologie Islamique et de Thèmes Mythico-Religieux Iraniens, Librairie Klincksieck, Paris.
  61. ^ a b Ayhan Meretowar, Sînorên Edebiyata Kurdî Ya Klasîk, nupelda.net. ( 10/12/2014) http://nupelda.net/index.php?language=tr&nv=news&op=Zimannasi/Sinoren-Edebiyata-Kurdi-Ya-Klasik-89 Girêdana arşîvê 2020-02-19 li ser Wayback Machine
  62. ^ Hayrullah Acar, Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Farisînûsî: Nimûneya Weda'î, e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, April-2016 Volume:8 Issue: 1 (15). http://dergipark.gov.tr/download/article-file/265728 Girêdana arşîvê 2018-03-22 li ser Wayback Machine
  63. ^ دیوان ملا پریشان[نسخه خطی http://dl.nlai.ir/UI/eae9619a-f41e-41a0-98a0-bc05e59b85df/Catalogue.aspx Girêdana arşîvê 2017-08-26 li ser Wayback Machine
  64. ^ شاهنامه‌ی کُردی بخشی از میراث ادبی و فرهنگی جهان است/ گفتگو با -دکتر بهروز چمن‌آرا- درباره شاهنامه کُردی, http://www.taqwesan.com/?p=4286 Girêdana arşîvê 2017-06-28 li ser Wayback Machine ( 2014/10/18)
  65. ^ Victoria Arakelova, SHAHNAMEH IN THE KURDISH AND ARMENIAN ORAL TRADITION. https://web.archive.org/web/20160304070143/http://english.paniranist.org/famousiranian/shahnamehkurdarmenia.pdf
  66. ^ M. Dehqan, THE CAT AND THE MOUSE: A KURDISH MANUSCRIPT ATTRIBUTED TO ALMĀS KHĀN. http://www.kurdologie-wien.at/home/images/Kurdologie/Mustafa_Dehqan/Dehqan_pdf/the-cat-%20and-the-mouse.pdf
  67. ^ Mehrdad R. Izady, KURDISH LITERATURE. https://web.archive.org/web/20060213122656/http://www.kurdishacademy.org/english/literature/literature.html
  68. ^ Nurullah Alkaç, Goranî Lehçesinde Yazılan Mesneviler, Kovara Bîr.http://kovarabir.com/wp-content/uploads/2018/01/Gorani-mesneviler.pdf
  69. ^ a b rudaw.net: Ji Harvardê: Zimanên Kurdan 5 in ( 11-7-2016). Heman nivîs Mem Wêranî, Zimanên Kurdan, Kanîzar,hejmar 7, 2016https://zimannas.files.wordpress.com/2016/07/hejmar7.pdf, Dr. Amr Taher Ahmed: Di edebiyata goranî de jî ev çend heye. Bo mînak Xanayê Qubadî Xosrow û Şîrîn a Nizamî ji farsî ji nû ve bi goranî nivîsîye û di pêşgotina wê de dibêje: “Rast en muwaçan farsî şeker en/Kurdî ce farsî bel şîrînter en”. Anku bo xwîneran diyar dike ka boçî Xosrow û Şîrîn kiriye goranî û dibêje: “rast e dibêjin farsî zimanekê mîna şekirê şirîn e, lê kurdî ji farsiyê gelek şirîntir e”. http://www.rudaw.net/kurmanci/interview/110720161
  70. ^ a b c d e f g Ebdulreqîb Yûsuf (Wer. Elî Şêr), Şaîrên Klasîk ên Kurd, Weşanen Jîna Nû, (Çapa Yekemîn, 1988) ISBN 91-970927-8-9 ISBN: 91970927-89. http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/1R4TA7LVEQ.pdf
  71. ^ a b c Th. Bois, V. Minorsky, D.N. Mc Kenzie, Kürtler ve Kürdistan, Doz Yay. (Çapa 2., 2004) (Tirkî) http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/D1X8AB43TY.pdf
  72. ^ a b Hüseyin KOYUNCU, DI HIN DÎWANÊN KURDÎ DE BANDORA TESEWÛFÊ, ZANÎNGEHA BÎNGOLÊ ENSTÎTUYA ZIMANÊN ZINDÎ ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ (Teza Lîsansa Bilind, 2014)
  73. ^ a b Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Gun Yay. (1968). http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/L1RH7FSBYD.pdf
  74. ^ [Êlî Herîrî, roman 2011, Han, Berlin. ISBN 978-3-942735-16-2 pirtûka bi navê Êlî herîrî ya nivîskarê kurd Abdusamet Yigit]
  75. ^ [Melayê Cizirî, dîrok, tirmeh-2013, Han, Berlîn, ISBN 978-3-940997-34-6 pirtûka bi navê Melayê Cizîrî ya nivîskarê kurd Abdusamet Yigit]
  76. ^ "Feqiyê teyran/Abdusamet Yigit". Ji orîjînalê di 21 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 nîsan 2018.
  77. ^ M. Xalid Sadinî, Feqiyê Teyran Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Weş. Nûbihar. (Çapa 4emîn, 2010 )
  78. ^ a b Ergun, Zulkuf (2012), DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ, Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî (Teza Lîsansa Bilind).
  79. ^ M. Zahir ERTEKİN, Mela ‘Eliyê Baqustanî û Mewlûda Wî, Mukaddime, 2015, 6(1), 101-138. http://mukaddime.artuklu.edu.tr/download/article-file/184167 Girêdana arşîvê 2018-03-21 li ser Wayback Machine
  80. ^ Şêx Şemseddîn Qutbê Exlatî yê Birîfkanî, Dîdarê Yar (Dîwana Wî), amd: Zahid Birîfkanî, Weşanên Roja Nû, (2001).
  81. ^ Ayhan Tek, OSMANLI EDEBIYATINDA MEM Û ZÎN MESNEVİSİ VE YAYILIMI, İhsan Doğramacı Bilkent Üniversitesi Ekonomi ve Sosyal Bilimler Enstitüsü (Doktora Tezi, 2015) rûpel 8, nîşeya 3. : Bazı araştırmacılara göre, Xanî’den önce yazılmış Kürtçe mesneviler mevcuttur. Bunlara bir örnek olarak da Kamal Fuad’ın bahsettiği Molla Perîşan ve eseri Perîşanname’si gösterilir (bkz.: Fuad 1970). Fakat bu ve benzeri eserlerin elimizde sahih nüshalarının olmaması ve metinlerin dil özellikleri itibari ile Xanî-öncesine kadar gitmediği kanaati taşıdığımız için, araştırmacıların bu tarz iddialarını bilimsel bulmadığımızı belirtmemiz gerekmektedir. Diğer taraftan bu alandaki çalışmaların bu tartışmaya kattığı bilimsel yeni bir veri olmadığını belirtmeliyiz. Ayrıca, Xanî’nin özgünlükle beraber ilk eseri yazdığına dair vurgularının da aynı zamanda gelenek içinde—aksi ispat edilene kadar—bir bilgi olarak aldığımızı ifade etmeliyiz.
  82. ^ Aziz Samur, DESTANA ZEMBÎLFIROŞ Û GULXATÛNÊ, Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Beşezanista Bingehîn a Ziman û Çanda Kurdî (Teza Lîsansa Bilind, 2012)
  83. ^ ABDOLLAH HAJIYAN, UMÎD DEMÎRHAN, Gulbijêrek ji çand û wêjeya Kurdên Xorasanê, FRITILLARIA KURDICA. BULLETIN OF KURDISH STUDIES, NO. 16, 03.2017 rûpel 74. https://tr.scribd.com/document/369538890/Gulbijerek-Ji-Cand-u-Wejeya-Kurden-Xorasane
  84. ^ Mehmet Bayrak, Kurt ve Alevi Tarihinde Horasan [Tarih - Etnoloji - Muzik - Edebiyat], Ozge Yay. (2013) rûpel 483., 594.
  85. ^ a b c Süleyman ÇETİN, KOVARA HAWARÊ û BANDORA WÊ YA LI SER ZIMANÊ KURDÎ, Zanîngeha Yüzüncü Yıl Enstîtûya Zimanên Zindî Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî Teza Lîsansa Bilind (2016).
  86. ^ a b Zulkuf Ergun, Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de, Nûbihar Akademî, Jimar 4, Sal 2, 2015.
  87. ^ a b Sedat ULUGANA, Di nav kurdên Yekîtîya Sovyet de edebiyeta kurdî, riataza.com http://krd.riataza.com/2015/10/12/di-nav-kurden-yekitiya-sovyet-de-edebiyeta-kurdi/ (October 12, 2015)
  88. ^ Firat Cewerî, Kultur, Huner û Edebiyat, Weş. Nûdem (1996), rûpel 110, "Şaîrê Kurd Kî ye?" http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/Y4HWZS879K.pdf
  89. ^ Sedat Ulugana, Dİ ÇERÇOVEYA MODERNİZM Û NETEWPERVERTİYA KURDÎ DE EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û “GAZİYA WELAT", Riataza.com.(01.05.2017)http://krd.riataza.com/2017/05/01/ebdurehim-rehmi-hekari-u-gaziya-welat-1/
  90. ^ a b c Yaqob Tilermenî, Ehmedê Xanî’nin Mesnevisi Mem û Zîn’den Çıkan Edebiyat, kurdîlit.net http://www.kurdilit.net/?page_id=2466&lang=tr (19.03.2018)
  91. ^ a b c Hîmdad Husên Bekir, Ciyê Cemîl Saib di Çîroka Hunerî ya Kurdî de, Zarema, Hejmar 5 (2015), rûpel 121.
  92. ^ Zulkuf Ergun, Hawar Dergisinde Egemen Türk İmajı ve Anti-Kolonyal Söylem, Monograf, 2015/3. http://monografjournal.com/sayilar/3/hawar-dergisinde-egemen-turk-imaji-ve-anti-kolonyal-soylem-monograf-sayi-3.pdf
  93. ^ Remezan ALAN, Modern Kürt Edebiyatında Kolonyal Karşılaşmalar, Ulusal İmaj ve Tersyüz Olmuş Bir Klişe, Monograf, 2015/3. http://monografjournal.com/sayilar/3/modern-kurt-edebiyatinda-kolonyal-karsilasmalar-monograf-sayi-3.pdf
  94. ^ a b Ebubekir GÖREN, DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO DE FOLKLORA KURDÎ, Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî (Teza Lîsansa Bilind) http://en.calameo.com/read/005071515f777d4f17abe
  95. ^ Îbrahîm Seydo AYDOGAN, 75 sal û 200 romanên kurdî(kurmancî), kurdîgeh.com (2011-02-14) http://www.kurdigeh.com/authors.aspx?an=43&aid=31
  96. ^ Lokman Polat, REWŞA ROMANA KURDÎ Hunera Romanê û Nirxandina Wê Lêkolîn | Nirxandin | Analîz, Weş. Çandname, E-pirtûk (2018) https://yadi.sk/i/h0O_Zsni3RpNnK
  97. ^ Çetoyê Zêdo - Yavuz Akkuzu, Dîroka Şanoya Kurdî, Weş. Peywend (2015).
  98. ^ Firat Cewerî, Kultur, Huner û Edebiyat, Weş. Nûdem (1996)
  99. ^ Çetoyê Zêdo, Kürtçe Tiyatro Metinleri, bianet.orghttps://bianet.org/biamag/sanat/185967-kurtce-tiyatro-metinleri
  100. ^ Malpera Navenda Çanda Mezopotamyayê: http://www.mezopotamya.info/teatra-jiyana-nu/ Girêdana arşîvê 2018-03-16 li ser Wayback Machine
  101. ^ Thomas Bois, The Kurds, Published by Khayat Book & Publishing Company (1966, Beirut)
  102. ^ Doç. Dr. Abdurrahman Adak, Newroz ji Perspektîfa Edebiyata Kurdî ya Klasîk, BasNûçe (ji candname.com, 21.03.2017) http://candname.com/newroz-ji-perspektifa-edebiyata-kurdi-ya-klasik/
  103. ^ Joyce BLAU, HÊMIN Jî MIR, Kovara Hêvî, HEJMAR 5 / GULAN 1986, rûpel 20. http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/V7EL2B5DY4.pdf
  104. ^ Farangis Ghaderi, Hecî Qadirê Koyî û Hilatina Neteweperweriya Kurdî, Zarema, Hejmar 2 (2014), rûpel 50.
  105. ^ Farangis Ghaderi, Ji nû ve Hizirîna li ser Peydabûna Helbesta Kurdî ya Modern, Zarema, hejmar 3 (2015), rûpel 139.
  106. ^ Haşim Ahmedzade, Di Rabêja Vebêjî ya Kurdî ya Modern de Rastî û Honak, Zarema, Hejmar 5 (2015), rûpel 107.
  107. ^ Hîmdad Husên Bekir, Ciyê Cemîl Saib di Çîroka Hunerî ya Kurdî de, Zarema, Hejmar 5 (2015), rûpel 123.
  108. ^ "Şahmaran/Abdusamet Yigit". Ji orîjînalê di 16 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 nîsan 2018.
  109. ^ Çîrokên Keçelok 2 û 3/Abdusamet Yigit[girêdan daimî miriye]
  110. ^ Mahroo Raşidîrostamî, Destpêka Şanoyê li Başûrê Kurdistanê, Zarema, Hejmar 2 (2014).
  111. ^ Mahroo Raşidîrostamî, Di Salên 1970yî de li Başûrê Kurdistanê Şano, Zarema, Hejmar 3 (2015), rûpel 157.
  112. ^ a b c d Roşan LEZGÎN, Modern Kirmancca (Zazaca) Edebiyati. http://www.zazaki.net/file/modern-kirmancca-edebiyati.pdf
  113. ^ Roşan LEZGÎN, Mewlidê Kirdî. http://www.zazaki.net/haber/mewlid-neb-y-ehmed-xas-57.htm
  114. ^ Qanatê Kurdo (Wer. Tosinê Reşîd), Lêgerîna Zaza, Belavgeha Hogir Hogir Verlag Bonn. http://www.orientalstudies.ru/eng/images/pdf/b_yusupova_2016.pdf
  115. ^ Murad Aygun, Destpêk ra Heta Ewro Edebiyatê Kirmanckî de Hîkaye, Zarema, Hejmar: 5 (2015), rûpel 127.
  116. ^ Yusuf Aydogdu, Modern Zaza Hikâyeciliğinin Tarihsel Serüveni, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi Yıl:1, Cilt:1, Sayı:1, Ocak 2015. http://dergipark.gov.tr/download/article-file/220221 Girêdana arşîvê 2018-06-02 li ser Wayback Machine