Xanedana Eyûbiyan
Xanedana Eyûbiyan الأيوبيون al-Ayyūbīyūn Erebî | |||||||||||||||||||||||||||
| |||||||||||||||||||||||||||
| |||||||||||||||||||||||||||
Nexşeya mezinbûna Împaratoriya Eyûbiyan di bîn Selahedîn Eyûbi di sala 1193an
| |||||||||||||||||||||||||||
|
Xanedana Eyûbiyan, xanedanekî ya dîrokî bû. Malbata Selahaddîn Eyûbî, malbateke kurd e ji êla Rewadiyan e.[2] Ji vê êlê Şadî bi herdû kurên xwe re Esededîn Şêrko û Necmedîn Eyûb ji gundê Ecdankanê çûne Bexdayê û ji wir jî piştre çûn li Tikrîtê bicihbûn. Şadî li Tikrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Mucehededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ku Eyûb jîr û zane ye, rabû wî xist destkarê Tekrîtê. Selaheddîn Eyûbî di 1136 an de li Tekrîtê hate dinyayê.[3] Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedîn Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Belbekê.[4]
Dîrok
biguhêrePiştî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Şamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Şêrko jî rêkire Misrê, da şerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî şawîrê kiribû.[5] Şêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Şêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Şêrko piştî demekê vegera welatê Şamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpê kir û berz bû.
Ji ber ko Frengan çavên xwe berdane Misre, Şêrko dîse vegerayê û Selahedîn jî rêkire bajarê Skenderiyê. Şêrko wezîrê Misrê bû û dest li ser danî. Ta mirina wî sala 1168 her Şêrko karûbarê Misrê gerand. Piştre li wir Selahedîn bû wezîrê pêşî, lê ji ber rastî û dadeweriya xwe êdî ew bûbû şahê dilê misriyan. Selahedîn Freng di şerê li Dimyatê de şkand. Bavê wî jî hate Misrê, gehayê. Piştî mirina xelîfê fatimî Adid (al-'Adid) êdî Selahedîn bû serdestê Misrê yê bêhempa. Û piştî ko Nûredînê Zengî mir êdî Selahedîn xwe kire siltanê Misrê. Bi vê hikmê malbata Eyûbiyan sazkir.
Bi şer Yemen, Sûdan û Felestîn vekirin û sala 1174 dest danî ser Şam, Mûsil û Helebê. Sala 1187 di şerê Hetînê de zora xaçperestan bir û Quds vekir. Şahê Inglîstanê Richard (bixwîne: Rîçard), yê bi dilê şêr navkirî careke din êrîşî Eyûbiyan kir, da Qudesê vegerêne, lê biser neket. Di sala 1192 levhantinek di nav herdû aliyan de çêbû, û şer rewasta. Li gor vê levhatinê ji erda ber lêva deryayê pê ve, ya di nav Sûr û Yafa de titişt di destê xaçperestan de nema.[6]
Yek ji mezintirîn bûyerên di dîroka erebî de vekirina eyûbî, ya welatê Yemenê ye. Ji ber ko mîrekên eyûbî bi vê vekirinê Yemen, Misir, Sûriya û welatê Cezîrê (niha di nav destê Sûrî, Îraq û Tirkiyeyê de ye) kirine yek. Bi vê yêkitiyê biserketina mezin li ser xaçeperestan bû û welatê ereban gehane hev.
Hikûmdar
biguhêreHikûmdaren Misirê
- 1171–1193: an-Nasir Yusuf (Selahedîn)
- 1193–1198: al-Aziz Uthman,
- 1198–1200: al-Mansur Muhammad I., dessen Sohn
- 1200–1218: al-Adil Abu Bakr I. (Saphadin)
- 1218–1238: al-Kamil Muhammad I.
- 1238–1240: al-Adil Abu Bakr II.
- 1240–1249: as-Salih Ayyub
- 1249–1250: al-Mu'azzam Turan Schah
- 1250–1254: al-Aschraf Musa
Hikûmdaren Sûriyê
- 1174–1193: an-Nasir Yusuf (Selahedîn)
- 1193–1196: al-Afdal Nur
- 1196–1218: al-Adil Abu Bakr I.
- 1218–1227: al-Mu'azzam Isa
- 1227–1229: an-Nasir Dawud
- 1229–1237: al-Aschraf Musa
- 1237–1237: as-Salih Ismail
- 1237–1238: al-Kamil Muhammad I.
- 1238–1238: al-Adil Abu Bakr II.
- 1238–1239: as-Salih Ayyub
- 1239–1245: as-Salih Ismail
- 1245–1249: as-Salih Ayyub
- 1249–1250: al-Mu'azzam Turan Schah
- 1250–1260: an-Nasir Yusuf
Mîren Helebê
- 1183–1186: al-Adil Abu Bakr I. (Saphadin)
- 1186–1216: as-Zahir Ghazi
- 1216–1236: al-Aziz Muhammad
- 1236–1260: an-Nasir Yusuf
Mîren Hemayê
- 1178–1191: al-Muzaffar Umar I.
- 1191–1221: al-Mansur Muhammad I.
- 1221–1229: an-Nasir Kilidsch Arslan
- 1229–1244: al-Muzaffar Mahmud
- 1244–1284: al-Mansur Muhammad II., dessen Sohn
- 1284–1299: al-Muzaffar Umar II.
- 1310–1331: al-Mu'ayyad Abu l-Fida (Xronîst)
- 1331–1334: al-Afdal Muhammad III.
Mîren Homîse
- 1164–1169: Asad ad-Din Schirkuh I.
- 1178–1186: Nasir ad-Din Muhammad
- 1186–1240: al-Mudschahid Schirkuh II.
- 1240–1246: al-Mansur Ibrahim
- 1246–1248: al-Aschraf Musa
- 1248–1260: an-Nasir Yusuf
- 1248–1263: al-Aschraf Musa
Mîren Kêrak
- 1188–1218: al-Adil Abu Bakr I. (Saphadin)
- 1218–1227: al-Mu'azzam Isa
- 1227–1248: an-Nasir Dawud
- 1250–1263: al-Mughith Umar
Mîren Yemenê
- 1173–1179: al-Mu'azzam Turan Schah
- 1179–1197: al-Aziz Tughtegin
- 1197–1202: al-Mu'izz Ismail
- 1202–1214: an-Nasir Ayyub
- 1214–1215: al-Muzaffar Sulaiman
- 1215–1229: al-Mas'ud Yusuf
Mîren Cîzîra Botan
- 1185–1193: an-Nasir Yusuf (Saladin)
- 1193–1200: al-Adil Abu Bakr I. (Saphadin)
- 1200–1210: al-Wahad Ayyub
- 1210–1220: al-Aschraf Musa
- 1220–1247: al-Muzaffar Ghazi
- 1247–1260: al-Kamil Muhammad
Mîren Heskîfê
- 1232–1239: as-Salih Ayyub
- 1239–1249: al-Mu'azzam Turan Schah,
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Turchin, Peter; Adams, Jonathan M.; Hall, Thomas D (kanûna pêşîn 2006). "East-West Orientation of Historical Empires" (PDF). Journal of world-systems research. 12 (2): 219–229. Ji orîjînalê (PDF) di 22 sibat 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2012.
- ^ "Ayyubid dynasty | Rulers, History, Founder, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
- ^ "SELÂHADDÎN-i EYYÛBÎ". TDV İslâm Ansiklopedisi (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
- ^ "Collections Online | British Museum". www.britishmuseum.org. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
- ^ "Ayyubids". obo (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
- ^ "Ayyubids | Encyclopedia.com". www.encyclopedia.com. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.