Xanedana Zengiyan
Xanedana Zengiyan زنكيون Erebî | ||||||||||||||||||
| ||||||||||||||||||
nexşeya Zengiyan
| ||||||||||||||||||
|
Zengî yan jî xanedana zengiyan (bi erebî: زنكيون, lat. zankiyūn) xanedaneke dîrokî ya misilman e.[1] Zengî binemaleke selcûqî ye desthilatdariya bakurê Rojavaye Kurdistan û Başurê Kurdistanê û pişt re jî desthilatdariya xwe fireh kirine û gihandine sînorê Misirê. Li Sûrî û Îraqê (1127-1174) û li Mûsilê berdewam bûn heta 1262 piştî zayînê. Paytexta wan berê Heleb bû û ji 1154an de bû Şam.
Esil
biguhêreBapîrê vê binemalê serleşkerekî memlûk ê bi navê Aq Sunqur bû. Ew bi alîkariya serdarê selcûqî Tutuş bû desthilatdarê Helebê. Kurê wî Îmadedîn Zengî di navbera 1127 û 1146an de hikumdarê Mûsil û Helebê bû.[2][3]
Destpêk
biguhêreDi navbera 1146 û 1174an de kurê wî Nûredîn cihê wî girt. Nûredîn di 1154an de Şam xist bin destê xwe. Piştî mirina birayê wî Seyfedîn (desthilatdarê Îraqê di navbera 1146 û 1149an de) Nûredîn Îraq jî teve milkê xwe kir û Mûsil kire paytext û desthilatiya wî li sere beşê Mûsilê heta 1262an ma.[4] Di dema Nûredînê Zengî de dewlet xurt bû û baş bi rê ve diçû, tevgera avakirinê geş bû û aboriya dewletê xurt bû û sinorên xwe fere kirin heta gihandine Misrê. Nûredîn leşkerê xwe bi serokatiya Silhedînê Eyûbî şande Misrê û dawî li dewleta Fatimî anî. Di 1174an de Silhedîn li zengiyan vegeriya û dawî li desthilatiya Îsmaylê kurê Nûredînê Zengî li Helebê anî. Desthilata zenkiyan li Şingalê (1170-1220) û li Cizîrê (1180-1250) hebû û ew jî li ser destê eyûbiyan bi dawî bû.[5]
Serdarên binemala Zengî
biguhêreXanedana zengiyan a Mûsil û Helebê
biguhêre- Îmadedîn Zengî I kurê Qesimedewle Aq Sunqur – waliyê Mûsilê (1127-1146)
- Seyfedîn Xazî I kurê Zengî I (1146-1149)
- Qutbedîn Mewdûd kurê Zengî I (1149-1169)
- Seyfedîn Xazî II kurê Mewdûd (1169-1177)
- Izedîn Mesûd I kurê Mewdûd (1177-1193)
- Ebûlharis Nûredîn Arslan Şah I kurê Mesûd (1193-1211)
- Elmelik Elqahir Izedîn Mesûd II kurê Arslan Şah (1211-1218)
- Nûreddîn Arslan Şah II kurê Mesûd II (1218-1219)
- Elmelik Elqahir Nasiredîn Mehmûd kurê Mesûd II (1219-1234)
- Bedredîn Lulu, (1234-1259)
Xanedana zengiyan a Şam û Helebê
biguhêre- Ebûlqasim Elmelik Eladil Nûredîn Mehmûd kurê Zengî (1146-1174)
- Elmelik Esalih Nûredîn Îsmayl kurê Zengî (1174-1183)
- Ebulfeth Elmelik Eladil Imadedîn Zengî II kurê Mewdûd li Şingalê (1181-1183)
Xanedana zengiyan a Şamê
biguhêre- Nûredîn Mehmûd kurê Zengî (1154-1174).
Xanedana zengiyan a Şingalê
biguhêre- Imadedîn Zengî II kurê Mewdûd (1171–1197)
- Qutbedîn Mihemed kurê Zengî II (1197–1219)
- Imadedîn Şahanşah kurê Mihemed (1219–1220) û Celaledîn Mehmûd kurê Mihemed (1219–1220) û Fethedîn Umar kurê Mihemed (1219–1220)
Xanedana zengiyan a Cizîrê
biguhêre- Muizedîn Sencer Şah kurê Xazî II yê kurê Mewdûd (1180–1208)
- Elmelik Elmuezem Muizedîn Mehmûd kurê Sencer Şah (1208–1241)
- Elmelik Ezahir Mesûd kurê Mehmûd (1241–1250)
Xanedana zengiyan a Şehrezorê
biguhêre- Imadedîn Zengî III kurê Arslan Şah II (?-1233)
- Nûredîn Il Arslan kurê Zengî III (1233-1251)
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Bosworth 1996, r. 191.
- ^ Ayalon 1999, r. 166.
- ^ Irwin 1999, r. 227.
- ^ Asbridge 2012, r. 1153.
- ^ Hunyadi, Zsolt; Laszlovszky, József (2001). The Crusades and the Military Orders. Central European University.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |