Mihemed Dehsiwar nivîskarek kurd yê ji Bakurê Kurdistanê ye. Ew niha li Swêdê dijî.

M. Dehsiwar di sala 1959an de li Batmanê hatiye dinyayê. Wî xwendegeha pêşî, navî û lîse li wir xwendiye. Hê di xortaniya xwe de ketiya nav sefên welatperwerî û şoreşgeriyê. Piştî cûntayê ew mecbûrî derketina dervayî welêt bû û niha li Swêdê, li Stokholmê dijî. Piştî bicîbûna li Stockholmê û îmkanên xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, hewil da ko di vî warî de kar û xebatê bike. Wî digel vê, pêşî xwendegeha grafîkê ko di warê amadekirin û çapemeniyê de mirov digihîne û du sal bû, kuta kiriye. Paşê wî li Unîversîteya Stokholmê pêwendiyên navneteweyî (international relations) xelas kir û beşek jî ji »siyasalê« (political science) xwend. Niha jî bi teza xwe ya di vî warî de mijûl e. Ew di nav cîhana pirtûkan de, li Pirtûkxaneya Navneteweyî kar dike û di wir de berpirsiyarê beşa pirtûkên kurmancî û tirkî ye.

Ji bilî romana bi navê Çirîskên rizgariyê ferhengeke zarokan jî amade kiriye û di kovarên kurdî de çîrok û nivîsên wî jî derçûne. Ew her wiha wergeriyê Henning Mankell) wergerandine kurdî.

M. Dehsiwar bi kurdiya kurmancî dinivîse.

Berhem biguhêre

Çavkanî biguhêre