Şêxê Sen'an

Pirtûka Feqiyê Teyran

Şêxê Sen'an an jî Şêxê Senaniyan yek ji berhemên Feqiyê Teyran e. Berhem li ser şêxekiye ku wekî Şêxê Sen'an tê danasîn.

Şêxê Sen´an
Nivîskar Feqiyê Teyran
Şêwe Helbest Berhem
Ziman Kurdî

Bi kurtî naveroka Şêxê Sen'an biguhêre

Şêxê Sen'an yê herdem di zikr û taeta Xwedê de serdarê 500 sofiyan e. Kar û xebata Şêx tev ji bo axretê ye. Elaqê wî qet ji xweşî û lezetên vê cîhanê tine. Ew ewlîyakî Xwedê ye. Şêt tên ser ji bo ku baş bibin, kor tên cem ji bo ku bi çav bibin, dîn tên cem ji bo ku saxlem bibin. Feqiyê Teyran kesayetiya Şêxê Sen'an bi van rêzikan tîne ziman[1][2].

Dûr bû ji ev dinya fanî
Pir digrî kêm dikenî
Kul bû ji ber secdê enî
Di karê zewada axretê

Wî her zewade kar dikir
Zikrekî bê hejmar dikir
Ji dinyayê istixfar dikir
Dûr bû ji her ci sibhe tê

Temenê Şêx dibe 77. Sofî li hev dicivin û biryara çûna Hecê dikin. Şêxê Sen'an wekî rêberê karwanê 500 sofî tê hilbijartin û dikevine riya Hecê de.

Karwanê Heciyan li nêzîkê bajarê Tîflîsê, ji bo bêhndanê li baxekî rûdinin. Ev bax baxê qîza hukumdarê Gurcan e. Çavên Şêx di vî baxî de bi keça Gurcî dikeve. Piştî ku ew qîzê dibîne biryar dide ku li vira bimîne û xizmeta keça Gurcî bike. Sofî dikin nakin bisernakevin ku Şêx ji biryara wî vegerînin, ew mecbûr dev ji Şêxê xwe diberdin û bê rêber divegerin warê xwe.

Şêx li xwe nakit sitaran
Eşkere xwe gote yaran
Ax ji destê dohta kufaran
Bimre dînê şirketê

Bê mezheb û bê dîn kirim
Bê xwendin û yasîn kirim
Ji yar û biran şermîn kirim
Werdek xeyala min ne tê

Lew nesîm werdan bixwûnim
Bejnekê nazik dibînim
Dîn dibim wer dimînim
Dil ji min bir qametê
..........
......
Şerm û edeb çû wê demê
Nalî ji tîra sertemê
Bûye kenînê alemê
Avêt kirasê rûmetê

Şêxê 77 salî, yê di riya Hecê de bi hêviya ku keça Îsawî işaretekê bidiyê dev ji her tiştî diberde. Dema Şêx ji keça Gurcî re evîna xwe diyar dike, keç xebera dawî jê re dibêje: Eger Şêx bibe Îsawî ewê mecal bide ku ew hevûdin bibînin. Şêx hemû şertên keça hikûmdarê Gurciyan ya xiristiyan dipejirînin e. Ew Şêxê ewliyayê Xwedê, rêberê karwanê Heciyan di 77 saliya xwe de dest bi vexwarina meyê dike û dibe gavanê berazan. Şêx serpêhatiya xwe wiha tîne ziman:

Hem no kirim, hem bed kirim
Ku ewê ez Îsawî kirim
Ji vê terîqê der kirim
Kafir kirim bê murwetê

Kafir kirim meyxur kirim
Dîwane û epter kirim
Balekê ji pêxember kirim
Ev reng bela li ser min tê

Sofiyên mirîdê Şêx di dawiyê de ji warê xwe cardin tên û Şêx bi xwe re dibin. Keça Gurcî jî li dûv Şêx diçe, lê dema ku ew digihîjin hev Azraîl ruhê herduyan distîne û ew bi bihiştê tên xelatkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Feqê Teyran, Şêx Sen'an, Weşanên Roja Nû, Stokholm 1986
  2. ^ Feqiyê Teyran, Ey Avê Av & Şêxê Sen'anî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 1999