Dilawer Zeraq

Nivîskar û wergêrê kurd

Dilawer Zeraq (jdb. 1965, li Farqînê, Diyarbekir Bakurê Kurdistanê), edîtor, wergêr, nivîskar û akademîsyenê kurd e.

Dilawer Zeraq
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Perwerde
Pîşe
Nivîskar, wergêr, editorLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Ferhenga biwêjan

Dilawer Zeraq di sala 1965an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbû[çavkanî hewce ye]. Ji sala 1996an û vir de ye bi kurdî çîrok û roman û di warê rexneanalîza wêjeyê de gotaran dinivîse. Zeraq, ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Di sala 2004an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13an edîtoriya vê kovarê kir. Digel ku berhevkariya biwêjên kurdî dike jî, pê re jî, li ser rênîşa kurmancî û standardîzasyona kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Di sala 2021ê de jî li ser ziman û wêjeya kurdî bawernameya doktorayê wergirt.

Dilawer Zeraq li Amedê dijî.

Berhem biguhêre

Kakil, kurteçîrok, Weşanên Sî, Stembol, 2002.

Bişirîna Şermînî, kurteçîrok, Weşanên Aram, Stembol, 2003.

Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Sêyîneya Winda, pitûka yekem) roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2005.

Ferhenga Biwêjan, Tirkî-Kurdî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 2005.

Çilkên Pênûsê, kurteçîrok, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2009.

Mirina Bêsî (Sêyîneya Winda, pirtûka duyem), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2011.

Nexşên Li Giyan (Sêyîneya Winda, pirtûka sêyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2014.

Rajena Kurdî, rexne-analîz, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015.

Ferhenga Termên Matematîkê (Bi Mem Wenda re), ferheng, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015.

Ferhenga Biwêjan, Kurdî, (3. cild) ferheng, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015.

Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De Weşanên Lîs, (Analîza Sosyolojîya Wêje û Zimên), Diyarbekir, 2017

Bêhna Dara Sincê roman, Weşanên Lîs, Roman, Diyarbekir, 2018

Ruhe Xwebûnê, rexne-analîz, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2021.

Rengê Hebûnê, rexne-analîz, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.

Wergerên wî biguhêre

Ejdehayê Sêserî (ji Leyla Erbîl), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.

Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir (ji Jaklin Çelik), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.

Mirina Li Madrîdê (ji Oya Baydar), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.

Gelaciyên Bajarê Nû (ji Müge İplikçi), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.

Şahiya Hêrsê (ji Jaklin Çelik), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2012.

Bêsîber (H. Ali Toptaş) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir , 2019

Mirina Bêar ya Delal (Latife Tekin) Roman,Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022

Ji Dinyayê Jêrhêl (Gaye Boralıoğlu) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.

Çîyayê Digirî Çemê Dengbirî (Ayçegül Devecioğlu) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.

Serêşîya Dinyayê (Ayfer Tunç) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.

Li Dûr (Mine Soysal) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.

Çavkanî biguhêre