Gotinên pêşiyan
Gotinên pêşiyan di nav her neteweyê de hîmekî bingehîn ê civakî ye. Xwediyê wan gotinan ne belî ye û di bingeha xwe de gelek caran hatine guhertin. Gotinên pêşiyan, ew gotin in ku çîrokekê, nêzîkatiyekê, an perspektîfekê bi hevokeke kurt tîne zimên ku tim di hişê mirov de bimîne û mirov bi hêsanî bikaribe ji yekî/e din re jî bêje.
Çend Mînakên Cûrbecûr ji herema Oxîyê ya nivîsandî:Canê Elî
Lîsteya gotinên pêşiyan
biguhêre- Ji gayê bor re hincet fîtik e.
- Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne.
- Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin.
- Dema mirov kal dibe, zarok tilîkan davêjin mirov.
- Ker bi ku ve here jî ker e.
- Şîrê kerê encax dehşekê mezin dike.
- Mirov pîvazê nexwe bêhn ji devê mirov nayê.
- Şîreta kerê palasa wî ye.
- Bi fisan çarşef boyax nabe.
- Bi tirr û fisan hundir germ nabe.
- Hêter çi qas jî ji hev dûr herin guhê xwe tim li ser hev bin.
- Dijminê bavan nabin dostê lawan.
- Dostê bavan nabin dijminê lawan.
- Rih dibe bihost, dijmin nabe dost.
- Mala bavê meydan e mala xezûr zindan e.
- Kûsi miskê naxwe.
- Mêr çol e jin gol e.
- Ne bihara dûbihar, ne jî pîra diranzêr û guh bi guhar.
- Seg (kûçik) goştê seg naxwe.
- Nokê rabû li kokê.
Girêdanên derve
biguhêreDi Wîkîgotin da gotarek li ser Gotinên pêşiyan heye. |
- Şahidê rovî dêla rovî ye.
- Dims bi sebrê nabe helaw.
- Dema seydê gûyê tajî tê.
- Çavê li deriyan xwelî li seriyan.
- Dengê defê ji dûr ve xweş tê.
- Menêre li bejnê, binihêre li vînê.
- Nan û mast taştiya rast, nan û dew taştiya derew.
- Here ba wî yê te bigrine, meçe ba yê te bikenîne.
- Gişkê neda ber nîskê.
- Dinya bi dor e, sire tê gahay bor e.
- Deriyê xeratan bi benan girêdayî ye.
- Deriyê xwe bigir cîranê xwe meke diz.
- Destê xebitî li ser zikê têr e.
- Destiyê bivir ne ji darê be dar nakeve.
- Dev dixwe rû fedî dike.
- Dêhn ne dêhn in, ê ji wan bawer dikin dêhn in.
- Dê û dotê şer kirin, bêaqilan bawer kirin.
- Dibêjin tu li rê, qeda û bela li rê.
- Dilê şivên bixwaze dikare ji nêrî şîr derxe.
- Dilê tirsonek sîng û berên gewr nabîne.
- Dinya gul e, bêhn bike û bide hevalê xwe.
- Dinya li dinyê, çavên gur li mîhê.
- Ku dît ez im, ku nedît diz im.
- Ku dijminê te gêrîk be jî hesabê xwe bike.
- Dûr bi nûr e.
- Eger xêr bê welatekiwê bigihije hemî cihê welât.
- Erd birinc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dibe.
- Eyarê bênamûsa firehe.
- Ez çi dibêjim bilûra mi çi dibêje.
- Ez ezim tu tuye.
- Ez hêdi dimeşim bela dighê mi, ez zû dimeşimez dighêm bela.
- Ê dizya hingiv bike wê mêş pêvedin.
- Ê jinê berde li paniyê nanêre.
- Ê ne di şerde be şêre.
- Ê rabe cihê wi, ê bimre jina wi dimine.
- Êş hat Şam'ê, ecelhati mirin.
- Fala qereçiya lihev derdikeve.
- Feqir çûn xwe daliqinin ditin ku dewlemend li ba dibin.
- Galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana.
- Giha dibin kevirde namine.
- Gotna rast bi mirov ne xweş tê.
- Gul ew gul bû baran ji lê hat şil bû.
- Gur dikujin qijak dixun.
- Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket.
- Hechecikê silava li hecêk.
- Hemi çêlek tên dotin, hemi gotin nayên gotin. -
- Hem ji dêrê bû hem ji ji mizgeftê.
- Hem serê xwe dişkine hem ji xercê xwe dide.
- Here miletan, bigre adetan.
- Her giha li ser koka xwe şin tê.
- Her kezizerek simbêlsorek li himbere.
- Her tişt ji ziravi mirov ji stûri diqete.
- Heta mi xwe naskir mal li xwe xelas kir.
- Hevalê bêje "heval heval" mede dû.
- Heyfa ciwaniyê pîrî li pêye.
- Heywana tu bigerinî wê erzan bibe.
- Hin dikin, hin dixon.
- Hingivê debeye di eyarê kâçikdaye.
- Hûrik hûrik dagir tûrik.
- Ji hirçkê du eyar dernayê.
- Jin kelehe mêr girtiye.
- Ji pira pir diçe ji hindika hindik.
- Ji rovi fenektir tune ji eyarê wi pirtir tune.
- Ji xelkêre masigiro ji xwere kwêsigiro.
- Kanya ku tu avê jê vexwi kevra navêjyê.
- Karê ne ji mire bayê wê di ser mire.
- Keçkê bêbav çiyayê bêav.
- Keda helal dibe mû naqete, keda haram bibe weris ji diqete.
- Kerê miri ji gur natirse.
- Kes nakeve gora kesi.
- Ku kela şorbê çû buhayê heskê pere nake.
- Kumê rasta tim qetyayiye.
- Kurmê şiri heta piri.
- Ku te girt bermede ku te berda bi dû nekeve.
- Kûçik ji kê bitirse bi wi ali direye.
- Lê kaliyê lê koriyê; mirin çêtireji feqiriyê.
- Li bejnê neri bi zêra kirî, laçek rakir kertkê guri.
- Li kerê mirî digere ku nala jêke.
- Mala me li çoyê meye; çoyê me li ser milê meye.
- Malê axê diçe canê xulêm dêşe.
- Malê çamêrki û xesiski wek hev dire.
- Mal li ser malê nabe.
- Mal mala teye lê bi alyê firaxa nere.
- Meger li newala nebin xeyala.
- Mêja Kurmanca ne ibadete, adete.
- Mêrê qels du cara şer dixwaze.
- Mirin mirine xirexir çiye?
- Mirişka bigere wê lingê wê bi zelq be.
- Mirov bi carkê qûnek nabe.
- Mirov xwe bi destê xwe ne xurine xura mirov naşkê.
- Nabêjin kê kir; dibêjin kê got.
- Nan û pivaz hebe nexweşi çavreşiye.
- Navê gur derketiye; rovi dinya xera kir.
- Ne dujminê xeraba bin; dujminê xerabiyê bin.
- Ne fene, ev çi dar û bene?
- Ne xwar ne da hevala, geni kir avêt newala.
- Nivişta bê tişt, xwedyê xwe kuşt.
- Pisik ne li male mişk Evdirrehman'e.
- Pivaz, çi sor çi sipi.
- Qantir nazê xwê şin nayê.
- Qedrê gulê çi zane; kelbeş divê kerê reş.
- Qûna wê qûna mirişkêye hêkê qaza dike.
- Reng rengin, sor bi dengin.
- Rûyê reş ne hewci teniyêye.
- Serê du berana di beroşkêde nakela.
- Sê wêne dost hene: Nano, gano, cano.
- Simbêl bi pisika ji heye.
- Şahdê rovi terya wiye.
- Şeb û şekir çûn Diyarbekir, şekir rûnişt deng nekir, şeb rabû pesnê xwe kir.
- Şerê sibehê ji xêra êvarê çêtire.
- Şeva reş keleha mêraye.
- Şeytên gotiye "ê li xwe bi heyire ez di winim.
- Şêr şêre; çi jine çi mêre.
- Şikefta sed pez heryê wê sed û yek pez ji heryê.
- Şûr kalanê xwe nabire.
- Ta bi ta dibe rih.
- Taji bi zorê nare nêçirê.
- Teyrê ku goşt dixwun nikilxwarin.
- Timayi birakuje.
- Tirsa gur ji baranê heba wê ji xwere kulavek çêkra.
- Tîr bikî dan diçe,rohn bikî nan diçe
- Tu bi hiriba tê li nav keri ba.
- Tu cehnemê nebini buhuşt bi te xweş nabe.
- Tu çi têxi kewarê wê ew bê xwarê.
- War ew ware lê bihar ne ew bihare.
- Wê ev hevira hin gelek avê hiline.
- Xeber çekê jinêye.
- Xeta xwar ji gayê pire.
- Xwedê ji yekire xera bike diranê wi di pelûlê de dişkê.
- Xwedyê xêra dibe evdalê ber dêra.
- Xwestek û kodik bi şûnde?
- Xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike.
- Ya nare aş ya ji dire aşvan dikuje.
- Yarê diya mi yek ba minê bi dendikê bihiva bi xwedi bikra.
- Zikê zaroka tijeye lê zimanê wan nagere.
- Zimanê dirêj darkukê serê xwedyê xwe ye.
- Zor gêzerê radike.
- Çikas ser saxbe ewkas kûn we nenera bibîne