Cegerxwîn

Nivîskarê kurd (1903-1984)

Cegerxwîn bi navê xwe yê fermî Şêxmûs Hesen (jdb. 1903 li gundê Hesarê, Kercewsa Batmanê, Bakurê Kurdistanê[1] – m. 22ê çiriya pêşîn a 1984an li Stockholmê, Swêd), helbestvan, siyasetmedar û ramyarê kurd ê mezin bû.

Cegerxwîn
Navê rastî
Şêxmûs Hesen
Jidayikbûn1903
Hesar, Kercews
Mirin22ê çiriya pêşîn a 1984an (81 salî)
Stockholm, Swêd
BernavCegerxwîn
PîşeNivîskar, helbestvan
NeteweKurd
biguhêreBelge

Jînenîgarî

biguhêre
 
Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn li Amedê, 2012. Di sala 2017an de hikûmeta tirkî navê navendê guherand û navê "15 Temmuz Millet Kültür Merkezi" lê kirin.

Cegerxwîn di 1903an de li gundê Hesarê hatiye dinyayê. Navê wî ew e: Şêxmûsê kurê Hesenê kurê Mihemedê kurê Mehmûdê kurê Elî. 11 bira û xwişkên wî hebûn. Birayê wî Xelîl e û xwişka wî Asya ye. Yên din çûne ber dilovaniyê Xwedê.[2] Ew hê di salên zaroktiyê de dest bi kar kiriye. Di 1918-1919an de, di jiyê 15-16 saliyê de dê û bavê xwe winda kirine. Bavê wî Hesen (m. 1918) bû, diya wî jî Eyşan (m. 1919). Di salên 1918 û 1920an de di riya hesinî de dişixule. Di salên 1920 û 1927an de ew diçe deştê Diyarbekirê ber şêx û melan bixwîne. Ew diçe medreseyê. Di 1924an de Cegerwxîn dibe welatparêz.

Di sala 1927an de ew vegeriya Tilşiyîrê (Tilşihîrê), bi keça xalê xwe Kehla Selîm re dizewice û dû re li Amûdê bi cih dibe. Di 1928an de Cegerxwîn dibe seyda û meletiyê dike. Ew bû meleyê gundê Hazda Jorîn. Dû re meletiyê ber dide, diçe du gundan (Êlek û Cehenem, Rojavayê Kurdistanê) ava dike.

Di 1934an de komeleya Ciwankurd saz dikin, lê dagirkarên frensî komelê digirin. Di 1946an de Cegerxwîn dikeve Xoybûnê û lê kar dike, pişt re navê rêxistinê diguherin, dikin Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê. Damizirînerê civatê Ehmed Nafiz e, Cegerxwîn dibe sekreter. Wî mala xwe ji gund bir bajarê Qamişlo[3]

Di navbera 1948 û 1957an de ew dibe komûnîst û endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Dû re di 1949an de ew cara pêşîn tê girtin.

Di 1950î de ew dikeve Civata Aştîxwazên Sûriyê û bi wan re kar dike. Li 1954ê ew dibe berbijêrê perlamana Sûriyê.

Di 1957an de Cegerxwîn ji Partiya Komûnîst dûr dikeve û rêxistina Azadî saz dike. Piştî rêxistina Azadî bi Partiya Demokrat a Kurdî dibin yek.

1959-1962 partî wî dişîne Başûrê Kurdistanê, li Bexdayê di zanîngehan de hînî kurdî dike. Ew sê salan li wir dimîne. Di 1962an de ew vedigere Rojavayê Kurdistanê. Ew dîsa tê girtin.

Li 1963ê ew dîsa tê girtin û dikeve girtîgeha Mezê ya Şamê. Piştî pêleke nedirêj tê berdan û vedigere Qamişlokê.

Di 1967an de Cegerwîn bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Pêşverû li Sûriyê. Lê dû re di 1969-1970î de ew cardin diçê Başûrê Kurdistanê û li şoreşê nêzîkî salekê dimîne.

Di navbera 1973 û 1975an de ew ji ber stemkariya hikûmeta Sûriyê diçe Libnanê û li wir dimîne. Li Libnanê dîwanên xwe ya sêyê "Kî me ez?" û ya "Salar û Mîdya" çap dike. Di 1976 û 1979an de ew vedigere Sûriyê û heta sala 1979an li wir dimîne.

Di sala 1979an de Cegerxwîn diçe welatê Swêdê, li bajarê Uppsalayê dijiya.[çavkanî hewce ye] Ew di 22ê çiriya pêşîn a 1984an li Swêdê dimire. Dû re ew li Qamişlokê hatiye veşartin.[4]

Ziman û ferheng

biguhêre
  • Destûra Zimanê kurdî, 1961, Bexda
  • Ferheng, perçê yekem, 1962, Bexda
  • Ferheng, perçê diwem, 1962, Bexda

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Cegerxwîn (2003). Aşitî (Dîwana 8an). Weşanên Avesta, Stembol.
  2. ^ Derwêşê Xalib, Kurtejînenîgariya Cegerwîn, di Kovara W, îlon-çiriya pêşîn 2009 de, Weşana Enstîtûya Kurdî ya Amedê
  3. ^ Mehmed Uzun (1995). Antolojiya edebiyata kurdî, 1. Tümzamanlaryayıncılık, Stembol.
  4. ^ Davut Özalp (2004?). Jînenîgarî, têkoşîn û berhemdariya Cegerxwîn. Weşanên M, Stembol.

Mijarên têkildar

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre