Ali Çiftçi di sala 1995an de li gundê Kelhesenan ku li ser bajarê Qonyayê ye hatiye dinê.

Çifçi heta lîseyê li bajarê xwe xwendiye. Hîn di lîsê de ji ber fikrên xwe hatiye girtin û piştre mecbur maye û çûye li Siwêrega Ruhayê lîsê xwendiye. Di sala 1980î de hatiye Swêde. Li wir dibistana mamostetiyê xwendiye û li bajarê Stokholmê çend salan mamosteyî kiriye. Piştre dev û dest ji mamostetiyê berdaye û weşanxane û çapxaneya APECê vekiriye. Weşanxaneya Apecê heta niha nêzîkî 250 pirtûkên kurdî çap kirine. Bi taybetî pirtûkên zarokan ku ji swêdî wergerandine kurdî. Ew redaktorê kovara Bîrnebûnê ye ku heta niha (2009) 42 hejmarên kovarê derketine. Kovara Bîrnebûn cih dide nivîsên li ser kurdên Anatoliya Navîn.