Weşanxaneya Apec
Weşanxaneya APEC (bi swêdî: APEC Förlag AB) weşanxaneyeke kurdan li Swêdê ye ku kitêbên bi zimanê kurdî, erebî, tirkî, farisî, swêdî û almanî diweşîne. 90% ji kitêban bi herdû diyalektên sereke yên kurdî soranî û kurmancî ne. Bi zaravaya dimilî (zazakî) jî heta niha hatine weşandin.
Weşanxaneya Apec | |
---|---|
Malper | http://apecpublishing.com |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Piraniya berhemên weşanxaneya APEC, kitêbên ji bo zarokan in. Kitêbên li ser dîroka kurd û Kurdistanê û folklor û zimanê kurdî jî tên weşandin. Weşanxane giringiyê dide zimanê kurdî, bi taybetî kitêbên ji bo zarokan û yên hindekariyê.
Hin berhemên ku ji çapa APECê hatine der
biguhêre- (kurdî) Ansîklopediya Zarokan (Amed Tîgris, Mehmud Lewendî, Hesenê Metê, Seyidxan Anter, Ali Çiftçi)
- (kurdî) Pippiya Goredirêj li Humlegårdenê (Astrid Lindgren)
- (swêdî) Skatten från Halabja och andra berättelser (Suzan Samanci)
- (swêdî) Svensk-kurdiska kontakter under tusen år (Rohat Alakom)
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |