Macin jî şairekî kurd ê nenas e. Heta niha kesekî nave wî di tu kitêbê de neaniye. Hemû tişten ku em li ser wî dizanin eva han e ku bi kemasî
berî 209 salan niha hebûye. Vê helbesta wî ya jêr di wê keşkula destnivîs de bû. Ev helbest gelekî nezî helbesta Melayê Bateyî ya ku bi vê misraye dest pê dike: "Subh û evare, şeva tarî şemala kê yî tu". Eva han nişana wê yekê ye ku yeki ji wan helbesta ya din dîtiye. Vêca em nizanin ka kîjan di pêşiya yê din de ye û kê pêşiya yê din helbest nivîsiye. Li ba min nezîktirîn eva han e ku her du hevçaxê hev bûne
ku di sedê 11 heta 12'e hicrî de jiyane.
Sorgula xonçe dehen nazik nîhala ke yî tu
- Mehweşa gul pirehen şox û şepala kê yî tu
- Gul ruxa sîmen zeqin fikr û xiyala kê yî tu
- Ahûya Deşta Xeten mişkên xezala kê yî tu
- Nazika sîma semen qenc û delala kê yî tu
- Ew çi dêm e ew çi rû ne ew çi zulf e ew çi xal
- Ew çi gulbaxê gulan e ew çi husn e bê mîsal
- Ew çi ebru ne çi qews in ew çi "Nûn"in reng hîlal
- Ew çi mujgan in çi tîr in ew çi elmas in bi qal
- Qatilê xûnrêz û xûnxur pur qîtala ke yî tu
- Ew çi badam in siyah in ew çi çav in xemzerîz
- Ew çi rîhanen di şeng in ew çi zulf in mişkebîz
- Ew çi Hindû ne siyah dil ew çi xal in fitne xîz
- Ew çi lêv in ruhî perwer ew çi 'unab in ezîz
- Leb xemûş î badenûş î laûbala ke yî tu
- Ew çi bejn e ew çi qamet ew çi qedd e dil ruba
- Ew çi exbar in te can de ew çi durr in pur buha
- Ew çi narine û turunç in ew çi sêv in sîneca
- Ew çi mehtab in binagûş ew çi subh e nûrfeza
- Rohniya şama firaqê şem' û mala kê yî tu
- Hûr û eyn î xemrevîn i dil têşîn î dil firîb
- Bê qusûr î hem çi hûrî nûra Tûr î pur 'ecîb
- 'Îşwesaz î serfiraz i dilnewaz î dilşekîb
- Şahlewend î leb ji qend i çeşmî bend î pur xerîb
- Sînesoj î dilfiroj i meh cemala kê yî tu
- Ew çi 'ac e rengzucac e ew çi nûrîn gerden e
- Ew çi durca le'lî kûn e can rewan tê mesken e
- Ew çi desten rengxenayî riştina xûna min e
- Şubhê te mehbûb û xûb ma qed di dunyayê hene
- Cebhe roj î qelbî soj î qed şemala kê yî tu
- Ew çi dulbend in muselsel ew çi zincîr in kezî
- Ew çi mehyûş in çi ala kesk û sor û qurmizî
- Netrik û îlan û şitrî têk li dêmê tewwuzî
- Dê bimeş carek tu serwa min were seyra rezî
- Da bi qurbana te bit Macin xezala kê yî tu
|
- Şaîrên Klasîk ên Kurd ( Abdulreqîb Yûsuf )--Ji Weşanên Jîna Nû