Biwêj (îdyom, idyomatîk, mentiqê hevokî) pêkhatineke ji gelek peyvan e (‘Komeke statik a peyvan’) û yekîtiyek e, lê wateya wê ya giştî nikare yekser ji wateya endamên wê yek bi yek were girtin. Ango formekî taybet yê gotinên bi hev re tên bikaranîn e (Kolokasyon).

Taybetmendiyên biwêjiyê ev in:

  • Veguheztina cîhê endamên biwêjê, nabe sedema guhertina sîstematîk a wateyê.
  • Herweha wateyeke ku ne biwêjiye jî dikare ji biwêjê were xwendin.

Ev biwêj, weke koma statîk a peyvan, ji komên nestatîk yên peyvan cihê ne.

Biwêj beşeke zexm a ferhenga ziman e. Gelek caran kes û fîgurên retorîkê, beriya hertiştî mecaz di wan de heye. Piraniya wan li gor dîroka zimên ji komeke gotinan ku berê ne biwêjî bûn, pêk hatine. Ango wateya biwêjekê bi giştî nikare were analîzkirin, lê ger mirov di dîrokê de biwêjê bişopîne, hingê mirov dikare wateya wê analîz bike. Biwêj tenê dikarin li herêmeke bi sînor belav bibin û werin nasîn.

Komên peyvan ku ji wêjeya nivîskî hatine girtin jî dikarin weke biwêja werin bikaranîn.

Mînak ji bo biwêjan biguhêre

  • Aqilê kesî ji kesî/tiştekî birrîn = Gava mirov kesekî an jî tiştekî weke baş dinirxîne.
  • Serê kesî birin = Bi axaftinê kesek acizkirin.
  • Xwîna xwe xweş kirin/ şêrîn kirin = Dema kesek tiştekî bi awayekî nenormal-ne li gor kesayeta xwe- dike.