Selîm Silêman

helbestvanê kurd
(Ji Selim Silêman hat beralîkirin)

Selîm Silêman (1586, Bedlîs/Xîzan) - ?) helbestvan, wêjevan û nivîskarê kurd bû.

Selîm Silêman
Jidayikbûn1586
Hîzan, Bidlîs
PîşeWêjevan û Nivîskar
BandorbarFirdewsî û Camî
biguhêreBelge

Heya ku Rojhilatnasa sovyetî Margarita Borissowna Rudenko behsa destnivîsên kurdî kir, eşkere bû ku Selim Silêman jî helbestvanekî Kurd e û Yûsif û Zuleyxa bi Kurmancî nivîsiye. Ji xwe Aleksandr Jaba, rojhilatnas û dîplomatê rûs behsa Selim Silêman kiriye. Ew dibêje ku Selim Silêman hevdemê Şerefxanê Bedlîsî bûye (sedsala XVI-XVII) û bixwe helbestvan û dengbêjê Mîr Şeref (Mîrê Xizanê) bûye. Ji bilî van agahdariyan, em di derbarê Selîm Silêman de xwediyê zanîneke kêm in.

Aleksandr Jaba yê ku guman dikir ku Selîm Silêman dîwana xwe ji dîwana "Camî" helbestvanê farisî girtiye, Hewl nedabû lêbipirsê ka gelo şaxên Yûsif û Zuleyxayê di zargotina Kurdan de heye an na? Kurdnasa Sowyetî M.B. Rûdênko di dîsertasyona xwe de tîne holê û îsbat dike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman koka xwe ji zargotina Kurdan girtiye . Rûdênko dide nîşan ku çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman û yên Firdewsî û Camî hevûdin digrin, Lê wekîdin çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman di yên Firdewsî û Camî de tunene. Ji ber vê yekê Rudenko bawerdike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman, destaneke Kurdîyî serbixwe ye.

Berhem biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Tarîxa Edebyata Kurdî I, Prof. Qanatê Kurdo, Weşanên Roja Nû, 1983.
  • Yûsif û Zuleyxa, Selîm, Weşana Enstîtuya Kurdî li Stembolê, 1998 (Ji aliyê Feqî Huseyn Sagniç ve tîpguhezîna wê hatiye kirin).