Open main menu

Alexander Auguste Jaba (bi polonî: August Kościesza-Żaba), (z. 1801 Krasław − m. 3'ê rêbendanê 1894 li Îzmîrê) rojhilatnas û kurdzanekî polonî ye.

Jaba di sala 1801 de li Kraslavê di malbatek katolîk zadegan de ji dayik bûye di navbera salên 1824 -1828 de li Zanîngeha vîlenskî ku bi wezareta derve ve girêdayî bû beşê zimanên rojhilatê xwendiye. Piştre di konsolxaneyên Rûsyayê de li Yafa, Selanîkê û Smyrna (navê îro, Îzmîr) xebitiye. Ji sala 1848 heta sala 1866 an li Erziromê bûye konslê Rûsyayê. di salên 1853- 1856 de ketîye şerê Kirimê paşê disan vegerîya ye Erziromê, Li ser daxwaza mudûrê muzeya Asîya yê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirîye bi vê munasebetê Li wir dostaniya wî bi Mele Mehmûdê Bazîdî, Ehmedê Xanî û gelek zanayên Kurd re çê dibe, û mirov dikare bêje ev dibe sebebên ku wêjeya kurdî zengîntir dibe. Li ser adet çîrok û wêjeya kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860'ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba Kurdî-Frensî, Frensî-Kurdî hin nehatîye çapkirın heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a Kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna zanayê Almanî Ferdinand Justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin. Jaba gelek sûd ji Bazîdî û zanyarên Kurd ên din wergirtîye. Di sala 1866 dawî li karê wî tê û li Izmîrê bi cîh dibe. Di Sala 1894'an li Smyrna (Îzmîrê) dimire.

Binere jîBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne


  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)