Şerefxanê Bidlîsî
Şerefxanê Bidlîsî[1] (jdb. 25ê sibata 1543an, Qum − m. 1603, Bedlîs) mîr, nivîskar û dîroknasekî kurd e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng Şerefname ye. Mijara Şerefnameyê dîroka Kurd û Kurdistanê ye.[2]
Şerefxanê Bidlîsî | |
---|---|
Jidayikbûn | 25ê sibata 1543an |
Mirin | 1603 (60 Salî) Bakurê Kurdistan / Bedlîs |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Sefewî |
Pîşe | Dîroknas, Siyasetmedar |
Xebat | Şerefname |
Bandorker | Mehmûdê Bazîdî, Celadet Alî Bedirxan |
Paşê | Şemsedîn Beg Ebû Elmaalî |
Dê û bav |
|
biguhêre |
Jiyana Şerefxan
biguhêreŞerefxanê Bidlîsî (Mîr Şeref Xanê Bidlîsî) ku nivîskarê Şerefnameyê ye, di sala 1543'an de li nêzîkê bajarê Qumê ji dayik bû ye. Bavikê wî serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan tevil tevlîheviyên li dijî siltanê osmaniyan bû, rêwiyan cem Dewleta Sefewiyan. Dema Şerefxan neh salî bû ligel zarokên şah dersan dibîne. Hîn di emrekî biçûk de dest bi birêvebiriya dewletî dike û li bajerinan rêvebiriyê dike. Nêzîkê bîst salan li gelek bajarên safewiyan parêzgeritiyê dike. Sala 1576'an ew ji li ser karê wî kişandin serayê û li wir ji ber kirinên ne li cîh ji karê wî girtin. Vê yekê ew hew qasî êşand ku tevil 600 kesên eşîrê û malbata xwe vegeriya Wanê di çileyê sala 1578'an de. parêzgerê herêmê Xûsrev Paşa ji sulatanê wê demê 3'emîn Siltan Mûradê (ji sala 1574'an ta sala 1595'an li ser desthilatiyê bû) xwest ku Şerefxan bîne li ser mîrîtiya wî li Ocaqliqa Bedlîsê. Li ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û Mûşê hate pejirandin. Wî dema nivîsana dîroka kevin ya Kurdistanê bi navê Şerefname bi dawî kir di sala 1597'an de, êdî ew bi tenê bi navê xwe desthilat bû. Di rastiya rojane de kurê wî Şemsedîn êdî kar û barê mîrîtiyê dimeşandin. Şerefxan êdî ji kemsî ve ta sala 1599'an jiya. Li gor hin jêderan ew di sala 1603'an yan jî 1604'an de çû ye li ser dilovaniya xwe.
Berhem
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Bidlīsī, Sharaf Khān; Bai︠a︡zidi, Makhmud (2007). Mela Meḧmûdê Bazîdî, 1797-1867: tercema Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî : Tewarîx Qedîm Kurdistan "tarîxa kevin ya Kurdistanê". Spîrêz.
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 adar 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 kanûna pêşîn 2014
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
Bîbliyografî
biguhêre- Bedlîsî, Şerefxan; Şerefname: Tarîxa Kurdistanê ya kevn, Stockholm 1998
- Strohmeier, M. & Yalçin-Heckmann, L.; Die Kurden: Geschichte Politik Kultur, München 2000
Girêdanên derve
biguhêreEv gotara ji bo siyasetmedarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |