Miradxanê Bazîdî

Helbestvanê kurd
(Ji Miradxan hat beralîkirin)

Miradxanê Bazîdî (jdb. Bazîd 1736 - m. Bazîd 1778) wêjevan û helbestvanê kurd ê klasîk e.[1]
Navê Mirad Xan ê din Miradxanê Bazîdî ye. Mirad Xan di sala 1736an de li Bazîda kevin hatiye cîhanê. Zaroktiya xwe di vî bajarê kevin ê dîrokî de bûrandiye. Di şeş saliya xwe de dest bi xwendina qur'anê kiriye. Piştî qedandina Quranê, di Medreseya Ehmedê Xanî de dest bi xwendina zanînên olî, wêjeyî û teknîkî kiriye. Piştî xwendina xwe ya di Medreseya Ehmedê Xanî de, li medreseyên Wanê, Hekarî û Bedlîsê digere. Ji van medreseyan dera ku kêfa wî jê re dihat an jî dema ku liqayî seydayekî mezin dibû, demekê li wira dima û dixwend. Herwiha bi vî awayî zanîna xwe pêşdixist.

Miradxanê Bazîdî
Jidayikbûn1736
Mirin1778
Agirî / Bazîd, Bakurê Kurdistanê
EsilKurd
HevwelatîKurdistan
PerwerdeMedreseyên Kurdî
DestûrnameMedreseya Bazîdê
PîşeFîlozof, Nivîskar û Helbestvan
SerdemSedsala 18an
BandorbarEhmedê Xanî
DînÎslam
biguhêreBelge

Li Medreseya Bazîdê ku Ehmedê Xanî pirtûkxaneyek mezin tê de vekiribû, Mirad Xan jî mîna gelek hevdemên xwe, xwend û ji vê pirtûkxaneya Ehmedê Xanî sûdeke mezin wergirt.

Bi vê çalakbûn û lêgerînên xwe de, hê di ciwaniya xwe de bû zanyar û wêjevanekî mezin. Daxwaza Mirad Xan ew bû ku di rêya Ehmedê Xanî de bibe helbestvanekî mîna wî. Pêşbikeve û helbestên xwe ji derdora xwe re bixwîne. Ji ber vê yekê xwe berdabû ser dîroka jînenîgariya Ehmedê Xanî ya wêjeyî. Mirad Xan Ehmedê Xanî baş naskiribû û jê re rêzdariyeke mezin digirt. Ji seydana feqiyan û pêşrewiya civatan zêdetir, kêfa wî ji nivîsandin û xwendina helbest û destanan re dihat. Dema em li berhemên wî dinihêrin, em dibînin ku di warê nivîsandinê de gihayê vê armanca xwe û pir serkeftî ye. Wî helbest, destan û çîrok xweş nivîsîne û di dema xwe de, li ser van beşên wêjeyê pir pêşketiye.

Ji berhemên Mirad Xan, çend helbest ji dîwana wî û çend malik ji destana Zembîlfiroş gihîştine destê me. Mixabin weke gelek helbestvan û wêjevanên me yên din jî, berhemên wî bi temamî berdest nebûne.

Mirad Xan di malikekê ji ya Zembîlfiroş de, dema nivîsandina vê destanê wiha diyar dike:

Herwiha Mirad Xan di vê malikê de bi awayek vekirî dibêje, min ev destan sala 1190ê koçî nivîsiye. Ev sal beremberî sala 1776an a salnameya zayînî ye.

Destana Zembîlfiroş, weke tê zanîn û di destnivîsên ku gihîştin dema me de, ji aliyê bîst kesên ku navê wan diyar û ne diyar ve hatiye nivîsandin. Herwiha berhemên van hozanan îro di destê me de ne. Ji van nivîskaran yek jî Mirad Xan e. Destanek ji yên ku herî bi hişmendî û baş hatî nivîsandin, destana Zembîlfiroş a Mirad Xan e. Yê ku ser û binê vê destanê gihandî hev û dirûva vû destanê sererast kiriye dîsa Mirad Xan e.

Mirad Xan destana Zembîlfiroş bi 254 malikan nivîsiye. Lê ji 254 malikan 129 malik gihîştine dema me ya îroyîn.

Li gor şîroveya Mirad Xan, Zembîlfiroş şahzade ye. Lawê Şahê Amedê ye. Şahê Amedê serekê heft kişwaran e. Zembîlfiroş di heman demê de Walîahdê bavê xwe bûye. Zembîlfiroş xewnekê dibîne û dev ji kêf û zewqa Walîahdî û şahzadetiyê berdide. Bi jin û zarokên xwe ve dev ji tekyana bavê xwe berdide, weke belengazan qesta bajarê Mêrdînê dike. Xwe li koxeke tarî digire û ji bo debara kufletê xwe dest bi çêkirina selik û zembîlan dike. Selik û zembîlên ku çêdike kolan bi kolan digerîne û ji bo debara zarokên xwe dest bi firotina wan dike.

Hozanê me Mirad Xan, vê mijarê bi van çend malikan wiha tîne ziman:

Ey dil were carek bi coş
Ley meclisa pir zewq û xoş
Guh bidine sohbetek xoş
Dikeyn behsa Zembîlfiroş
Zembîlfroş kurê mîran e
Lawe ku bejin reyhan e
Xwedan koçek û dîwan e
Le keyf û seyran şev û roj

Şev û rojê keyfxweşî ye Bi eşq reqs û şahî ye Çû acizî dilde niye Ne dîtye saetek nexoş

Şevekê şeva înî bû Xewneke ecêb diyî bû Li nav xewê de girî bû Dil û hinav lê hate coş

Jina wî lê kird pirsiyar Bo çi digrî tu ey nazdar Ji ber çi ev tirs û hewar Ji ber çi rabûy mendehoş

Şahzade dbêjit nazenîn Min dî xewnek xweş û şêrîn Qesr û qusûr hemû zêrîn Tu li nav horî perdepoş

Le xwe hatim bême qesran Ez û tu pêkve bikin seyran Le min horî bû dergevan Lew ez hişyar bûm mendehoş

Go derkeve tu neyê pêş Her li dunê bibe derwêş Nehêle qet roj û nivêj Bibe feqîrek xerqepoş

Nehêle qet dilê feqîr Hişyar be te nebiye mîr Xwe neyêxe qeyd û zincîr Li qiyametê teng û nexoş

Zembîlfiroş bi vî rengî xewna xwe vedibêje, digirî û li xwe dixe. Şahbanû nikare bi tu awayî şahzade bihewisîne. Mirad Xan dilmînî û şîretên şahbanû yên li Zembîlfiroş wiha tîne zimên:

Jin dibêjit bibiya çavan Ji dil berde xof û tirsan Bab hakimê heft iqlîman Xwedan genc û eskerek boş

Rabe here keyf û seyran Tu berde tol û tajiyan Bikuje ask û kûviyan Keyfê bike bi dilkî xoş

Şahbanû li rewşa şahzade ango Zembîlfiroş nihêrî ku bi ti awayî, ji derdê wî re nabe derman û nikare pend ê şîretên xwe pê bide bihîstin. Rabû çû cem dayîka wî û jê re got, lawê te şahzade ji xew rabûye, digirî û li nav çavên xwe dixe. Ji dayîka wî dixwaze ku vê rewşa wî ragihîne şahê bavê wî û wezîran. Li ser vê yekê Şah wezîrên xwe dicivîne ku ji bo lawê wî çareseriyekê bibînin. Wezîran ji şah xwestin ku şahîtiyê radestî lawê xwe bike. Vê biryara bavê wî û wezîran jî ti bandor li Zembîlfiroş nekir. Di heman rojê de bi destê jina xwe û zarokên xwe digire û ji bajêr derdikeve.

Zembîlfiroş li bajarê Mêrdînê, li koxa ku tê de bicîh bûyî selik û zembîlên xwe çêdike û kolan bi kolan digerîne ku bifiroşe. Gulxatûna jina mîr wî dibîne û dil dikeviyê. Bangî wî dike, hildigire hundirê kelê û ya dilê xwe jê re dibêje. Bi ti rewşê nêzîkî Gulxatûn nabe û xwe di keleha bilind werdike, bi zindî difilite û vedigere mal.

Di dawî de Şahê Amedê dibihîze ku lawê wî ji heft kişwarên wî, li bajarê Mêrdînê ye. Bi fermanekê lawê xwe ji Mîrê Mêrdînê dixwaze.

Miradxan vî dîmênî wiha vedibêje;

Wan hat û roja nêwî ye Mîr ji seyranê hatiye Dbêjit xulam û cindiye Herin bînin Zembîlfiroş

Herin bo min derwêş bînin Paşazed bixemilînin Hemû bi siwarî bînin Be muzîqe û keyf û xoş

Ney emrek bo min hatiye Zembîlfiroş le min xwestiye Ew kurê padîşahî ye Ji ber dînê xwe hatiye

Mîr û wezîr hemû rabûn Lawik dîtin û înabûn Li ser textê mîr danabûn Şah û wezîr li pêş westabûn

Zembîlfiroş ma heyîrî Bherdu çavan kire girî Mîrêm min navê agirî Cihî nima reş û nexoş

Mîr dibêjî bserê te ye Hatî emir jbabê te ye Dixwazî jmin canê te ye Vêkra diçin bi keyf û xoş

Mîr kaxizî da xwendinê Dixwazîtin tu û jinê Neşêm bidim axiftinê Lpêş padîşahê eskerboş

Xulaman kehêl cemandin Mîrek û jin lê şidandin Mendal lkija wî danandin Ji bo qesrê şahê kêfxoş

Mirad Xan digel destana Zembîlfiroş, gelek xezal û helbest jî nivîsîne. Heta dawiya temenê xwe jî nivîskariya wî berdewam kiriye û li bajarê Bazîdê çûye ser dilovaniya xwe.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Mihemed Emîn Zekî, Navdarên Kurd û Kurdistanê