Mehmet Kemal Işık an jî Torî (jdb. 1931 li Midyad - m. 17ê tişrîn/çiriya pêşiya 2010an Stembol) nivîskarekî kurd bû. Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana "Dicle Köy Enstitüsü" (Erxanî) mamosteyî xwend.

Mehmet Kemal Işık
Jidayikbûn1931 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirinçiriya pêşîn 2010 (78–79 salî)
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê "Qolinç" li Stokholmê hate weşandin. Paşê bi navê "Şîlan" kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê "Mendik" romanek nivîsand û da weşandin. Torî di wextekî navbir de bi nivîsandina kurteçîrokan û bi kitêbên tarîxî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin. Di heman wextî de jî ew ferhengeke kurdî-tirkî ya bi 12.800 peyvî nivîsandiye.[1]

Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de ye, di 17ê tişrîn/çiriya pêşiya 2010an de li Stembolê mir.

Kitêbên wî yên kurmancî biguhêre

  • Qolinc - çapa 1ê (kurteçîrok) (Dengê Komal, 92 rûpel, 1985) ISBN 9186958011[2][3]
  • Qolinç - çapa 2an (kurteçîrok) (Komal, 95 rûpel, 1992)[4][5]
  • Şîlan - çapa 1ê (kurteçîrok) (Aza, 96 rûpel, 1990)[6][7]
  • Şîlan - çapa 2an (kurteçîrok) (Komal, 91 rûpel, 1996) ISBN 9757102040[8]
  • "Rêziman"/"Rêziman bi Kurmancî" - (Weşanên Azad, 1990)[6][9]
  • Destpêka xwendin û nivîsandina kurdî (Arya, 111 rûpel, 1992) ISBN 9755600000[10][11]
  • Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 1ê (Koral, 496 rûpel, 1992) ISBN 9757780162[12]
  • Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 2an (Weşanên Berfîn, 615 rûpel, 1999) ISBN 9757354864[13]
  • Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 3an (Weşanên Berfîn, 832 rûpel, 2004) ISBN 9757354864[14]
  • Alfabeya Kurdî - (Koral, 112 rûpel, 1992) ISBN 9757780200[6][15]
  • Mendik - çapa 1ê (roman, Weşanên Berfîn, 195 rûpel, 2002) ISBN 9756680199[16][17][6]
  • Mendik - çapa 2an (roman, Weşanên Berfîn, 421 rûpel) ISBN 9789756680193[18](çavkanî divê were kontrolkirin, ji ber ku sala ku tê şanîkirin 2000 e, lê çapa pêşî di sala 2002a de derketiye)

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 21 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2016.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Qolinc - Deichman.no (bi norwecî).
  3. ^ "Qolinc : çirokên kurdî | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 nîsan 2024.
  4. ^ "Qolinç - Torî - 1000Kitap".
  5. ^ "Qolinç | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 nîsan 2024.
  6. ^ a b c d "Di Dîroknasiya Kurdan De Emrekî Dîrokî: APÊ TORÎ". ÇandName. 14 nîsan 2022. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  7. ^ "Şîlan : kurteçirok | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 nîsan 2024.
  8. ^ "Şîlan : kurteçirok | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 nîsan 2024.
  9. ^ Pakseresht, Ali. "دستورزبان کردی کرمانجی Kurmanji Kurdish Grammar". {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  10. ^ "Torî - Deichman.no".
  11. ^ "Destpêka xwendin û nivîsandina Kurdî | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 nîsan 2024.
  12. ^ "Open Library, li ser "Ferheng"".
  13. ^ "Google Books, li ser kitêba "Ferheng"".
  14. ^ "Nadirkitap, li ser "Ferheng"".
  15. ^ "TORÎ ALFABEYA KURDİ". kitantik (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 nîsan 2024.
  16. ^ "Romanên Kurdî".
  17. ^ "Amazon.com: Mendik".
  18. ^ "Dante kitabevi".