Abdusamet Yigit

Abdusamet Yigit, di 13ê adarê 1978an de li gundê Xirabê SosinaCizîrê hate cîhanê. Nivîskarê kurd e. Ew li Gundê Xirabê Sosina di neqebîna Nisêbînê û Cizîrê li ser rêya hevîrîşimê dijîya.

Abdusamet Yigit
Jidayikbûn 13ê adarê 1978
Esil Kurd
Hevwelatî KurdistanKurdistan Kurdistan
Pîşe Nivîskar
Xebatên navdar
Bandorbar Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Îsmaîlê Cizîrî, Zerdeşt, Manî, Mîtra
biguherîneBelge

Ji ber kurdbûna xwe, demekî tê zîndanîkirin jî. Ji 1994an heya 2004an di hepsê de dimîne. Li zindanên Erzîromê, Êlihê û Giresunê maye. Wekê nivîskarekî kurd pirtûka wî ya pêşî bi navê Feqiyê Teyran bi kurdî hatiye weşandin. Li ser wêje, felsefe, dad, civaknasiyê gelek beşên din ên felsefeyê weke vacê û hwd ew pirtûkên ku wî nivîsandine hene. Gelek mijarên felsefîk ên weke estetîsmê, civaknasîyê, dadê û hwd jî wê bi teorîk û felsefîk aniye ser ziman. Abdusamet Yigit di pirtûkên xwe de, mijarên civakî, zimanî, çandî, wêjeyî, dîrokî û hwd, wê bi gelek mijarên din jî re hildaye dest.

JiyangerîBiguherîne

Di romana xwe ya bi navê Feqiyê Teyran de li ser jiyanê filozofê kurd Feqiyê Teyran disekine. Romana wî ya duyem jî Destana Kawayê Hesinger e. Di wê romana xwe de destana Kawa tîne ser ziman. Pirtûka wî ya sêyemîn jî, pirtûka bi navê "Elî Herîrî" ye. Ev pirtûk jî, li ser jiyangeriya fîlozofê kurd Elî Herîrî ye, li ser hizrên wî û felsefeya wî disekine. Nêzîkatiya Elî Herîrî ji mijarên felsefîkî ên weke hebûn û jiyan re çi bûn û weke van mijarên hê gelek mijarên din, mirov nêzîkatiya wî bi têgihiştina wî ya felsefîkî re dibîne. Pirtûka çaremîn jî, pirtûka "Şahmaran" e ku Şahmaran weke vegotin û destaneke pir kevn ya di temenê çanda kurdî de ye. Pirtûka Şahmaran, çendî ku weke romanakê jî bê, lê ew roman di encama lêkolîneke ku di nava civaka kurd de li ser wê destanê hatiye kirin û piştre hatiya nivîsandin.

Yigit, ji bilî pirtûkên xwe yên ku dinivîsêne, li ser zimanê kurdî jî kolîye û hatine weşandin. Zimanê Yigit, bi taybetî kurmanciya Botanê ye. Ew bixwe jî ji wê herêmê ye.

Nivîskar biçûkatiya xwe li gundê Xirabê Sosina derbas dike. Haya ku tê 12-13 saliya xwe li gund mezin dibe. Piştre malbata wî barî bajêr dike. Ew jî li bajêr êdî mezin dibe. Li bajêr dest bi dibistanê dike. Lê, hê ku zêde pêde neçûye tê girtin û ku hate girtin êdî wê dişînin girtîgehê. Êdî ji wî re demeke nû dest pê dike. Piştî ku ser deh salan re li girtîgehê dimîne, piştre derdikeve û piştre, li derve dest bi karê nivîsandinê dike. Yigit, perwerdeya xwe ya bingehîn li malê li cem dê û bavê xwe digire. Bi wê temenê ku li cem wan hildayî mezin dibe.

Yigit, di pirtûkên xwe de bi taybetî bi dîroka Kurdistanê re li ser pêşketina civakê disekine. Ji ber vê yekê, qedrekî mezin daye ziman û pêşxistina ziman jî. Yigit bixwe, di piçûkatiya xwe de heta ku tê 12-13 saliya xwe jî li gund mezin dibe. Piştî vê demê ku barî bajêr dike êdî bi zimanê tirkî re pênas dibe. Di dema piçûkatiya xwe de ji ber ku gelek meriv bo xwandinê diçin Cizirê û li wir li Medreseya Sor dixwînin, ew jî di wê demê de bi wan çûyîn û hatinan wê nas dike û di derbarê wê û dîroka wê de dibe xwediyê agahiyê. Ji ber ku ew jî ji wê herêmê ye, êdî zor nabe di nava wê de pêde here. Bavê wî bixwe jî yekî ku salên xwe dabûbûn xwendinê li wê Medreseya Sor. Ji ber vê, bandora alimên kurd ên weke Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û hwd, bi vegotin û hanînîya wan ya li ser ziman re li ser wî jî xwe diyar dike. Piştî salên 84an ku ji gund bi mecbûrî barî bajêr dikin jî, ku ne weke berê jî bê wê jiyana xwe ya malbatî hewl dide ku weke wê bide domandin.

Navaroka berhemên wîBiguherîne

Abdusamet Yigit, di pirtûkên xwe de wê mijarên civakî ên weke civaknasî, felsefe, çand, wêje û dîrok digire dest. Bi wê re nivîskar di pirtûkên xwe de bi herîkîna dîrokê re rewşa jiyan, pêşveçûnên aqilî û jiyane civakê wê tîne ser ziman. Di rêza pirtûkên xwe yên weke Feqiyê Teyran de ku ew ji pênc cildan pêk tê, li ser jiyana Feqiyê Teyran disekine. Di pirtûkê de Feqiyê Teyran, bi dem, felsefe, jiyan, berhem û jiyana civaka wî re tîne ser ziman. Di dewama wê de wê bi pirtûka xwe ya bi navê ´Melayê Cizîrî´ û ya bi navê Elî Herîrî´ re jîyana van fîlozofên kurd tîne ser ziman. Rêza pirtûka wî ya bi navê "çîrokên keçelok" ku heta niha sê cildên wê hatine weşandin, bi jîyana civaka kurd re li ser meselokên keçelok re di dewama hevdu de dîmenekî jîyana civaka kurd û rengê pêşketina zanebûna civaka kurd a civaknas tîne ser ziman. Ev pirtûka keçelok, weke xebateke nivîskar a pirr dirêj û kûr dibe.

Nivîskar li ser demên dîrokê ên berî zayînê ên pêşketina civaka kurd bi pirtûka xwe ya bi navê "li ser dîroka civaka kurd a hemdem" re disekine. Di vê pirtûkê de demên civaka kurd ên gûtî, lolo, qasît, hûrî û mîtannîyan bi civakiya wan re digire dest. Bi taybetî pirtûka ´li ser dîroka civaka kurd a hemdem´, weke xebateke dîrokî a demên şaristanî û civakî ên li Kurdistanê ku ew tîne ser ziman dibe. Piştre jî, li ser dema Mediya pirr zêde disekine. Di pirtûkên xwe yên weke "jîyan di bin roja Mîtra de dimeşe", "qîyakser", "ji zend avêsta heta zen bûdismê" û " Zerdeştê kal" de bi awayekî hûr û kûr li ser van demên civakî bi pêşketinên wan ên şaristanî, civakî, felsefîk û hwd re li ser wan disekine. Di pirtûka ´jîyan di bin roja Mîtra de dimeşê´ de nivîskar li ser jiyana mîtra û felsefeya wî bi dema wî re li ser disekine. Di pirtûka "Qiyakser" de jî nivîskar li ser jîyana keyê kurd û ango medî qîyakser disekine. Li ser jiyana wî bi dema wî re li ser disekine. Ev pirtûk, weke pirtûkek û xebata dîrokî di derbarê vê dema civaka kurd de dîmenekî berfireh bi zanebûna demê re dide mirov. Nivîskar Abdusamet Yigit di pirtûka xwe ya bi navê "Zerdeştê kal" de jî li ser jiyan, felsefe û zanebûna Zerdeşt disekine. Di pirtûka "ji zend avêsta heta zen bûdîsmê´ de jî li ser bandora têgîna avêsta û civakiya wê ya li ser herêmên din ên Asya disekine. Bi wê re felsefeyên weke Bûdîzmê, reankarnasyonê, yoga û hwd, disekine û koka wan ji ku derê tê, li ser vê disekine. Di dema wî de wê zanebûnên zerdeşt ên ku wî di ´avêsta´ de anîn ser ziman, çendî deng vedan û çi encam derxistin holê, li ser destpêka wan jî disekine. Di dewama wê de pirtûka nivîskarê kurd ya bi navê ´Di xeta dîroka Kurdistanê de felsefe û pêşketina zimanê kurdî´ bi awayekî berfireh, wê encamên pêşketinên Zerdeşt û zanebûna wî, pêşketina dema Mediya û piştre nivîskar di bin navê gotina "civakên avêstayî" de tîne ser ziman. Di heman pirtûkê de wê ji dema hûrî û mîtannîyan û heta dema medîya û demên piştre jî ku dike nava xwe de li ser pêşketinên zimanî, çandî û civakî jî disekine.

Serdemên navîn bi çandek civakî bi pêş dikeve. Di pirtûkên nivîskar ên weke "Destana hemê Zerê", "destana dewrêşê ewdî", "kevneşopîya hemawîyê", "Ku mirov li Kurdistanê jin bê" di wan de tîne ser ziman. Pirtûka ´kevneşopîya hemawîyê" wê li ser wê destûra pîroz a civaka kurd ku navê wê ´kevneşopîya hemawîyê´ dibe. Pirtûka ´kevneşopîya hemawîyê´ û ya "ku mirov li Kurdistanê jin bê" rewşa jinê li Kurdistanê û êrîşên li ser wan a ji ber hebûna wan a zayendî û civakî ku li wê dibin tîne ser ziman. Piştî vê pirtûka xwe ya bi navê ´Di xeta dîroka Kurdistanê de felsefe û pêşketina zimanê kurdî´ nivîskar, giringîyê dide pêşketina felsefeyê û felsefeya ziman. Di pirtûkên nivîskar ên weke "li ser bûna jîra jîrê", "Li ser rastî, dîrok û felsefeya yazdan", "Li ser têgîna Estetîsmê", "aqil, zêhn û ziman", "Morfolojîya kurdîya hemdem", "ziman, zanîna wateyê û pirsgirêka vacê" û "li ser têgîna çandê", wê çend ji wan pirtûkên nivîskar bin ku ew di wan de felsefeya civakê bi dîrok û zimanê wê re bîne ser ziman.

Di dewamê de nivîskar bi pirtûkên xwe yên weke "Newroz, ronasanse kurdistanê ya", "di sedsale 21´ê de şoreşa kurd; rojava", "Kobanî, Stalîngrada kurdan-Berxwedana Kobanê ya dîrokî", û her sê cildên pirtûka "Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21´min de ku hê didomê" re li ser rewşa civaka kurd a roja me, serkeftinên wê ên demî, êrîşên bi armanca jenosîdkirina wê ku rejimên herêmê li wê dikin û hwd di van pirtûkên xwe de tîne ser ziman. Di dewama wê de nivîskar Abdusamet Yigit li ser rastîya roja me û asta pêşketina wê jî bi pirtûkên xwe yên weke "dad, daraz û haqanîyet", "Li ser pêşketina civaknasîyê", "Dîroka felsefeyê li kurdistanê", "Li ser felsefeya jîyane civakê kurd li Kurdistanê", "Li ser dîroka civake kurd a hemdem" û hwd re hewl dide ku ew dîmenekî civakî bi dîrok û felsefeya wê re bîne ser ziman. Bi wê re jî li ser dîroka civak, felsefe û pêşketina civaka kurd li Kurdistanê û herêmê li ser disekine. Di dîmena giştî de nivîskar Abdusamet Yigit, dîroka Mezopotamya ji serdemên Sûmer û heta roja me, bi pêşveçûnên wê yên civakî, dîrokî, felsefîkî, wêjeyî û hwd re tîne ser ziman.

Mijarên ku Abdusamet Yigit di pirtûkên xwe dihilde li destBiguherîne

Mijarên ku nivîskar di pirtûkên xwe de hildide dest mijarên weke felsefe, dîrok, wêje, çand, civaknasî, dad û dîroka civakê ne. Nivîskar Abdusamet Yigit di pirtûka xwe ya bi navê "li ser dîroka felsefeya Îdealîsmê" de felsefeya îdealîsmê û dîroka wê ya li Kurdistanê ji serdemên berî zayînê û heta roja me wê bîne ser ziman. Bi wê re mijarên ku wê di hundûrê felsefeyê de ên weke îdealîzm, dualîzm, felsefeya dîrokê, civaknasîyê û hwd li ser wan disekine. Di dewama wê de weke ku mirov di pirtûka nivîskar a "li ser dîroka felsefeya îdealîsmê" de ku ew tîne ser ziman, herikînên felsefeyê ên hemdem ên weke ´felsefeya zêhnê´, mirovzanî û hwd, li ser wan disekine. Di pirtûka "dad, daraz û haqaniyetê´ de felsefeya dadê bi dîroka wê ya di hundurê pêşketina felsefeyê û bi jiyana civakê re de tîne ser ziman. Di pirtûka xwe ya bi navê "li ser pêşketina civaknasîyê" bi dîroka civakê re wê dîroka civaknasîyê hewl dide ku bîne ser ziman.

Di xeta herikîna felsefîk a Abdusamet Yigit ku ew tîne ser ziman de bi wê re felsefeya civakî zêdetîrî wê li pêş bê.

BerhemBiguherîne

BinêreBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. a b c 1, ji orîjînalê di 8 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 12 kanûna pêşîn 2014
  2. 1, ji orîjînalê di 6 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 12 kanûna pêşîn 2014
  3. 1, ji orîjînalê di 4 kanûna pêşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 22 çiriya paşîn 2014
  4. 1, ji orîjînalê di 6 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 1 kanûna pêşîn 2014
  5. 1, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 12 kanûna pêşîn 2014
  6. Li ser têgîna estetîsmê[Girêdan daimî miriye]
  7. Aqil, zêhn û ziman, ji orîjînalê di 6 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 23 sibat 2015
  8. Morfolojîya Kurdîya hemdem, ji orîjînalê di 16 adar 2015 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 6 adar 2015
  9. Newroz ronesansa kurdistanê ye[Girêdan daimî miriye]
  10. Li ser jenosîda kurdan; helebçê, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 3 nîsan 2015
  11. Li têgîna çandê[Girêdan daimî miriye]
  12. Li ser sehêta çapameniyê[Girêdan daimî miriye]
  13. Kevneşopîya hamawîyê[Girêdan daimî miriye]
  14. Ku mirov li kurdistanê jin bê[Girêdan daimî miriye]
  15. Ji zend avesta heta Zen bûdîsmê, ji orîjînalê di 6 tîrmeh 2015 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 29 hezîran 2015
  16. Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21´min de ku hê didomê [Girêdan daimî miriye]
  17. Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21´min de ku hê didomê[Girêdan daimî miriye]
  18. Li ser pêvajoyên jenosîda kurd, ji orîjînalê di 1 gulan 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 26 nîsan 2016
  19. Dad, daraz û haqanîyet, ji orîjînalê di 2 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 1 kanûna paşîn 2016
  20. Li ser pêşketina civaknasiyê[Girêdan daimî miriye]
  21. Dîroka Felsefeyê li Kurdistanê, ji orîjînalê di 14 nîsan 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 11 nîsan 2016
  22. Li ser pêşketin û pêşveçûna zarokê, ji orîjînalê di 2 hezîran 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 19 gulan 2016
  23. Li ser felsefeya jîyane civakê kurd li Kurdistanê, ji orîjînalê di 2 hezîran 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 31 gulan 2016
  24. Bi mejûya wê re felsefeya jîyane civakê kurd li Kurdistanê, ji orîjînalê di 25 hezîran 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 22 hezîran 2016
  25. Li ser pêşîyên kurdan hûrî û mîtannîayn, ji orîjînalê di 16 hezîran 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 24 hezîran 2016
  26. Li ser rengê pêşketina civake hûrîyan û yazdanên hûrîyan bi bawerîya wan re, ji orîjînalê di 17 hezîran 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 28 hezîran 2016
  27. Li ser dîroka û sedema hêrîşên desthilatdarîyên Anatolîayî yên li mesopotamya û ankû li kurdistanê[Girêdan daimî miriye]
  28. Li ser rewşa sedema hêrîşên rejima tirk ên bi armanca jenosîdkirina civake kurd[Girêdan daimî miriye]
  29. Li ser têgîna dûalîsmê[Girêdan daimî miriye]
  30. Li ser têgîna Mantiqê, ji orîjînalê di 18 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 6 çiriya pêşîn 2016
  31. Li ser felsefeya ramyarîyê[Girêdan daimî miriye]
  32. Li ser felsefeya pedegojîyê, ji orîjînalê di 29 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2 kanûna paşîn 2017
  33. Li ser felsefeya dîrokê[Girêdan daimî miriye]
  34. felsefeya dîrokê[Girêdan daimî miriye]
  35. Li ser felsefeya rewîstê[Girêdan daimî miriye]
  36. Di çerçoveya têgîna afsûnê de ji sîmyayê û heta kîmyayê[Girêdan daimî miriye]
  37. Jîyane pêşesazîyê û di reng û awayê de pirr zêde pêşxistina afirandinê, ji orîjînalê di 29 îlon 2017 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 17 îlon 2017
  38. Li ser aqil û felsefeya serokatîyê[Girêdan daimî miriye]
  39. Li ser çerçoveya jenosîda kurdên êzîdî[Girêdan daimî miriye]
  40. Pirtûka ´Li ser çerçoveya şerê jenosîdê li ikurdistanê, beşa yekem´
  41. Li ser felsefeya kirdeye[Girêdan daimî miriye]
  42. Li ser felsefeya hemdemîtîyê û ankû ´modernîteyê´[Girêdan daimî miriye]
  43. Berxwedana dîrokî a afrînê, ji orîjînalê di 26 sibat 2018 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 13 sibat 2018
  44. Li ser felsefeya berxwedana afrine[Girêdan daimî miriye]
  45. Ji pirtûkxaneya netewî a norwêcê ´biblioteksentralen´
  46. Pirtûka ´ferhenga felsefeyêJi´
  47. Pirtûka ´Realism û fahmkirina wê´
  48. Pirtûka ´Matamatîk 1´
  49. Pirtûka ´Dîroka Matamatîkê´
  50. Pirtûka ´Felsefeya Matamatîkê´
  51. Pirtûka ´matematik û leyistik´
  52. Pirtûka ´Geometrî´
  53. Pirtûka ´Teorîya Hijmaran´
  54. Pirtûka ´mantiqe matematikê´
  55. Pirtûka ´Mantiqê formel´

Girêdanên derveBiguherîne