Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve roja 18ê nîsana 1992yan li Stembolê hate damezirandin. Armanca damezirandina enstîtuyê, bi awayekî zanyarî li ser dîrok, çand, huner, ziman û hwd., rawestîn bû. Koma damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ji van kesan pêk dihat: Musa Anter, Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, İsmail Beşikçi, Abdurrahman Dürre, İbrahim Gürbüz, Cemşîd Bender û Süleyman İmamoğlu.
![]() | |
Damezrandin | 18ê nîsana 1992an |
---|---|
Cihê damezrandinê | Stembol |
Nemabûn | 31ê kanûna pêşîn a 2016an |
Di weşanên enstîtuyê de ferhengên tirkî-kurdî û kurdî-tirkî a Zana Farqînî derketin.
Girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Biguhêre
Enstîtuya Kurdî ya Stembolê di çerçoveya Rewşa Awarte di 31ê kanûna pêşîn a 2016an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin.[1]
Mijarên têkildar Biguhêre
Çavkanî Biguhêre
- ↑ "Turkey shutters Kurdish language institute". Kurdistan24.net. 31 kanûna pêşîn 2016. Roja wergirtinê: 7 kanûna paşîn 2017.
Girêdanên derve Biguhêre
- Malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Girêdana arşîvê 2016-01-15 li ser Wayback Machine