Abdurrahman Dürre
Abdurrahman Dürre (jdb. 1930 − m. 11ê çiriya pêşîn, 2012), helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1930î li gundê Kêranlixa girêdayî navçeya Milazgirê hatiye dinê.
Abdurrahman Dürre | |
---|---|
Jidayikbûn |
1930 ![]() |
Pîşe | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Perwerdehiya xwe li çend medreseyan dewam kir şûnde destûrnameya xwe ji medreseyê Norşînê hilgirt û dest bi îmamiyê kir. Nêzî deh salan li medreseyê Hesen Paşa ders da. Ji pê re bixwe jî medresek ava kir û di wê de dersên kurdî jî dan. Di sala 1962an de çû Enqereyê û kete îmtîhanê miftîtiyê û pê di îmtîhanan de bi serket re dest bi miftîtiyê kir. Di vê wezîfeyê xwe de ji ber fikrên xweyên siyasî çend derban sirgûn bû û ji pê re jî hat dane dadgehê eskerî. Lê pê re beraat bû û şûnde vegeriya wezîfeyê xweyê miftîtiyê. Navbera salên 1980-1983an de li Treblûsê wergeriya tirkî-Erebî kir. Di sala 1990an şûnde li Mûş û Erzînganê çend salan heps bû. Paşê çû Stenbolê û li wir Yukarı Mezopotamya Kültür Merkezi ("Navenda Çanda Mezopotamyaya Jorîn") ava kir û li wir dersên kurdî dan, pey re çû Ewropayê. Li Ewropayê Partiya Îslamiya Kurdistanê ava kir.
Seyda Mele Abdurrahman Dürre di 11ê çiriya pêşîn a 2012 de li Almanya li bajarê Kölnê çû ser heqiya xwe.
BerhemBiguherîne
- Din Perdesi Altında Sakallı Yılanlar, (1962) (Di bin perdeya olî de marên bi rû)
- İlahî Sır ve Hikmetler (Sirên îlahî û hîkmetan)
- Evîna Welat, (1992)
- Şerha Dîwana Ehmeda Xanî: Felsefe û Jiyana Wî, (2002)
- Kurdname, (2006)
ÇavkanîBiguherîne
- Kürt Şiiri Antolojisi (Antologiya helbesta Kurd)
Girêdanên DerveBiguherîne
- (kurdî) Şaîrê Kurd Abdulrehman Durre wefat kir, Avesta, 12ê çiriya pêşîn 2012 Girêdana arşîvê 13 çiriya pêşîn 2012 li ser Wayback Machine