Kürt Şiiri Antolojisi

Pirtûka Selim Temo

Kürt Şiiri Antolojisi (bi kurdî: Antolojiya Helbesta Kurdî) navê pirtûkek e, ku ji alî helbestvan û nivîskar Selîm Temo ve hatiye amadekirin, ji aliyê Pirtukxaneya Agora hat weşandin.

Kürt Şiiri Antolojisi, ku di dîroka Komara Tirkiyê de karê yekemîn e, ji du bergan pêk hatiye. Di antolojiyê de 293 helbestvan û 520 heb helbestên van helbestvanan hene. Antolojî, dîroka helbesta Kurdî li ber çavan radixîne ku ji sedsala 8an dest pê dike û heta sedsala 21î tê.

Antolojî bi du zimanî hatiye amadekirin. Di antolojiyê de him orîjînalên helbestan hene, him wergerên wan yên bi Tirkî. Yekem wezîrê rewşenbirî yê Tirkiyê Prof. Talat Halman, pêşgotinek bo antolojiyê nivîsiye. Di antolojiyê de bi zaraveyên Goranî, Kirmanckî (Kirdkî, Zazakî), Kurmancî, Loranî û Soranî helbest hene. Wêje û zimanê Kurdî bi salan hat qedexekirin. Li gor propagandên serdestan, tu berhem di zimanê Kurdî tunebûn. Lê antolojî, derdixîne holê ku Kurdî, zimanekî gelek dewlemend û kevn e û xwediyê gelek berhemên kevn yên nivîskî ye. Di antolojiyê de di derbarê jiyanname û berhemên helbestvanan de jî gelek agahî hene. Antolojî, di dîroka helbesta Kurdî de antolojiya herî mezin e. Selîm Temo, ku pênc sal li ser antolojiyê xebitiye, di pêşgotina xwe de li ser wêje, helbest û çanda nivîskî ya Kurdî de îdîayên balkeş davêje holê. Antolojî, tev tevî hev 1610 rûpel e. Berga yekem, ji sedsala 8. heta sedsala 19. didomîne. Berga duwem, ji helbestvanên ku di sala 1900î û vir ve de jidayîkbûne hatiyê pê. Ji helbestvanên jin ku hezar sal berê jiyane bigre heta helbestvanên ku mirina xwe nivîsîne, ji helbestên ceman yên herî kevn bigre heta mesnewiyên mezin gelek taybetmendiyên balkêş di antolojiyê de cih girtine. Bi vê antolojiyê, agahiyên di derbarê edebiyata Kurdî de tên niqaş û rexnekirin. Antolojiya Helbesta Kurdî ji bo nasîna helbesta Kurdî ku bi însafa dîrokê gîhiştiye îro berhemeke esasî ye.

Helbestvanên Antolojiyê biguhêre

A
B
C
D
E
F
G
H
Î
J

K

L
M
N
O
P
Q
R
S
Ş
T
U
V
W
X
Y
Z

Binêre biguhêre

Girêdanên derve biguhêre