Ferhad Shakely

(Ji Ferhad Şakelî hat beralîkirin)

Ferhad Shakely, ango Ferhad Şakelî, nivîskar û helbestvanekî kurd e[1].

Ferhad Shakely
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Uppsalayê (en)
Zanîngeha Stockholmê (en)
Zanîngeha BexdadêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe

Ferhad Şakelî di sala 1951ê de li başûrê Kurdistanê, li herêma Kerkûkê hatiye dinyayê.

Ew li Kurdistanê di salên 1973–74an de di rojnameya Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de bi kurdî û swêdî du kovaran Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostay Kurd 1985–1996 derdixe. Di destpêka salên 1970î de li zanistgeha Bexdayê ziman û edebiyata kurdî kurdî xwendiye. Di salên 1974-1975an de pêşmerga bû. Li pey belavbûna şoreşa Kurdistanê du salan li Sûrî û Libnanê mijûlê karê siyasî û çandî bû. Di sala 1977an de hat Almanyayê û nêzîkî salekê li wê derê ma, paşî hat Swêdê.

Wî heta niha heşt kitêbên şiîran û kitêbeke kurteçîrokan bi kurdî weşandine û heft kitêbên zarokan jî ji swêdî wergerandine zimanê kurdî[çavkanî hewce ye]. Wî bi swêdî jî kitêbeke helbestan û du antolojî weşandine. Wekî din bi nave Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i Khani kitêbeke bi îngilîzî derxistiye û şiîran wî hatine wergerandin bo zimanên înglîzî, swêdî, erebî, farsî, îtalî, îslendî û tirkî bûne[2].

Ferhad Şakelî yek ji zimannas û kurdîzanên herî navdar, naskirî û berhemdar yên Kurdistanê ye. Ew herdu zaravayên kurdiya başûr û bakur (soranî û kurmancî) baş dizane û dersa rêziman û edebiyata kurdî dide û ta niha gelek vekolînên zanistî liser edebiyat, dîrok, fîlozofî û tesewuf li Kurdistanê bi înglîzî û kurdî belav kiriye[çavkanî hewce ye]. Şakelî herweha fêrî zaravayên Hewramî û zazakî jî dike.

Ew niha (2012) li Swêdê dimîne û li Zanîngeha Uppsalayê mamostetiya zimanê kurdî dike.

Çend berhemên wî biguhêre

Çavkanî biguhêre