Tengezarê Marînî, nivîskariyê di warê û helbestê de, bi zimanê kurdî dike. Di 04.09.1959an de li Tirbespiyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. 2 salan edebiyata erebî li zanîngeha Helebê xwendiye. Pisporiya karmendiya mediya nû (Komunikasyon, relation, rewanbêjî , Derûnasiya xîtaba ragehandinê û șiroveya zimanê wê ) xwendiye. Di gel Prof.Dr. Hartmut Griese, li zanîngeha Hannoverê û Duhokê kar kiriye. Pisporiya wergerandina derûnasî û nojdariyê xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik EMZ=Navenda nojdariya regezan û bajarê Hannover. Di bîr û raya giştî de, bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina helbestvanên elmanînivîs tê naskirin. Şarezayî di zimanên kurdî (Kurmancî-Soranî), erebî, engilîzî, Elmanî û Suryanî de heye. Di gelek rojname, kovar û malperên kurdî de, li cih û welatên cuda de dinivîse

Pirtûk ên çapkirî (Kurdî): 1. Kilît, helbest, sala 1992/ Beyrût 2. Çirûska Xewneke Bazdayî, helbest/ 1993 şam 3. Evîna Leylan û Mijê, helbest 1998/ Hannover 4. Şevnema şînê, helbest, 2001/ Hannover 5. Nesrîna Qedexe ji bêcirriya te 2005/ Amed 6. Kalo: Bêdengî nepara te ye(1 Helbest e) 2006/ Hannover 7. Helbest ên rengîn, amadekirin û werger ji Elmanî, Erich Fried, lêkolîn û helbest, 2006/ Duhok 8. Pantelonê Şeytanî, Îtalo Kalvîno, ji Elmanî, 2008/ Duhok 9. Zanista Rexneyî di navbera Tiyorî û Praktîkê de, Rexne, 2014/Duhok 10. Çend berhevok ên tendurustiyê, mîna sîstema Tendurustiyê li Elmaniya, Memografî û penceşêra singê û Trauma (Xemnakî) û Derûnnasî

Pirtûk ên bi elmanî: 1. Der Baum der Freiheit (Dara Azadiyê) Dokumentation, 1998/Hannover 2. Funken des Nebel = Tîrêj ên Mijê, helbest, 2000/1 2002/2/ Hannover 3. Was hast du gesagt= Te çi got, helbest, 2010/ Hannover

Kar û Xebat biguhêre

Di kovarên Stêr, Pirs û Pêl de Berpirsê destpêşkeriya navenda çanda cîhanî li Hannover/ Elmaniya. Berpirsê komîta kurdên Hannover, navenda rewşebîrî û ragihandinê. Berpirsê yekîtiya nivîskarên Kurdistana Rojava li Elmaniya.

Girêdanên derve biguhêre