Remezan Îsa

helbestvanê kurd

Remezan Îsa (1953-2014), helbestvan û pêşmerge bû.

Remezan Îsa ji salên 70an dest bi nivîsina helbestê kiriye û roleke wî yê giring di xizmeta edeb û zimanê kurdî de hebû. Ew wek pêşmerge gehiştiye rêzên şoreşê, piştî serhildana 1991ê vegeriya Dihokê.

Helbestvan Remezan Îsa di sala 1953an de li herêma Behdînan hatiye ser dinyayê. Ew di sala 1974an de wek mamoste û rêveberê dibistanê karê xwe kiriye. Derbarê ragehandinê de li Kovara Metîn û Kovara Dîcle kar kiriye, rêveberê rêveberiya rewşenbirî û hunerî li Dihokê bû. Di salên 1996-2004an de cêgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd (Êketiya Nivîserên Kurd) ya Dihokê bû.

Berhemên wî yên çapkirî biguhêre

  • Dastana 'işqa nemir, 1989.
  • Kelîna hestan, 1990.
  • Ji felsefa berxwedanê, 2005.

Helvestvan Remezan Îsa di 15ê tîrmeha 2014an de[çavkanî hewce ye] li Swêdê çû ber dilovaniya xwedê.

Çavkanî biguhêre

  • Malpera Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Dihok, 15.07.2014 (www.duhokwriters.com)

Girêdanên derve biguhêre

Malpera Yekîtiya Nivîskarên Kurd (bi tîpên latînî) Girêdana arşîvê 2016-03-25 li ser Wayback MachineMalpera Yekîtiya Nivîskarên Kurd (bi tîpên erebî)[girêdan daimî miriye]