Yildiz Çakar
Yildiz Çakar : (jdb. 1978, li Amedê, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye) nivîskar û rojnamevaneke kurd e. Ji sala 2002an vir de li Amedê dijî, endama Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa kurd e.
Yildiz Çakar | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | Amed, Bakurê Kurdistanê, |
Pîşe | Nivîskar û Rojnamevan |
Netewe | Kurd ![]() |
biguherîne![]() |
JiyanBiguherîne
Yildiz Çakar • Helbestvan, şanonivîs û romannivîs e. Di sala 1978’an de li Amedê ji dayik bûye. Di temenekî ciwan de di rojnameyên bi Kurdî û Tirkî de peyamhênerî û edîtorî kiriye. Helbestên wê yên ku di navbera salên 1999-2003’yan de di rojnameya Azadîya Welat û kovara Jîyana Rewşenê de hatine weşandin, di sala 2004’an de bi navê Goristana Stêrkan hatine çapkirin. Yek ji endamên damezirîner ên Komeleya Nivîskarên Kurd e û berî komele bê girtin seroka komeleyê bû. Heya niha heft pirtûkên wê hatine weşandin, ku şeş ji wan wêjeyîne.
Gelek helbest, şano û çîrokên Çakarê bo tirkî, erebî, elmanî û îngîlîzî hatine wergandin û hin weşanada de belav bûne
BerhemBiguherîne
Helbest:
Goristana Stêrkan, Weşanên Elma, 2004
Derî, Weşanên Avesta, 2012
Leylanok, Weşanên Avesta, 2014
Kurteçîroka senaryoyan:
Ala, Weşanên Yekîtîya Nivîskarên Duhokê, 2008
Lêkolîn, gotar û bend:
Amed-Ansiklopedîya Erdnîgarî Dîrok Çand, li gel Amed Tîgrîs, Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê, 2012
Roman:
Gerîneka Guernicayê, Weşanên Lîs, 2016
Roman:
Ev Rê Naçe Bihuştê, Weşanên Lîsê, 2019
Roman:
Hangar Fünf, Deriyê Winda, Weşanên Lîsê, 2022
Şano:
Şanoya Kralîyetê ya Shakespeare (Royal Shakespeare Company) re bi navê "Çavê Winda" monologek
Şanoya Maxîm Gorkî re jî şanoyek bi navê "Bîra miriyan" nivîsandîye.
Ligel vê yekê ji bo şanoya Theatre EastNBull monologa bi navê "Mohra Reş" nivîsand. "Mohra Reş" bi tirkî û bi îngîlîzî hate wergerandin û li festiwala navnetewî (atîna) ya hunerê yek ji metnên ku xelata "metna orjînal ya herî baş" wergirt.
Xelatên ku wê wergirtine:
Xelata Kurteçîrokên Filîman a NÇM’ya Stembolê bi kurteçîroka xwe ya bi navê "Pelweşîna Li Biharê".
Xelata Tîrêjên Zînê bi kurteçîroka xwe ya bi navê "Zayîna Çewt".
Xelata Mûsa Anter bi helbesta xwe ya bi navê "Tu"
Xelata ziman û wêjeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd û Med-Der'ê.