Rênas Jiyan
Rênas Jiyan (1974, Qoser) helbestvan, nivîskar, ramanger
Rênas Jiyan | |
---|---|
Jidayikbûn | 01.02.1974 Qoser |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Kurdistan |
Perwerde | Zanîngeha Dîjle-Pedagojî |
Pîşe | Helbestvan, nivîskar, ramanger |
Salên çalak | Piştî salên 2000î |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreDi 1'ê reşemiya 1974'an li Qosera Mêrdînê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa Mamostetiya Seretayî xwend. Piştî zanîngeh qedand dest bi mamostetiyê kir. Di 1999'an de dîwana wî ya yekem Janya çap bû. Di sala 2002an de li gel 12 kesan bi hinceta xebatên li ser zimanê kurdî li Mêrdînê hate girtin û piştî wê hat sirgûnkirin[1].
Rênas Jiyan di helbesta kurdî de xwediyê cihekî girîng e. Dîwana wî ya bi navê "Janya" di nava xwendevanan de pir hate hezkirin ku hê di pirtûka yekem de ew weke pênûseke xurt da nasandin. Di dîwana "Koleksiyona Çirûskan: Mexzena Xwînê" de bi kolleksiyonên helbestan xwestiye balê bikişîne ser rewşa kurdan a sosyopsîkolojîk û bi hêmayên bîra helbestvan, dîmenên heyamekê saz bike ku ev jî bi mirov dide gotin ku bandora wî dê li ser nifşên nû xurt be. Bi şano-trajediya xwe ya bi navê "Di Tuwaletê de" tundî, xerabî û xezeba mirovan vegot. Pirtûka wî "Ji Şevê Re Çend Têgehên Dera Hanê" xebateke li ser bindestî û têgehan e. Di havîna 2003'yan de ekola "Çirûskîzm"ê eşkere kir[2]. Bi pirtûka xwe ya bi navê "Çirûskîzm Li Ser Goşt û Agir û Hunerê Lêkolîneke Fenomenolojîk" bingeha felsefe û teoriya bi kurdî saz kir û ekola Çirûskîzmê ava kir. Di 1!ê cotmeha 2016!an de li Amedê hate desteserkirin û piştî 5 rojan hat serbestberdan.[3]. Di romana xwe "Spîtama" de mîtolojiya kurdan û felsefeya Zerdeşt vegot. Ev roman pirtûkeke dîrokî û felsefîk e. Di romana xwe ya "Bacanên Pelçiqî" de li ser feodalîzma kurdan sekinî, û ciyekî fire da karakterên jin. Romana wî "Stranên Sor Niviştên Mor" romaneke poetîk e û ji antîkarakteran pêk tê. Ji sala 2003an û vir ve edîtoriya Weşanên Belkî û di sala 2007an de bi destpêkirina kovara Çirûskê dîrektoriya wê dike.
Berhem
biguhêre- Janya, Helbest, Weşanên Doz, 1999
- Koleksiyona Çirûskan Mexzena Xwînê, Helbest,Weşanên Belkî, 2003
- Di Tuvaletê de, Şano, Weşanên Belkî, 2006
- Ji Şevê Re Çend Têgehên Dera Hanê, Ceribîn-Rexne Weşanên Belkî, 2008
- Çirûskîzm, Teorî-Felsefe), Weşanên Belkî, 2012
- Qertên Zimên - Dil Kartları, Zimanzanî, Weşanên Belkî, 2012
- Diêşiya, Helbest, Weşanên Belkî, 2013
- Wêjeya Kurmancî: Pênûsên Çardehderb, Analîz, Weşanên Belkî, 2015
- Spîtama, Roman, Weşanên Belkî, 2016
- Ponîjîn, Raman, Weşanên Belkî, 2016
- Dîn û Şîn, Helbest, Weşanên Belkî, 2016
- Bacanên Pelçiqî, Roman, Weşanên Belkî,
- Stranên Sor Niviştên Mor, Roman, Weşanên Belkî, 2018
- Bîna Petêxan ji Hêsirên Min Tê, Kurteçîrok, Weşanên Belkî, 2019
- "Berfwerîn",Helbest, Weşanên Belkî, 2020
- Kavirên Anarşîst, Roman, Weşanên Belkî, 2021
Çavkanî
biguhêre- ^ (tirkî) bianet.org: Kürtçe Edebiyat Çalışmasına Polis Baskını
- ^ Ji Şevê Re, Rênas Jiyan, Weşanên Belkî, Rûpel: 1
- ^ (kurdî) Sputnik Kurdistan: Rênas Jiyan piştî îfadeya li dadgehê serbest hate berdan[girêdan daimî miriye]
Girêdanên derve
biguhêre- Portreya Mehê: Ji 'Janya' heta 'Çirûskîzm' Rênas Jiyan, Diyarname, 02 09 2016
- Vîdeo: Rênas Jiyan di bernameya Lênûskê de, Jiyan TV, Dema Weşandinê: 16.03.2016
- Vîdeo: Rênas Jiyan di bernameya Lênûskê de, Jiyan TV, Dema Weşandinê: 19.05.2016
- Rênas Jiyan di bernameya "Zar û Ziman" de, Stêrk TV, Dema Weşandinê: 19.12.2016
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |