Qoser
Qoser (ji Kosor[çavkanî hewce ye], ango çiyayê sor; 1928: قوجحصار / "Kauje hissare" (Qoçhisar)[2]; 1946: Kızıltepe[3]) navçeyek bajarê Mêrdînê ye. Navên wê yên kevin Tilermen, Dunaysir û Qoser in. Bi tirkî navê wê Kızıltepe ye. Li gor sala 2008an serjimara navçê 198.672 ye. Di sala 1973yan de hejmara wê 21.000 bû, di 1990'î de 60.134 bû, di sala 2007'an de 127.148 hatiye hejmartin.
Qoser Kızıltepe | |
![]() | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
Serbajar | Qoser |
Qeymeqam | Erkaya Yırık |
Hejmara nahiyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 5 bajarok |
Hejmara gundan | 145 gund |
Gelhe (2008) | 201.755[1] kes |
Rûerd | 1.403 km2 |
Berbelavî | 143,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 125.455 kes |
Koordînat | 37°11′32″Bk 40°34′53″Rh / 37.19222°Bk 40.58139°Rh |
Bilindayî | 480 m |
Koda postayê | 47400 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
Hejmara navçeyê îro li navendê 131.050 ye li gundên jî 82.251 bi temami serjimara wê 213.101 e.
Qoser hejmara xwe bi piranî ji kesên çiyayî yên ku gundên wan hatiye şewitandin û ji gundî yên derdorê pêktîne. Mînak: Xursî, Omerî, Sûrgiçî, Şemrexî û mînakek taybet Heseniyên koçberên Serhedê(Mûş)
Qoser bi qanûn vexweriya jinên tûtina revok jî bi nav û deng e. Gor nîşanan di demên berê de sermijara Qoserê ji ya niha bêtir bû. Mizgeftek mezin bi navê ku gel lê kiriye "Mizgefta Kevn" heye. Li vê mizgeftê bi carekê 800 mirov dikarin nimêj bikin. Ve yeka mirov li ser demên berê yê Qoserê difikirîne ku: gor kû mizgeftek bi vî rengî heye tê wê wateyê, ku serjimara Qoserê pir bû. Yek ji gundê Qoserê, gundên Xursê bi tûtina xwe bi nav û denge.
biguhêre
Gor ku tê zanîn navê Qoserê berê Dunaysir, dûre bûye Tilermen û dûre jî bûye Qoser. Dunaysir bi Zaravaya Kurmancî û Qoser bi Zaravaya Zazakiye û "Tilermen" jî bi Ermenîye. Piştî dewleta Tirk tê damezrandin navê wê dibe "Kızıltepe". Qoser navçeyek bi Mêrdînê ve girêdayîye, lê ji Mêrdînê mezintir e.
Jiyana sosyolojîk biguhêre
Di nava bajerê Kurdîstanê de Qoser ji aliyê Rewşenbîrê ve bajerekî serkeftî ye. Xwendevanên wê pir û serkeftînin ne. Ji helbestvanan heya wênesazan û heya dînê wê giştik di nava gel de ne. Dinê bajêr: Eledînê Dîn, Qomançêro, Dodo.
biguhêre
- Mîran Janbar, Helbestvan
- Rênas Jiyan, Helbestvan, Weşanger
- Lal Laleş, Helbestvan, Weşanger
- Îrfan Amîda, Helbestvan, Romanvan
- Ferhat Kurtay, Şoreşger
- Yaqob Tilermenî, Romanvan û Çîroknivîs:
- Îbrahîm Seydo Aydogan, Romanvan, Çîroknivîs û Akademîsyen
- Mûstafa Aydogan , Wergêr û Nivîskar
- Vecdi Erbay, Helbestvan, Çîroknivîs
- Kamuran Ji Kîkan , Parêzer, Siyasetmedar
- Salih Agir Qoserî , Nivîskar , Wergêr
Çavkanî biguhêre
- ↑ tuik, 2008
- ↑ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ↑ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.