Yaqob Tilermenî
Yaqob Tilermenî, sala 1972'yan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana Seretayî, Navîn û Lîseyê li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîjleyê, Fakûlteya Perwerdehiyê, Beşa Fizîkê qedandiye. Ji 1995'an heta taliya 1998'an li Stenbolê Mamostetiya Fîzîkê kiriye. Dû re li Qoserê Mamostetiya Fen Bîlgîsiyê kiriye. Di Gulana 2002'yan de ligel deh mamosteyan û endazyarekî, bi bahaneya xebatên perwerdekirina kurdî hatiye girtin û mehekê di Girtîgeha Mêrdînê de maye. Piştî serbestmayîn û rizgarbûna Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) li karê xwe vegeriyaye û ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve sirgûnî bajarê Yozgatê bûye. Weke sirgûn sê salan li gundekî navçeyeke Yozgatê maye. Dû re li bajarê Mersînê heta sala 2017'an mamostetî kiriye û bi biryara hikûmetê ji kar hatiye derxistin. Ji ber zextên berpirsiyarên dewletê mecbûr maye ji welatê xwe veqete û ligel malbata xwe li bajarê Lozanê yê bi ser Swîsreyê bi cih bibe. Tilermenî bi helbestvan Dîlber Hêma re zewicandiye û xwediyê du keçan e: Şarezîn û Yezda
Yaqob Tilermenî | |
---|---|
biguhêre |
Nivîs û çîrokên wî ji sala 1997'an û vir ve di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşen-name, Kovara W, Notos, Dünya'nin öyküsü, Tîroj, pêveka özgür Gündem- Ekgündem, Rojnameya Azadiya Welat, Özgür Politika, Xwebûn û malperên bi navê Mehname, Amûde, Diyarname de hatine weşandin.
Berhemên wî
biguhêre- Êşbazî, Kurteçîrok, Weşanên Sî Gulan 2002
- Bermeqlûb, Kurteçîrok, Weşanên Sî Gulan 2003
- Ferhenga Sirgûnê, Kurteçîrok, Weşanên Lîs Mijdar 2005
- Kitim-Sêbareya Mêrdînê 1, Roman, Weşanên Lîs Îlon 2005
- Qerebafon-Sêb areya Mêrdînê 2, Roman, Weşanên Do 2009
- Bavfileh- Sêbareya Mêrdînê 3, Roman, Weşanên Do 2010
- Metamorfoz, Kurteçîrok, Weşanên Na Nîsan 2012
- Kermêşa Gerok, Kurteçîrok, Weşanên Zîbeq Sibat 2012
- Lemişta çîrokên kurdî/Salnameya 2012-2013-2014'an, Weşanên Na, 2013
- Kulîlkên Apê Mûsa, Şanonameya Zarokan A Muzîkalî, Weşanên Zîbeq Sibat 2012
- Danişîna Zimanekî, Şanoname, Weşanên Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê 2012
- SERGOtina Calvino, Roman, Weşanên Avesta Gulan 2013
- Hêlange, Roman, Weşanên Lîs 2015
- Pizdank, çìrok, Weşa'nên Lîs, 2016
- Qerebafon-Sêbareya Mê'rdînê 2, Roman, Weşanên Lîs, 2021 (çapa nû)
- Bavfileh-Sêbareya Mêr'dînê 3, Roman, Weşanên Lîs, 2021 (çapa nû)
- Şevhilat, Roman, Weşanên Lîs, 2024
- Moustique Voyageur, Roman Jeunesse, Maisond'éditions Vérone, 2024
Wergerên wî (Ji Tirkî bo Kurdî)
- Rojda, özcan karabulut. çîrok, Weşanên Lîs,
- Cam û Kevir, Şükrü Erbaş (li gel Dîlber Hêma), Helbest, Weşanên Lîs,
- Bêbaran, Hicri Izgören (li gel Lal Lales), Helbest, Weşanên Lîs,
- Dansa Berber, Sirri Ayhan, Roman, Weşanên Na
- Aso, Fatma Köl, Roman, Weşanên Lîs,