Weşanxaneya Belkî li Amedê di sala 2003yan de dest bi jiyana weşanê kir. Li bakurê Kurdistanê yekem weşanxaneya bi kurdî ye. Zêdeyî 100 pirtûkî çap kirine. Hemû bi kurdî ne. Weke laboratoriya wêje û zimanê kurdî dixebite. Bi navê Çirûskê kovareke wêjeyî û ramanî derdixe. Edîtorê wê Rênas Jiyan e. Heta niha gelek berhemên nûjên û klasîk weşandine.

Çend nimûneyên pirtûkên derketî ku li standa weşanê di 3emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê de hatin pêşkêşkirin (2012).