Bedirxan Sindî
Nivîskarê kurd
Dr. Bedirxan Sindî (Rojbûn 1943 li Zaxo li Başûrê Kurdistanê) nivîskar, helbestvan û wêjevanekê kurd e.[1]
Dr. Bedirxan | |
---|---|
Navê rastî | Dr. Bedirxan Sindî |
Jidayikbûn | 1943 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Kurdistan |
Perwerde | li Ingilîstanê doktora wergirtiye |
Pîşe | Helbestvan, Nivîskar |
Bandorbar | Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran |
biguhêre |
Jiyan
biguhêreDi sala 1943 an de, li bajarê Zaxoyê ji dayîk bûye. Di sala 1966 an de, li Îraqê zanîngeh bi dawî aniye û di sala 1979 an de, li Ingilîstanê doktora wergirtiye. Her ji sala 1960ê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Mişe gotar, vekolîn û helbest bi kurdî û erebî jî, di kovar û rojnameyan de belav kirîne. Wî ji destpêkê helbest li ser qalibê klasîkî divehandin û gelekî tê de biserkeftî bû, paşê yên serbest jî nivîsîn. Gelek helbestên wî yên bû ne stran. Çend pirtûkên wî bi zimanê kurdî û erebî çap bûne.
Berhem
biguhêreEv pirtûkên jêrî gehandîne çapê:
- Civata kurdî di edebê wîda
- Sadiq Behaeddîn Amêdî nivîskarekî kurd e, 1983
- Memê Alan ji kurdî wergerandiye erebî
- Zêmarên Çiyayî,hozan
Helbest
biguhêre- ASO (bûye sitrane ji hêla tahsîn taha ve hatiya gotine).
- EY FELEK (bûye sitrane ji hêla şivan Perwer ve hatiya gotine).
- BÊRÎVAN (bûye sitrane ji hêla tahsîn taha ve hatiya gotine).
- EZ KEÇIM KEÇA KURDANIM (bûye sitrane ji hêla Gulbuhar ve hatiya gotine).
Çavkanî
biguhêre- ^ "ÊVAR BAÞ - www.evarbash.com". www.amude.net. Ji orîjînalê di 20 hezîran 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 îlon 2020.
Girêdanên derve
biguhêreEv gotara li ser helbestvanekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |