Hesen Silêvanî

Nivîskarê kurd

Hesen Silêvanî (jdb 1957'an li gundê Tirkija, devera Silêvaniya, nêzîkî bajarê Zaxoyê, Başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye). Niviskar û helbestvanê kurd û serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ê Dihokê ye.Karê wergêranê jî dike .

Hesen Silêvanî
Nivîskarê kurd û serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê Hesen Silêvanî (2012)
Navê rastî
Hesen Silêvanî
Jidayikbûn1959
EsilKurd
HevwelatîHikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq
PîşeNivîskar, Rojnamevan
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Hikûmeta faşîst a berê ya rejîma Be's her zû gundên wan wêran kirin û ereb anîne deverê. Lewre çûne bajêrê Mûsilê. Di sala 1982'an de, dest bi nivîsînê kiriye. Çîrok û helbest jî nivîsêne. Berhemên xwe di rojname û kovarên kurdî, erebî de, belav kirîne. Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê (Êketiya Nivîserên Kurd a Dihokê) ye li Başûrê Kurdistanê. Xudiyê kovara Peyv e, kovara nivîskarên kurd li Dihok. Endamê çivata parêzgeha Dihokê ye ji sala 2001'an were bi hilbijartinan.

Berhemên wî yên bi kurdî biguhêre

Heta niha, wî ev berhemên xwe çap kirine:

Dîwaneka helbestan bi navê Hozanên sava di sala 1993'an de, bi tîpên latini çap kiriye.

Balûlka şekirê, kurteçîrok di sala 1994'an de li Stokholma Swêdê, bi tîpên latînî, li weşanxana APEC'ê derxistiye.

Gulistan û şev, kurteromana wî, bi latînî çapa yekê di 1996'an de li Duhokê, çapa duyê di 2000'î de li Duhokê bi tîpên erebi û çapa siyê jî di 1997'an de li Amedê li weşanxana Lîs dîsan bi pîtên latînî derketiye.

Dara û nisrîn, çîrokeke perwerdeyî bi hevkarî di gel niviser Arif Hîto, di sala 1997'an de bo UNICEF'ê hatiye çapkirin.

Pirtûka wî ya herî nû ya bi navê Ew Xanima Henê bi tîpên erebî di 2010'an de li Duhokê derketiye, dû re çapa yekê ya bi tîpên latînî jî di heman salê de di weşanên Lîs hatiye çapkirin.

Eger xwêvizangî gotiba min 2019 Hawar- Duhok . helbestên erebîne bo 26 helbestvanan wergerandîne ser zimanê kurdî

Bêje wan bila min nekujin .2020 çîrokên ji zimanê Erebî wrgêrayn kurdî

Berhemên wî yên bi erebî biguhêre

Bi zimanê erebî jî, ev pirtûk hene:

  • Dami al-ladhi sayadhhak, دمي الذي سيضحك. Helbest, 1995, Duhok.
  • Laylat al-matar, ليلة المطر. Çîrok, 1997, Duhok.
  • Qasa'id min bilad al-narjis, قصائد من بلاد النرجس. Helbestên wergêray ji kurdi, 1999, Duhok.
  • Qisas min bilad al-narjis, قصص من بلاد النرجس. Çîrokên wergêray ji kurdî, 2002 û 2005 çapa duyê.
  • Gulistan we l-layl, كولستان والليل. Kurteroman wergêray erebi, 2009, Duhok.
  • qesayid teşequlşems قصائد تعشق الشمس helbestên kurdî wergêrayne ser zimanê Erebî 2012
  • Mesaolananas مساء الاناناس 2013 helbest bi zimanê Erebi 2013
  • Xubz Muhela Bilsuker خبز محلى بالسكر çîrok bi Erebî 2019

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre