Behlûlê Mahî

helbestvanê kurd

Behlûlê Mahî helbestvan û zanayek Kurd e ku wek damezrênerê baweriya Yarsanê tê pejirandin. Di dawiya çarîka sêyemîn a sedsala 8an de li Luristanê li herêma Mahilkûfeyê ji dayik bûye, di heman herêmê de zarokatiya xwe derbas dike û di temenê 8-9an de diçe medreseya Mahîlkûfeyê dest bi xwendin û perwirandinê dike ku hê neqedandî di temenekî piçûk de Rêbaza Yarî ya yekem li Hewremanê dadimezrîne loma wek damezrênerê baweriya Yarsanê tê pejirandin.

Behlûlê Mahî
JidayikbûnMahilkûfe , Luristan
Mirin837
Navên din Behlûlê Dane , Behlûlê Dîwane, Behlûlê Danende, Behlûlê Yekdane
Pîşehelbestvan û zana
biguhêreBelge

Navê wî yê rastî Emer e û navê bavê wî Leheb e, di nava gelê herêma wî de ji wî re Emerê Leheb digotin Behlûl nasnavê wî ye her wiha wek Behlûlê Dane Behlûlê Dîwane, Behlûlê Danende, Behlûlê Yekdane jî tê nasîn. Behlûl û çend hevalên xwe yên Yarî ji bo pêkanîna xwendin û perwirandina xwe ji Loristanê derbasî Bexdayê dibin û li wir di medreseya Cahferê Sadiq de qeyda xwe dikin dest bi xwendinê dike û bi serkeftî diqedîne ku ji wir ber bi Qermasîn (kirmanşah)ê ve diçe ku rêbaza xwe pêş de bibe û belav bike lê belê ji ber rexne û zimanê wî yê tûj xelîfeyê Ebbasiyan Harûn Reşîd fermana kuştina wî dide li ser vê yekê jî Behlûl diçe vê meselê bi seydayê xwe Cahferê Sadiq re dişewire ku dikare çi bike seydayê wî lê tembîh dikeku xwe dînîtiyê dane da jiyana xwe bidomîne Behlûl jî ya seydayê xwe dike û xwe dînîtiyê datîne axir derdor wî êdî wek dîn dizanin heta Harûn Reşîd wî efû dike jiyana xwe wisa didomîne. Behlûl ji bilî helbestên kurdî gelek helbestên Erebî jî vehonandine lê piraniya helbestên wî kurdî ne bes gelekê wan winda bûne yên mayî jî bi saya pirtûka Serencam hatine parastin û gihîştine roja me dîsa li gor vê pirtûka Serencamê Behlûlê Mahî di sala 837an deli Tengegulê koçdawî dike û li gorisatan wê herêmê tê weşartin.

Çavkanî biguhêre

  • Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Doç.Dr. Abdurrahman Adak, weş. Nûbihar
  • Saxniç,Feqî Huseyn, Portreler, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2001
  • Uzun Mehmed, Antolojiya Edebiyata Kurdî, cîld 1, Weşanên Tum Zamanlar, Stenbol, 1995
  • Saxniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2002

Girêdanên derve biguhêre

Behlûlê Mahî (-835)