Seydayê Keleş

Helbestvanê kurd

Seydayê Keleş (jdb. 1930 − m. 2007) helbestvanekî kurd[1].

Seydayê Keleş
Navê rastî
Mele Huseynê Bizgûrî
Jidayikbûn1930
Bizgûrê, Nisêbîn
Mirin18ê hezîranê 2007
Qamîşlo
PîşeHelbestvan
Zimanê nivîsinêKurdî
Şêweyê wejêyîWêjeya kurdî
  • Em û Dijmin, Dîwana 1ê
  • Rêka Gel, Dîwana 2an
  • Derdê Millet, Dîwana 3an, 1993
  • Ronahî, Dîwana 4an
  • Xebat
  • Gotinên Pêşiyan
Tevgera wejêyî Helbest
biguhêreBelge

Kurtejiyana Seydayê Keleş biguhêre

Seydayê Keleş ango bi navê xwe yê din Hesen Muhemmed an Mele Hisênê Bizgûrî yan Keleşê Bextreş' di sala 1930î de li gundê Bizgûra Mêrdînê ji dayik bûye. Di 6 saliya temenê xwe de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî diçe Binxetê. Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina dînî kiriye, ew berê xwe dide gundê Xalitê û ew wî dibin cem seydayê Mele Ebdulrezaq. Cihên xwendina wî ew bûn: Xalit, Girgod, Tilerbîtê Jêrîn, Tilerbîtê Jorîn, Qotikê, Girdêwan, Girbawî, Xizna û Tilmeirûf[2]...

Di sala 1945an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina kurdî kiriye û dan û standinên wî bi rewşenbîrên wê hingê re çêdibin wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî û Seydayê Tîrêj û bi wan re dest bi hunandina helbestê dike[3]

Ji ber ku wî ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû û gelek cûreyên kar û xebatê ji bo bidestxistina pariyê nanê xwe û zarokên xwe kiribûn; ji cotkariyê, şivantiyê, palayiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrîşî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike, û li dor rewşa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re hawar kiriye.

Seydayê Keleş xwedî 8 dîwanên helbesta ye. Wî herweha di çapemeniya kurdî de komek ji meqalên wêjeyî nivîsandine.

Berhemên wî biguhêre

Dîwanên çapkirî biguhêre

Yên destnivîs biguhêre

  • Helebçe (Dîwan)
  • Berbang (Dîwan)
  • Baxistan (Dîwan)
  • Bîranînên min (Bîranîn)

Seydayê Keleş piştî nexweşiyeke dirêj di 18ê hezîranê di 77 saliya xwe de li mala xwe ya li Qamişloyê çû ser dilovaniya xwe û li Qamişloyê li goristana Qudûr Beg hate veşartin[1].

Keleş di nav helbestvanên Başûrê Rojavaya Kurdistanê de yek ji helbestvanên naskirî bû. Wî di 19ê kanûna pêşîn a sala 2002yan de yekemîn Xelata Seydayê Cegerxwîn stand. Di sala 2001ê de wî xelata Mîhrîcana Helbesta Kurdî li Sûriyê ya nehemîn stand.

Seydayê Keleş herweha di nav siyaseta kurdî de çalak bû. Vê dawiyê ew bûbû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Suriyê.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/180620191
  2. ^ Keleş (1993). Derdê millet. Dîwana 3. Beyrût, Libnan.
  3. ^ Keleş (1981). Rêka gel. Dîwana 2. Qamişlo.