Rojavaya Kurdistanê

(Ji Başûrê Rojavaya Kurdistanê hat beralîkirin)

Rojavaya Kurdistanê (herwiha Rojavayê Kurdistanê tê gotin), Başûrê Rojavaya Kurdistanê, Başûrê Bîçûk an jî Binxetê, navê perçeya Kurdistanê ye ku dikeve nav sînorên Sûriyê. Serbajarê herêmê Qamişlo ye.Gelê Rojavayê Kurdistanê gelê Îranê ye.

Claimed and de facto territory of Rojava.png

RûerdBiguhêre

 
     Rojavaya Kurdistanê

Rojavaya Kurdistanê parçeya Kurdistanê ya herî biçûk e: 31.000 km² ye[çavkanî hewce ye]. Îro di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Taybetiyeke herêma Rojavaya Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe.

Mirov dikare avhewaya Rojavaya Kurdistanê bike du beş. Beşa yekem avhewaya herêma Efrînê ye. Avhewaya li vê derê nezîkî ya Deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare; zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewayê herêma Efrînê, şîn e, dar û ber lê zêde ne. Her cureyên daran hene[çavkanî hewce ye]. Lê piranî darên zeytûnan e.

Beşa duyem ku Serê Kaniyê, Hesîçe, Amûdê, Qamişlo û Dêrik hildide nava xwe bi berrî û deşt e. Çiya û daristan nîn in. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carinan baran dibare. Di meha kanûna paşîn de li Qamişlokê germahî digihîje +7, li Dêrik û Amûde jî +6 pîleyan. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Havînan ji çolên Erebistan û Sûriyê bayên germ tên û bandor li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pîleyî.

Rojava ji Çiyayê Gewr dest pê dike û heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc tê. Çiyayê Kurmênc 1200 m bilind e. Ji çiyayê Kurmanc heta Kobanî, axa Kurdistanê teng e û ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobaniyê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û kurd li ser axa xwe dijîn.

Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in, lê di navbera Tirkiyeyê û Sûrî de hatine dabeşkirin. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyeyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê ala tirkan û li Qamişloyê jî ala Sûriyê dibînin.

DîrokBiguhêre

  Gotara bingehîn: Dîroka Rojavaya Kurdistanê

Dîroka Rojavaya Kurdistanê, pirr kevn diçe. Bi taybetî, li ser wê axa wê, ji demên Sumeriyan ve li wir jiyane û şaristanî di pêşketinê de ya. Ev herêm Rojavaya Kurdistanê, dikeve keviya çemê mezin û navdar ê Firatê de. Di demên berê de, heta ku digihişt ber çiyayê kurdan û bajarên weke Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê çem diherikî. Ev herêm, weke herêmên şîn û pêşketî bûn. jiyanê li van herêman, di pirtûkên pîroz de jî bicih bûye. Bi taybetî, ji ber Kobanî û Efrînê û heta ku digihije Helebê û piştre Şamê, weke herêmên ku li wan zanebûn pêş diket bû. Birehîm Xelîl, çanda wî li vê herêmê bicih bûye. Mîtra, di dema mîtaniyan de hatiye û ew bixwe jî ji Mîtaniyan bûye. Mîtanî jî kurd bûne.[1]

Li herêmê, piştî ku rejima be'sê lê tê û serdest dibe, navê herêmê giştkan diguherîne. Lê navên herêmê kevn in. Mînak, navê Kobanê[2], ji dema Hûriyan a. Navê Serêkaniyê bi rengê ´weşokanî´ ji dema hûrî û mîtaniyan e û di dema Mîtaniyan de bûye paytext ji mîtaniyan re. Herêma Serêkaniyê, piştî ku dewletên Sûrî û Tirkiyeyê ava bûn, bû du-qism. Qismekê li Sûrî ma û rejima Be'sê navê wê guharand û kir "Rasûlayn". Qismê wê yê li aliyê Tirkiyeyê ma jî, rejima tirk navê wê guharand û navê wê kir "Ceylanpinar". Lê ev herdu qism jî, berê yek bûn û bajarek bûn. Berê di ber re jî û di navê de jî şaqna ji çemê Firatê diherikî.

Di demên berî zayinê de, di dema Gûtiyan de jî, di nava sînorê Gûtiyan de bûye. Piştî gûtiyan re ku hûrî û mîtanî hatin, êdî ew herêm bû weke navend û paytexta wan ku ew lê bi pêş ketin û mezin bûn. Li herêmê, di dema Sumeriyan de, di dema Xanadana Ur de jî, ev herêm ji wê re û ji pêşketina wê re bûye hîm. Ji her sê xanedanên Uran re jî wisa bûye. Îro, di roja me de ku dikeve naqabîna Efrîn û Helebê de, di dema Sumeriyan de ku ji wê re ´Marî´ dihat gotin, nivîsa bizmarî ku li wir hat dîtin, û tercumeyên wê bi navê "hurrian and hurrian names in the mari tekst" de navê "Kobanê" û hwd hene. Marî, di dema hûrî û mîtaniyan de di nava sînorê hûrî û mîtaniyan de bû.

Di dema hûrî û mîtaniyan de, bi pêşketina xwe di aramiyê de li vê herêmê jiyane. Lê piştre, di dema Asûriyan de, rastî êrîşan hatiye. Di dema Îskenderê Mezin de jî rastî êrîşan hatiye. Gava ku Medî li herêmê bûn desthilatdar ew der di nava sînorê xwe de girt û bi wê re li ser herêmên Anatolia jî karî ku serdestiya xwe bide erêkirin. Di pirtûkên pîroz de behsa Nemrûd tê kirin ku di dema Birehim Xelîl de jiyaye. Nemrûd jî, di dema xwe de li vê herêmê xwe kiriye hukimdar. Çanda herêmê, heta dema derketina Îslemiyetê li gor çanda Êzidîtiyê bû. Piştre dînê Îslamê ew der jî kiriye bin destê xwe de û guherandiye. Piştre, demên desthilatdariyên kurd ên dewletên kurd Merwaniyan û Eyûbiyan li herêmê bi pêş dikevin. Herêm, di dema Eyûbiyan de, ji sadsala 11em heta sadsala 16em, di bin destê desthilatdariya xanadana eyûbiyan de dimîne.[3] Piştî ku Osmanî bi pêş ketin, êdî osmaniyan, ew der weke eyeletekê desthilatdariya eşîrên kurd qebûl kiriye.

Zimanê ku lê tên axiftinBiguhêre

Zimanê ku zêde tê axiftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye. Lê zimanê erebî, asûrî û hwd jî li herêmê dihên axiftin. Li herêmê, rojnameyên bi kurdî, TVyên bi kurdî jî hene. Ronahî Tv, TVya kurdî ya rojavayê kurdistanê ya. Ji aliyê çapameniyê ve, piştî ku şoreşa rojavayê kurdi bû, êdî hin bi hin pêşveçûnên di qada çapameniyê de jî roj bi roj dibin.

DînBiguhêre

Dînên ku li herêmê dijîn, weke dînên sereke Îslamiyet, Êzîdîtî û Mesihî ne. Lê mezhebên van dînan, ku mirovên ji wan jî hene. Ji sedî 80iyê wêderê misilman in. Hejmareke mezin ya êzîdiyan jî li herêmê heye û ev jî li gorî ku tê gumankirin ser sedî 10an re ye. Lê gelekan jî, ji herêmên xwe koçberkirine. Berê, ev hejmar pir zêde bû. Her wusa, mesihiyê li herêmê di derûdorê sadî 10´an de ne. Asûrî, piraniyan, dînê Mesihiyê ne. Lê ku ne pir zêde jî bin, Kurdên Mesihî jî hene. Her wusa, Kurdên cihûyen jî berê li wir dijîn. Heta dema rejima Be'sê li wir dijîn pişre, hinekan ji wan goçî Îsraîlê kirin û hinekan jî goçî welatên ewropî kirine. Îro, her wusa zêde cihû li herêmê nemane. Lê li çend cihan, hê jî kinîştên wan hena ji bo bergkirinê.

Bajarên Rojavaya KurdistanêBiguhêre

Bajar û bajarokê herêmê:

Li Rojava Hesîçe, Heleb, Reqa, Kobanê, Minbic, Qamişlo û Efrîn wîlayet in yên din qeza û nehiye ne. Qamişlo wekî navend û paytextê herêma Rojavayê Kurdistanê tê qebûlkirin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn[çavkanî hewce ye]. Li bajarên Sûriyê, li Heleb, Reqa û Şamê jî gelek taxên kurdan hene[çavkanî hewce ye].

Di nava bajarên Rojavaya Kurdistanê ji aliyê ardnîgarî ve Serêkaniyê, Afrîn, Kobanî û Qamişlo û hwd weke bajarna mazin in. Bajarê Serêkaniyê, di rastiyê weke bajarekî pirr mazin a. Lê ji ber ku di nava sînorê tirkiya û Sûrî de hatiya qatkirin û qatek li aliyê tirkiya û ankû bakûrê kurdistanê û qatek li aliyê Sûrî û ankû rojavayê kurdistanê maya, êdî piçûk bûya. Lê ji aliyê ardnîgariyê ve weke bajarê mazin ê dîrokî jî ya. Di dema Mîtaniyan de, Serêkaniyê bi navê ´weşokanî´ herdû bi hevdû ve bûn û paytaxt bû. Weke bajarê mazin ê lê jiyan û şaristanî pêşketî bû. Di nava bajarê de, berî avakirina komare tirk û ya Sûrî, xate trenê di buhurt. Ew xate trenê, piştre kirina weke sînor. Aliyê xate trenê ê li aliyê Sûrî û ankû li aliyê rojavayê kurdistanê li wî alî maya û Aliyê li vî xate trenê jî di nava Sînorê tirkiya û ankû li bakûrê kurdistanê maya.

Bajarên rojavayê kurdistanê, ên weke Amûdê, Afrînê, Qamişlo, Serêkaniyê, Hasakê, Dirbesipiyê. Girê Sipî. Tilkoçer, û hwd, çend ji wan bajarên mazin ku lê pirr mirov dijî na. Tilkoçer, dikeve sînorê Îraqê de. Deriyê li Îraqê, yek jê ji Tilkoçerê divebê.

DesthilatdarîBiguhêre

Desthilatdarî, îro destê kurdan de ya. Kurdan, rêveberiya xwe ya xweser a rojavayê kurdistan ragihandin. Herêma rojavayê kurdistanê, li sê kantonan beşkirin û rêveberî û hikimetên wan ava kirin. Ev hersê kanton jî, ´kantona Cizîrê´. ´kantona Kobaniyê´ û ´kantona Efrînê´ ya. Îro, rojavayê kurdistanê, ji aliyê van hersê rêveberiyên xweser ên kurdistanî ve tê bi rê ve birin. Herêm, bajarê wê ê mazin Qamişlo ya. Qamişlo, weke paytaxta herêmê jî tê dîtin.

Hersê kanton jî, hikimeta wan, ji 22 wezeretan pêk tê. Ew wezeret, xwe li herêmê bi rêxistin dikin û herêmê bi rê ve dibin. Kurdan, piştî ku bi xalkên din ên li herêmê re şoreşa rojava kirin, êdî ew rêveberî jî hatina avakirin û ragihandin. Lê rêveberiyên herêmê, ji aliyê welatên herêmê ên weke tirkiya, Îran û rêveberiya kurd a başûrê kurdistanê ve hatiya xistin bin ambargoyê de. Piştî ku rêveberiya xweser hat ragihandin, ew êdî care pêşî bû ku rêveberiyaka ki ji xalkê li herêmê hatibû avakirin. Lê hêzên weke Tirkiye ji ber ku li dijî rêveberiya bi destê kurdan bûn, hin kurdên ji herêmê di bin navê ENKS`ê re bi rêxistin kirin û li ser wan re xwestin ku rewşeka qatkirî a siyesî biafirênin û bi wê re jî derbeyê li rewş siyesî a Rojavayê kurdistanê bixin.

Piştî ku kurdê rojavayê kurdistanê, bi xalkê din ên li herêmê re ku rêveberiya rojavayê kurdistanê avakirin û ragihandin, êdî bidest dîplomasiya naskirina wê kirin. Gelek heyet avakirin û şandina welatên ewropî û welatên din ên cihanî ku xwe bidina nasîn.

Kantonên Efrînê, Kobanî û Cizîrê yên Rojavaya Kurdistanê (2014)Biguhêre

Di 21´ê kanûna paşîn a 2014´an de Rêveberiya xweser a rojavaya Kurdistanê hat denezendin. Rêveberiya xweseriya rojavaya kurd weke sê kantonan hat ragihandin. Kantona pêşî ya ku di 21´ê kanûna paşînê de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Cizîrê bû. Kantona duyem ku di 27´ê kanûna paşîn a 2014´an de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Kobaniyê bû. Kantona sêyem jî, ku rê veberiya wê di 29´ê kanûna paşîn a 2014´an de hat ragihandin in, Rêveberiya xweser a kantona Efrînê bû. Her kanton jî, rêveberî û hikimeta xwe ya demkî ragihandin. Piştî ku ragihandina Rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê jî, êdî di nava kurdan de bi rojan bû sedema şahiyan[çavkanî hewce ye].

Hêzên parastinê ên Rojavaya KurdistanêBiguhêre

Piştî ku kurdan li herêmên xwe rêveberiya xwe ya xweser avakirin û ragihandin, êdî hêzeka xwe ya parastinê ku ji kurdên rojavayê kurdistanê û beşên din ên civatî afirî avakirin. Ew jî, navê YPG, Gerîla, Pêşmerge direjîhiya wê "hêzên parastina gel" a. Herêmên kurdan diparêzê. Lê bi wê re jî, YPJ, hat avakirin. Ev jî, weke hêz û artişa jinan a. Pirraniya andamên YPJ´ê ji jinên ciwan ên kurd û komên din ên li herêmê ku dijîn pêk tê. Wekî din jî, Hêza aşayîşê heya. Hêza aşayîşê, kar û erka wê, ew a ku aramiya nava bajaran biparêzê. Weke hêza polisiya a kurdistanî ya.

Hêzên parastina gel´ ku bi navê wê yê kort YPGê, kar û erka wê ew a ku weke artişa rojavayê kurdistanê li dijî hêrîşên ku ji derve ku hatina bi ser rojavayê kurdistanê li pêşiya wan bisekinê. Her wisa, bi vî rengê YPG´ê, em dikarin weke artişa rojavayê kurdistanê jî bi nav bikin. YPG´ê, hemû rojavayê kurdistanê diparêzê. Hîç, cûdahiyê nakê nav de. Herkesekê, li herêmê ku kurd bê û ne kurd bê, wan diparêzê. Aramiya wan çê dike. Her wusa, weke artişa rojavayê kurdistanê, ji aramî û parastina rojavayê kurdistanê ew berpirsiyar a. YPG´ê, ne hêzek siyesî ya. YPG´ê, hêzek leşkerî ya parastinê ya. Artişa rojavayê kurdistanê ya parastinê ya.

Partiyên kurdîBiguhêre

Binêre jîBiguhêre

ÇavkanîBiguhêre

  1. Abdusamet Yigit, Pirtûka,´jiyane di bin roja Mîtra de dimeşê
  2. by Jack M. Sasson - Chapel Hill, North Carolina, HURRIANS AND HURRIAN NAMES IN THE MARl TEXTS
  3. Abdusamet Yigit, Pirtûka, ´di sedsale 21´ê de şoreşa kurd: rojava´

Girêdanê derveBiguhêre